13 augusti 2011

Erdogan li hemberî kurdan haziriya herbeke mezin dike

Erdoganê ku xwedêgiravî ewê mesela kurd çareser bikira, li hemberî kurdan di haziriya şerekî pir mezin da ye, dixwaza 12-ê îlonê paş da bîne.

Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Radikalê Oral Çalişlar, di nivîsa xwe ya do da dibêje ku dewlet dixwaze Qendîl jî di nav da, li hemberî PKK-ê operasyoneke berfireh bide destpêkirin.


Çalişlar dibêje, tirsa wî ewe ku di heman demê da li hember BDP-ê jî operasyon bêne lidarxistin û hemû BDP-yî yeko-yeko bêne girtin.


Çaliçlar, di nivîsa xwe da balê dikşîne ser axaftina serokerkanê berê Îlker Başbûg, ku gotibû, ”heta ku Qendîl îmha nebe netîce ne mimkûn e.”


Di wê hevpeyvîna Başbûg(rojnameya Milliyetê)ya bi Elekdag ra, ji bo vê operasyonên tu ”asteng” tuneye. Yanî Emerîka jî ne li dij e.


Çalişlar dibêje, dema meriv hemû zanîn û bûyeran dike ser hev meriv fêm dike ku li dijî PKK-ê haziriya operasyoneke pir mezin tê kirin.


Dewlet, ji bo ku milet û bîrûraya giştî ji bo vê êrîşê baş hazir bike, bi riya hin çapemeniya girêdayî AKP-ê ji nuha da propagandeya xwedêgiravî PKK ewê li bajaran dest bi çalakî û sabotajan bike.


Helbet ev sanaryo ne nuh e, berî 12-ê îlonê jî ”dewleta kûr” eynî sanaryo tetbîq kiribû. Ji bo zemîna darbeyê û hazir bikin û li hemberî kuredan dest operasyonan bikin bi merivên xwe bi sadan însan dan kuştin û bûyerên wiha kirin.


Yanî nuha jî dîsa dixwazin eynî sanaryoyê dîsa têxin dewrê.


Ji xwe belkî jî hin bûyer û revandinên leşkeran yên piştî bûyera Farqînê jî destpêka tetbîqa vê sanaryoyê ye.


Mesela wê rojê axaftina Cemîl Çîçek ya li dijî BDP-ê jî tahrîk û banga şerkî li dijî kurdan bû.


Bi kurtî tirsa Orhan Çalişlar ya ji şerekî li hemberî kurdan, tirseke di cî da û rast e, bi rastî jî hukûmetê li hemberî PKK û BDP-ê û hemû kes û hêzên kurdperwer biryaraşerekî berfireh daye û haziriyên vê yekê jî pir vekirî tên meşandin.


Serokê BDP-ê Demîrtaş û Mûrad Karayilan jî du sê roj berê eynî tahlûke anîbûn zimên û gotibûn ku hukûmet li hemberî kurdan haziriya şerekî pir mezin dike.


Ji xwe piştî bûyera Farqînê, Erdogan jî got, di rojên pêş da li hemberî "terorê" ewê dest bi stratejiyeke nuh û operasyoneke mezin bikin.


Rojnamevan Husnu Mahallî jî di nivîsa xwe ya do da dibêje, ji bo ku tiştên li Îraqê derket meydanê li Sûriyê jî çênebe û li Sûriyê jî kurd weke kurdên Îraqê hin mafan bidest nexin Tirkiye ketiye nava tirs û xebateke mezin.


Yanî ji  bo ku kurd çavên xwe venekin, ne li Tirkiyê û ne jî li Sûriyê tu mafî bidest nexin, îhtîmaleke pir mezin e ku hukûmeta AKP-ê li hemberî kurdan dest bi êrîşeke pir mezin bike.


Heger hin aktor nekevin dewrê û êrîş neyê rawestandin, êrîş ewê ji ya dema 12-ê îlonê ne kêmtir be.


Hesabê Erdogan û AKP-ê ew e ku li hemberî xelkê siwîl dest bi teroreke mezin bike û bi hezaran kurdên siwîl bigrin û bavêjin zindanan.


Li gorî Erdogan ancax bi vî rengî çareser bibe; bêtir girtin û kuştin...


Pir ne dûr e ku ji bo vê êrîşa der û hundur, hukûmeta aKP-ê ji Emerîka jî OKEY girtibe.


Hin kurdên me yên pir jîr û dûrbîn digotin ku AKP ewê mesela kurd çareser bike. A we ye em dibînin çawa çareser dike....


Lê ewê çawa bike ew tiştekî din e....


Esas heta ku kurd li Tirkiyê bindest bin, kîjan hukûet li ser hukum dibe bila bibe qet ferq nake, li tu derê ji kurdan ra rehetî tuneye.


Tirkan li Îraqê çi kirin ewê li Sûriyê jî eynî tiştî bikin, ev pir vekirî ye.


Kesên ku dixwestin AKP qezenc bike û rayên xwe danê û di nava kurdan da bûn berdevkên Erdogan, bira nuha herin ji Erdoganê xwe ra bibêjin tu çima wiha dikî?


Bira ji Erdogan ra bibêjin, em ji te ra xebitîn, me ray da te, me her roj pesnê te da û tu weke hewariyê demokrasiyê nîşan da ji bo ku tu şer rawestînî û mesela kurd çareser bikî.
Ma çererseriya te ev bû?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE