07 augusti 2011

Hawareke bêhemdî

Min ev nameya jêrîn bîstek berê ji civata Dîwanxaneyê ra şand. Ez tu zirarê tê da nabînim ku hin kurdên din jî ji vê hawar û fîgana dilê minê har û dîn û serhişk haydar bibin.
Loma jî ez wê li jêr diweşînim.

Merheba gelî civata Dîwanxaneyê!
Ma hûn çawa ne, halê we çi ye, karê we çawa dimeşe?
Ji zûda haya min ji hal û ehwalê we tuneye...
Ez hêvî dikim halê we jî ne weke halê kurdan be.
Halê kurdan Xwedê neyne serê dijminê min.
Lê li gel vî halê ji yê helawçiyan xerabtir jî gelek kurd ne xema wan e, kêf kêfa wan e, fena ku ew xwediyê dewleta Swêd û di rewşa miletê swêdî da bin kêf û şahiyê dikin, halên xwe yê perîşan ji xwe ra ne dikin xem û ne jî derd...
Welatê wan di bin îşxala xelkê da ye, bajarên wan tijte leşker û pûlisên dijmin in, xelk nahahêle bi zimanê xwe bipeyivin, di pasaport û nasmnameyên wan da tirk dinivîsînin, bi darê zorê diçin zimanê xelkê fêr dibin, bi hezaran û zarokên wan bi serê çiyan ketine, weke lawir û teyr û tuyan di şikeftan da dijîn, bi hezaran di zindana da ne, bi hezaran siyasetmedar û mebûsên wan zindanan da rehîn in û gelk tiştên din, lê dîsa jî ne xema gelekan e, kêf kêfa wan e û hîn jî merivên neyarên xwe ne.
Yanî bindestî, zulm, perîşanî, bêkarî, teror, girtin, hefs, kuştin tu tesîrê li wan nake, wan ji xewa mirinê şiyar nake, fena ku ew jî miletekî azad û serbixwe bin, bê xem û qesawat dijîn, ne bîna xwe teng dikin û ne jî ji vê rewşa kambax û malwêran xwe aciz dibin...
Lawo meriv nikanibe bi dijminê xwe qet nebe meriv nabe havalê wî, bi kêmanî jê hez nake.
Lê malmîratên me dibin hevalên celadên xwe, yekî wek Erdoganê gurcî, rayên xwe didinê, dibin mebûs û wezîrên wî û ew jî dû ra wan li dor xwe kom dike û bi dengekî bilind ji kurdan ra dibêje, "yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet" û yek ziman.
Û xwelîliserên me jî bi van gotinên Erdoganê weke gêrmiya gavan tevlihev û mahcirê Kafkasyayê pir kêfxweş dibin û jê ra li çepikan dixin.
Mêrik dibêje me birayar girtiye emê we biqedînin, bikin tirk, hin kurdên me dibêjin "Weleh bêyî Erdogan tu altarnatîf tuneye", çawa be jî ew ji CHP-ê û leşkeran çêtir e, dibê em piştgiriyê bidin wî.
Kuro mêrik dibêje "yek milet", dibêje kurd tuneye, ji bo kuştina zarokên we artêşên taybetî çêdike, pênc perê xwe di rayên we nade, kesên hûn hildibijêrin wek çavsorî dixin zindanan, ma ku dera wî hîn baştir e?
Ma ji bo ku Erdogan ji yên din xerabtir be qey dibê bibêje "ezê hemû kurdan têxim makîna goşt, bikşînim û bikim qîme?"
Nîhayet partiyên din jî weke Erdogan, yek kêm yek zêde, dibêjin em tu mafê netewî nadin we û emê we bikin tirk.
Yanî di mesela kuştin, girtin, zindankirin, helandin û wendakirinê da di nabêna leşker, CHP-ê, MHP-ê û AKP-ê (lê bi taybetî jî Erdogan) da îro tu ferq tuneye, di mesela şerê li hemberî kurdan û helandina wan da hemû jî hemfikir in.
Tenê di mesela metod, taktîk û siyaseta vî karî da di hin nexteyan da ne li hev in.
Vêsê dîsa kela dilê min rabû...!
Ya baş ez kin bibirim....
Esas dema min xwest vê meyla ji we ra bişînim nêta min ne nivîsîna van rêzan bû, min dikira tenê ji we ra bigota merheba û lînka bloga xwe ji we ra bişanda. Lê bêhemdî min hew dît ku min ev rêzên jorîn nivîsîne.
Nizanim çima û ji bo çi, lê bawer bikin bêhemdî ji dilê min hatin û min jî da dû dilê xwe û ew sansor nekir...
Ez bawer nakim di van hestên min da tu zirar ji kurdan ra hebin. Loma jî ez di şandina van rêzan da tu şaşî û zirarekê nabînim...
Lînka bloga min li jêr e, ji bo xwenina nivîsan kerem bikin bitikînin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE