28 augusti 2011

Dibê kurd ji ber xeyalên vala li hev nekevin şikê

Malpera Netkurdê bi Kemal Bûrkay ra hevpeyvîneke pir baş kiriye. Li gorî ku Mûrad Ciwan dinivîsîne, wî gelek pirs ji Kemal Bûrkay kirine, lê Bûrkay berîvên hemû pirsên wî nedaya, tenê bersîva çend pirsan daye.


Mûrad Ciwan dibêje ku wî hin pirsên wek, îddîaya ku dibêjin rojnameya Zamanê teklîf biriye ji Bûrkay ku ew bibe nivîskarên wan, mesela diyarîgirtina Quranê ji alî wezîr Bagiş ve û hebûna ala tirk û bustê Ataturk di hevdîtina wî û wezîr Ertugrul Gunay de û gotinên wî ku wan weke partî tu carî berê xwe nedaye şerê çekdarî jî ji Bûrkay kirine, lê Bûraky bersîva van pirsên hanê  nedaye.


Xwezî bersîva wan jî dabûya, lê diyar e nehatiye hesabê wî loma jî bersîvên wan nedaye.


Siyaset wiha ye, pirsên ku meriv nexwaze bersîva wan bide, meriv di se ra gav dike…


Murad Ciwan, di pirsên xwe da qala prosesa çûna Bûrkay û hin speklasyonên di vî warî da û elaqeya ku hukûmetê nîşanî wî da daye bi bîra wî dixe û dibêje:


”Ji van hemuyan ew netîce tê derxistin ku li ser banga hukumetê, bi projeyeka hukumetê hûn vegeriyan welêt. Gelo projeyeka hukumetê heye ku hûn li welêt tê de kar bikin û we di vî warî de we tu rol gitrtiye. Mesela behsa heyetekê tê kirin; Heyeta Merivên Rîsipî....”


Lê Bûrkay, van îdîayên di pirsê da hemûyan red dike û dibêje, ne ew li ser banga hukûmetê venegeriyaye û ne jî vegera wî projeyeke hukûmetê ye.
Bûrkay dibêje:


Lê ev hemû tişt nîşan nade ku ez li ser banga hukumetê vegerîm welat, yan jî vegera min projeya hukumetê ye. İddîayên han tu eleqeya xwe bi rastîyê tune. Vegera min a welat, him jî piştî 31 salan ne tiştekî ecêb e, ne gunekarî ye.


Me û hukumetê li ser tu projeyî qise ne kiriye. Kesekî rolek nedaye min wek beşdarîya “heyeta mirovên rûsipî” û hwd… Ez jî ne li benda tiştekî han im. Ger ez rolekê dilîzim yan jî bilîzim ji bo çareseriya pirsa Kurd, ew jî ji ber daxwaz û hêvîyên mirovên aştixwaz û azadîxwaz in, çi Kurd çi Tirk. Belê min dît daxwazeke usa xurt di nav gel da heye û ez jî hêz û morala xebatê ji wê distînim.”


Weke tê dîtin, Bûrkay dibêje ku wî û hukûmetê li ser tu projeyê li hev nekirine û hukûmetê jî tu rol û wezîfe nedaye wî. Piştî 31 sal surgûnî ew bi biryara xwe vegeriyaye welatê xwe. Tiştên din hemû îdîayên ne rast û bêbingeh in.


Bi baweriya min jî Bûrkay rast dibêje, ew di çarçeweya projeyeke hukûmetê da venegeriyaye û di nabêna wî û hukûmetê da jî ji boçareseriya mesela kurd tu axftin ya jî lihevkrin tuneye.


Tiştên tên gotin hemû speklasyonên kurdan yên vala ne. Him dewlet, lê bi taybetî jî hukûmet ji vê nuxteyê pir dûr e.


Murda Ciwan di pirseke xwe ya din da vê îdîaya ku Bûrkayli ser daxwaza hukûmetê û PKK-ê vegeriyaye ji bo ku di rojên pêş da di heyeteke çareseriyê da wek şexsietekî rîsipî cî bigre dubare dike û wiha dipirse:


”Ji van daxwiyaniyan medya gihîşt wê baweriyê ku hûn li ser daxwaza dewletê an em bêjin hukumetê û ya PKK-ê vegeriyan welat. Belkî jî mesela vegera we di mizakereya heyeta dewletê a Îmraliyê û Öcalan de hat xeberdan. Herdu aliyan belkî qebûl kir ku hûn rolekê di prosesa aştiyê de bilîzin. Ev çend rast in? Gelo we roleka wiha girtiye ser xwe. Eger heye nuha ev kar di çi merhelê de ye?”


Kemal Bûrkay van îdîayan hemûyan careke din jî red dike û pir kin û pir vekirî dibêje:


” Daxuyaniyên han ne li cî ne, ne rast in.”


Weke min li jor jî got, bi dîtina min jî Bûrkay piştî lihevkirineke bi hukûmetê ra venegeriyaye û di nabêna wî hukûmetê da tu soz û peyman ya jî lihevkirineke di vî warîda tuneye.


Xwezî hebûya, lê tuneye.


Ji ber ku dewlet, hukûmeta AKP-ê ji bo çareserkirina mesela kurd îro bi tu kesî û tu hêzê ra rûnane û napeyive.

Çimkî hukûmet ne li dijî şexsan û rêxistinan, lê dijî meselê bi xwe ye. Hukûmet hebûna meselê qebûl nake, Erdogan dibêje ”mesela kurd tuneye, teror heye.”


Hukûmet dibêje ku me hertişt daye kurdan û tiştekî ku em ji viya zêdetir bidin tuneye.

Loma jî hukûmet bi Bûrkay ra jî tiştên wiha cidî napeyive. Dibê em kurd viya bizanibin


Şiklê pêşwazîkirinê û hevdîtina du wezîran bi Bûrkay ra ji nêt û sinyala çareserkirina mesela kurd bêtir, hesabekî ku belkî Bûrkay û Hak-Parê û PKK-ê bînin hemberî hev û bera hev din.


Û bi taktîk û ”şovên” him cepheya li hemberî xwe teng bikin û him jî kurdan bi manawrayên wiha meşxûl bikin.


Dema mesele ji ”muhbetê” hat siyasetê û Bûrkay jî qala mafê kurdan kir, alaqeya hukûmetê û medyayê kêm bû.


Roja ku dewleta tirk were wê nuxteyê ku mafê kurdan qebûl bike û ji bo vê jî bi nûnerên kurdan ra rûne, PKK-ê û BDP-ê nade aliyekî û bi Bûrkay ra rûnane.


Rûnane, ji ber ku bi rûniştin û lihevkirina bi Bûrkay ra şer ranaweste, mesele hel nabe.


Lê ji bo ku PKK-ê û BDP-ê zeîf bixînin, wan û hin kurdan bera pêxîla hevûdu bidin, kurdan mijûl bikin, dikanin bi her kurdî ra rûnin, herin pêşiya her kurdî, sohbetê bi her kurdî ra bikin û wî bidin ser serê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE