16 augusti 2011

Erdogan dîsa weke nazîstekî peyivî: Li vî welatî yek milet heye

Erdogan gef û tehdîdên xwe îro jî domand û ji BDP, PKK-ê, KCK-ê û hemû kurdên weltparêz ra got, "şebekeya cînayetan".

Erdogan got, wan ji bo operasyonekê "bi hûrgulî hemû haziriyên xwe kirine. Ji bo ku kadirên profesyonel li herêmên germ wezîfeyê bigrin hazirî hatine sefheya dawî..."

Yanî ji bo êrîşê hertitş temam e...

Pînc, sûtal, mahcirê Gurcîstanê û pêsekiniyê tirkan ji rêxistin û partiyên kurdan ra dibêje "şebekeya cînayetan."

Xwedêgiravî serokê partiyeke siyasî û serokwezîrê wealtekî ye û bi milyonan rayên kurdan girtiye, lê dîsa jî zimanekî hewqasî bêmistewa bikar tîne.

Ev bêedebî û zimanê xeberokî bêmistewayiya wî nîşan dide.

Serokwezîrekî maqûl, cidî wiha napeyive.

Rexne, bi bi termên siyasî dibe, ne ku meriv heqaretê li raqibê xwe bike.

Erdogan di axaftian xwe ya îro da neqarata xwe ya "yek milet" jî dîsa dubare kiriye û wiha gotiye:
"Miletê me, hemwelatiyên me ewê qedandina vê şebekeya cînayetan bibîne.

Me got li vî welatî yek milet, me got yek al, me got yek welat, me got yek dewlet. Emê di vê riyê da wiha dom bikin. Emê li ser axa welatê xwe ebeden nehêlin emeliyat were kirin. Dibê kesek nekeve nava van xeyalên vala. Dibê kesek teşebusî operasyoneke wiha neke."

Mêrik pir vekirî dibêje, dema kurd doza mafên xwe yên netewî bikin, ewê kurdan qetil bikin, ewê kurdan pir poşman bikin.

Wisa xuyaye qey dikin îcar li hemberî PKK-ê çekên kîmyayî ya jî napalm û atomê bikar bînin....
Ya jî dikin koka me kurdan biqelînin. Ji ber ku ji van beyan û fortên Erdogan meriv viya fêm dike...

Kurd û hemû hêz û kesên demokrat û aştîxwaz dibê li dijî van gotinên Erdogan derkevin û bi riyên demokratîk miheqeq nerazîbûnên xwe nîşan bidin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE