21 augusti 2011

Erdogan li dû helandina gelê kurd e

Çapemeniya tirk dinivîsîne, Erdogan ewê cejna BDP-ê pîroz neke


Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, çend roj berê di beyanake xwe da bêyî ku nav  bide ji BDP-ê ra gotibû, ”Li vî welatî kesên ku mesafeyekê nexin nabêna xwe û rêxistina terorê ew jî îştîrakî vî sûc dikin. Û ewê jî bedelê vî sûcî bidin.”


Li gorî rojnameya Millîyetê dinivîsîne, ji ber ku BDP-ê ”mesafe nexistiye nabêna xwe û rêxistina terorê” Erdogan ewê BDP-ê negre programa xwe ya pîrozbahiyên Cejnê Remezanê.


Rojname dinivîsîne, dibêje piştî vê şêla Erdogan, AKP-ê jî biryar daye ku ew jî cejna BDP-ê pîroz nekin.


Xwedêgiravî sebebê vê şêla Erdogan û AKP-ê ya dijminane, ”BDP mesafeyekê naxe nabêna xwe û rêxistina terorê” û kirinên wan mahkûm nake.


AKP, di reaksiyona xwe ya li hemberî BDP-ê da ewê bi pîroznekiran cenjnê tenê jî nemîne.


Ji nuha û pîva êdî ewê bi BDP-ê ra tu hevdîtinan jî pêk neyne.


Serokwezîr Erdogan, di demeke nêz da ji bo hevdîtinên derbarê qanûna esasî ya nuh da ewê ji hemû partiyan ra nameyekê bişîne.


Lê ji bo ku ” mesafe nexistiye nabêna xwe û rêxistina terorê û di meclîsê da sond nexwariye”, Erdogan ewê ji serokê grûba BDP-ê Selahattîn Demirtaş ra nameyê neşîne û wî dawetî hevdîtinan neke.


Rojname di xebera xwe da dibêje, eynî reaksiyonê serokê meclîsê Cemîl Çîçek jî ewê nîşan bide.


Çîçek, ewê him Demirtaş ziyaret neke û him jî ji bo xebatên qanûna esasî ya nuh BDP-ê dawetî komisyonê neke.


Carê ”sebebên” xeyda Erdogan ya ji BDP-ê kuliyen(hemû) derew û hinceteke(mahneyeke)destpêkirina şer e.


Erdogan heta nuha yek carê jî silav nedaye parlamenter û berpirsiyarekî BDP-ê û neçûye ziyareta wan.


Ne tenê silav nedaye, heta pir ne mecbûr be tu carî navê BDP-ê jî nagre devê xwe.
Ji roja BDP ava bûye heta nuha, Erdogan belkî 3-4 caran jî navê BDP-ê negirtiye devê xwe û ji xwe tu carî navê serokekî BDP-ê bilêv nake.


Ev jî nîşan dide ku Erdogan merivekî çuqasî neyarê miletê kurd e.


Sebebê vê neyartiya Erdogan ya bi BDP-ê ra ne munhasirî BDP-ê ya jî PkK-ê ye, ew li hemberî hemû hêz û rêxistinên kurd xwediyê vê uslûba bêtehamul û dijminaneye.


Lê ji ber ku BDP û PKK îro ji hemû hêz û partiyên din xurttir in loma ew kîn û nefreta xwe li hemberî BDP û PKK-ê bêtir nîşan dide.


Yanî sebebê kîna Erdogan ne rêxistin e, hêz e, ji ber ku BDP û PKK îro xurt in loma Erdogan ji wan wisa dibehece.


Yanî dijminatiya Erdogan ya li hemberî BDP-ê ne girêdayî van bûyerên dawî û şêla BDP-ê ya li hemberî van bûyeran e.


Dijminatiya Erdogan ya li hemberî BDP-ê ji reaksiyoneke siyasî bîtir, sekneke îdeolojîk ya li hemberî doza miletê kurd e.


Erdogan siyasetmedarekî pragmatîst, nîjadperest û xwediyê îdeolojiyeke tirk-îslamîst e.


Herçiqas carnan, di hin demên ku ew mihtacî alîkariyê bûye rola siyasetmedarekî demokrat lîstibe û xwe weke merivekî lîberal û terefdarê çareseriya mesela kurd nîşan dabe jî ne rast e,  di esasê xwe da ew merivekî dîktator û ceberût e û ji kok da li dijî hebûna miletê kurd e.


Û ji xwe ji roja roj da jî Erdogan ev rastiya dilê xwe tim daye der û tim gotiye, ”yek milet”.


Maneya ”yek milet” î, yanî ez hebûna kurdan qebûl nakim, dibê hemû kurd bibin tirk.


Ew kurdên ku heta nuha ev îdeolojiya Erdogan nedîtibin û fêm nekiribin ya pir nezan û reben in, ya jî ji dil hevalbendên Erdogan in, ew jî naxwazin kurd azad bibin.


Lê ev yek nayê wê maneyê ku yên din ji Erdogan baştir in. Helbet ne wiha ye, Erdogan ji Bahçelî çêtir e.
Ev tiştekî din e. Tiştê ez dibêjim, dibê meriv dijminê xwe baş nas bike û di heqê wî, siyaset û îdeolojiya wî da nebe xwedî xeyalên ne realîst û ne rast.


Erdogan û AKP dibêjin tiştê me îro daye kurdan ji serê we zêde ye û ji vê zêdetir jî hûn zirnîqekê jî nabînin.


Hemû ”nermbûn”, ”vebûn” û ”pakêtên” hatin vekirin ji bo belavkirina PKK-ê, serîlêgerandinê û qezenckirina wextê ye.


Tu nêt û perojeyek AKP-ê ji van ”tiştên” ku îro dane kurdan zêdetir bide kurdan tuneye, dibê em vê rastiyê bibînin.


Heger ne wiha bûya hukûmetê dikanîbû bêyî ku bi partiyekê, bi hêzekê ra rûne dest pê bikira û mafê kurdan bidayê.


Ma dema dewlet hebûna kurdan di qanûna esasî da qebûl bike, perwedeya bi zimanê kurdî têxe jiyanê, kî dikane rê li ber vê yekê bigre ku?


Ji bo dayina van mafan dewlet ne hewceye bi BDP û PKK-ê ra bazariyê jî bike…


Lê nakin, ji ber ku ne dewlet û ne jî hukûmeta AKP-ê û bi taybetî jî Erdogan îro pir û pir dûrî çareserkirina mesela kurd in, ew hîn jî wisa bawer dikin ku bi çekan, bi şîdetê ewê PKK-ê biqedînin û bi vî hawî tevgera kurd ya netewî bişlînin….


Hedefa AKP-ê îro ev e..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE