13 augusti 2011

Gazina ji şairekî kurd

Min ev nivîsa jêr di grûba Diyarbakir yaho da li ser nivîsa A.HİCRİ İZGÖREN ”Kadin katliami” nivîsand û ji grûbê ra şand.





Birayê Hîcrî merheba!
Bi qasî ku ez dizanim tu kurd î û ji herêma Diyarbekrê yî. Lê heta nuha ez qet li nivîseke te ya kurdî rast nehatime. Dibe ku min hin helbestên te yên werger xwendibin, lê bi rastî nuha baş nayê bîra min.
Lê tiştê ez dizanim tu qet bi kurdî nanivîsînî.
Ji bo çi?
Gelo tu qet bi kurdî nizanî, ya jî tu zanî lê tu cesaret nakî bi kurdî binivîsînî?
Heger tu bi kurdî(kurmancî, zazakî)dizanî û nanivîsî tu pir eyb dikî.
Heger tu bi kurdî nizanî ya jï hindikî dizanî lê fêr nabî tu dîsa eyb dikî.
Keko, hewcedariya kurdan îro bi nivîskar û şairên tirk tuneye, hewcedariya kurdan bi nivîskar û şairên kurd heye.
Heger tu kurd î(ku şika min ji vê yekê tuneye û ez dizanim te pir zulm jî dîtiye) û tu dixwazî gelê te asîmïle nebe, wê demê dibê tu ne bi zimanê dijmin, bi kurdî ji gelê xwe ra binivîsïne.
Nivîsên bin tirkî di roja îro da bêyî pêşxistina asîmîlasyonê tu xizmetekê ji kurdan ra nakin.
Ronakbîr, nivîskar û edïbên her miletî, ziman û edebiyata gelê xwe bipêş dixe, bilind dike, gelê xwe dike xwedî zimanekî standart û edebiyateke bilind.
Lê ronakbîr, nivîskar û edîbên kurdan bira pêşdabirina ziman û edebiyata kurdî li wir bimîne, ew jî kurdan asîmîle dikin, ji siyaseta asîmîlasyonê ra dibin alîkar.
Bi dîtina min ji bo şairekï wek te kêmasiyeke pir mezin e ku tu hîn jî nikanibî bi zimanê xwe binivîsînî...
Li gel silavên dostaniyê
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE