16 augusti 2011

Erdogan dixwaze êrîşa ser kurdan berî eydiyê bide destpêkirin

Li gorî çapemenî dinivîsîne îro li Anqerê li qesra serokwezîr saetên pir întensîf û pir bi heyecan derbas bûn.

Danê nîvro sefîrên Emerîka û Îranê cihê cihê derketin qesra serokwezîrtiyê û bi cîgirê serokwezîr Bekir Bozdag ra hevdîtin pêk anîn.

Piştî va hevdîtinên sefîran, îcar serokerkanê tirk û hemû serfermandarên artêşê bi hev ra derketin ba Erdogan.

Wisa xuya ye ku Erdogan bi generalên xwe ra stratejî û taktîkên herba li hemberî kurdan dipeyive.

Dema min ev nivîs nivîsî, civînê hîn dome dikir.

Wek tê zanîn, Erdogan du roj berê kurd bi şerekî mezin tehdît kir û got”, Sebra me nema, kêrê êdî da hestî. Piştî meha remaezanê ewê tiştên pir cihê bibin.”

Ji van gotinên Erdogan wisa dihat fêmkirin ku ewê êrîşê bihêlin piştî Cejna Remezanê.

Lê wisa xuya ye ku Erdogan do fikrê xwe guherand û dike herbê berî Eydiya Remezanê bide destpêkirin…

Diyar e eceleya camêr heye.

Bi îhtîmaleke mezin Tirkiyê , bi van civînan Îran û Emerîka ji êrîşa xwe ya ser PKK-ê agahdar kirin.
Maneya agahdarkirina Îran û Emerîkayê ew e ku artêşa tirk dixwaze ewê têkeve axa Kurdistana Federe û erdê Kurdistana azad îşxal bikin û li wir "heremêmeke tampon" ava bikin.

Evêrîşa Tirkiyê di eynî zemanî da rasterast îşxala Kurdistana azad û tehdîtkirina statuya wan e jî.

Diyar e Erdogan û artêşa tirk carê biryra xwe dane û ewê dest bi êrîşê bikin, em çi bibêjin jî pere nake.
Xwezî şer derneketa û dîsa bi sedan, bi hezaran însan nehtina kuştin. Lê bi daxwaza kurdan tenê nabe, kurd şer naxwazin, lê têr nake.

Gotineke heye, dibê, merivê bibêje ” Şero ji min dûr, ku dema hat jî merivê bibêje ber Mihemed Selewat!”

Di nivîsa xwe ya do da jî min gotibû û ez nuha jî dibêjim, şer ne tu rê ye û tu meselê jî hel nake.
Heta nuha gelek caran ev rê hatiye ceribandin û her car jî şaşiya vê riyê hatiye îspatkirin.

Çare, lihevkirin û qebûlkirina mafê miletê kurd e.

Bi gefan, bi girtin û kuştinê piştî vê saetê kurd dev ji daxwazên xwe yên rewa bernadin û dewlet jî nikane bi teror û kuştinê kurdan biqedîne.

Piştî ku Erdogan û hukûmeta wî di şer da israr dike kurd û tirk careke din jî ewê deqên xwe lihevxin, hela ka em binêrin dawî ewê bi trajediyeke çiqas mezin biqede…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE