08 augusti 2011

Dibê Kemal Bûrkay vekirîtir bipeyive

Ji bo Kemal Burkay, HAKPAR-ê do li Anqerê xwarina fitarê da. Li gel gelek nas û dostên Bûrkay, gelek siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan jî bêşdarî vê sohbeta fitarê bûn.


Di nava kesên beşdar da sosyolog İsmail Beşikçi jî hebû.


Piştî axatina Bûrkay, Beşîkçî jî axaftineke kurt kir.


İsmail Beşikçi di axiftina xwe da bal kişand ser zulm û neheqiya li kurdan dibe, bêstatubûna wan û cotstandardiya dewleta tirk ya li hemberî miletê kurd.


Malpera Rizgarî ji axaftina Beşîkçî pragrafek weşandiye.


Di vê axaftian xwe da Beşîkçî rewşa kurdan wiha îzah kiriye:


”Van rojan herî zêde li ser çareserîya pirsa Kurd tê axaftin. Em ji pirsa Kurd çi fêm dikin? Divê em li ser vê yekê biaxifin. Di orteya Rojhilatanavîn de dewleteke ku 40 milyon e  û hatiye perçekirin û parvekirin heye. Lê qet tu statuya wê nîn e. Dewletên ewrûpî û Tirkiye vê tekoşîna kurdan wek terorê bi nav dikin. Dewletên wek Malta û Qibrisê yên biçûk hene, lê kurd bi 40 milyon nifûsa xwe hîn ne xwedîyê hêzeke biçûk a siyasî ne. Divê ew dewletên ku Kurdistan di nava xwe de parvekirine bêne rexnekirin. Kurd bê nasname û bê şexsîyet hiştine. Tirkiye, li Qibrisê çi dixwaze ? (Federasyona du civakî) Li Filîstînê çi dixwaze (serxwebûnê). Çima vê yekê ji bo Kurdan naxwaze?”


Axafineke pir basît, pir sade, lê pir konkret e, tiliya xwe daniye ser birînê û rasterast navê meselê lê kiriye.


Mesela kurd çi ye û em ji vê meselê çi fêm dikin?


Dil dixwest ku Bûrkay jî di civînê da weke Beşîkçî xoce wiha basît, sade û vekirî bipeyiviya û ji PKK-ê bêtir, berê tîrên xwe yên rexneyî bida dewletê û siyaseta hukûmetê.


Lê mixabina gotinên Bûrkay weke yên Bêşîkçî xoce ne zelal û vekirî bûn.


Weke Beşîkçî rewşa kurdan ya kambax ranexist ber çavan, negot kurd çi dixwazin…


Dîsa got dibê şer rawest e.


Lê rawestandina şer ne di destê PKK-ê, di destê dewletê û hukûmta AKP-ê da ye, ew bixwazin dikanin di demeke pir kin da şer rawestînin.


Ji ber ku yê di şer da israr dike ne PKK, dewlet e, hukûmeta AKP-ê ye. Dewlet dibêje ez nasekinim. Loma jî dibê Bûrkay rawestandina şer rasterast ji hukûmetê, ji aliyê neheq bixwaze û vê yekê jî eşkere bibêje, bi îmayan nabe.


Bûrkay heta nuha erê li dijî PKK-ê tiştên zêde sert û xerab negotine, lê tiştên pir baş, dilxweşkir û dostane jî negotine. Uslûba wî ne ya doatan e.


Piştî vegera Bûrkay, min du nivîs nivîsîn û min got dibê meriv fersendeê bide wî û ji destpêkê da ne reşbîn û bêhêvî be.


Hin kesan ji ber hevdîtin û civînên Bûrkay yên bi berpirsiyarên hukûmetê ra û hin gotinên wî yên li ser PKK-ê ew rexne kirin, hinekan jî hin gotinên ne xweş jê ra kirin, dest bi teoriyên komployê kirin.


Ez bi xwe li dijî wan rexneyan derketim û min got, dibê meriv hinekî sebir bike, hinekî bînfireh be û şansekî bide birêz Bûrkay.


Û ez hîn jî wisa difikirim


Ji ber ku ez dizanim dema Bûrkay dest bi vekirina dîtin û daxwazên xwe bike, hukûmet ewê tavilê dev ji vê  lîstika ”pêşwazîkirina xapandinê” berde û weke gurên har ewê qîlên xwe nîşanî birêz Bûrkay bide.


Ji ber ku tiştê Bûrkay ji bo miletê kurd dixwaze ji yê PKK-ê û BDP-ê zêdetir e, ne kêmtir e.


Mesele hîn negihîştiye wê derê, ewê nuha were wir jî.


Lê bala min lêye Bûrkay, di axaftinên xwe da, weke Beşîkçî vekirî napeyive û ji dewletê bêtir, berê xwe rexneyên xwe tim dide PKK-ê, ji dewletê bêtir PKK-ê rexne dike.


Ya din jî dema qala PKK-ê, BDP-ê û tevgera wan dike, meriv di uslûba wî da çirîskên dostaniyê û dilxwaziyê nabîne, ji bo ku di heqê wan da gotineke baş ji devê wî dernakeve pir dîqet dike.


Meriv di bersîv û axaftinên wî da vê dilnexwaziya wî rehet dibîne.


Mesela di axaftina xwe ya do êvarî da Bûrkay got, ”ew naxwaze leşler jî û mîlîtanên PKK-ê jî werin kuştin.”


Bi ditîna min bikaranîna gotina ”mîlîtanên PKK-ê” ne xweş bû, ji dêlî wê, bigota ”gerîlayên PKK-ê” ya jî gerîlayên kurd, ya jî zarokên kurd ewê xweştir bûya, kêfa kurdan ewê bêtir jê ra bihata.


Yanî rîsipeyekî wekî Bûrkay, siyasetmedarekî wekî wî bi tecrûbe dibê tim nebêje ”ez û ez”, tenê qala xwe, hevalên xwe û tevgera xwe neke. Dibê bi çavê mezinekî kurdan nêzî meselê bibe, xebat û têkoşîna xelkê, ya hêzên din jî bibîne û miheqeq wan jî tim binitirîne, bîne zimên, teqdîr bike.


Dibê ne weke lîder û siyasetmedarekî grûba xwe tenê, wek yê hemû kurdan tev bigere.


Dema wiha neke ne mimkûn e ku kanibe derî grûba xwe tesîrê li kurdan bike û ji baê wan ve jî were qebûlkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE