01 augusti 2011

Bi hêviya ku ev gavên hukûmetê ne fen e

Ev du roj in hukûmeta AKP-ê pêşwziyeke pir germ li birêz Kemal Bûrkay dike. Weke dîplomatekî dewletekê pê ra didin û distînin.


Ev tevgera hukûmetê heger ne taktîk û ji bo nêteke xerab be pir baş e û be hêviyekê dide meriv....


Hevdîtina Bûrkay bi wezîrê karûbarên Yekîtiya Ewropayê a hukumeta AKP-ê Egemen Bagiş û civîna wan ya çepemeniyê destpêkeke pozîtîv e.


Lî dîsa jî meriv nizane nêta hukûmetê çi ye û dixwaze çi bike?


Gelo hukûmet dixwaze ji bo çareserkirina mesela kurd ji Bûrkay alîkariyê bigre ya jî dixwaze bi vê riyê kurdan bera hev bide?


Dibê kurd pir bi dîqet bin.


Gerçî Bûrkay siyasetmedarekî xwedî tecrûbe ye, ew tirkan baş nas dike, loma jî gerek neyê xapandin û lîstika wan.


Bi dîtina min heta nuha şêla Bûrkay pir baş e û tiştên baş û maqûl dibêje, berê rexneyên xwe dide hukûmet û dewletê jî.


Bûrkay got:


” Helbet di mesela şidetê de tenê berpirsyarî û şaşîtî ne ya kurdan ya jî ya rast û çepan e, dewletê jî şîdet bikaranî, bi zimanê zorê çû ser meselan, şidetê şidet peydakir. Lê î ro rewş hatiye wê nuxtê ku herkes fahm dike ku kes bi şidetê nagihîje tu derê.”


Ev şêla rexnegir ya li hemberî dewletê gelkî girîng e û dibê tim were gotin. Ji ber ku yê kurd mecbûrî ”şîdetê” kirine dewlet e, kurdan ji ber kêfa dilê xwe ranehîştin çekan, dewletê ew mecbûr kirin.


Dîsa Bûrkay di axftina xwe da got:


Min li derveyî welêt çi diparast ez li vê derê jî wan diparêzim. Min do çi digot, ez îro jî wiya dibêjim…


Û em herkes dizanin ku Kemal Bûrkay ev 35 sal in ku ji bo kurdan federasyonê diparêze.


Li ba Egemen Bagiş dubarekirina vê dîtinê jî pir girîng e.


Îro ji nişkave ziyareta Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê jî gelkî girîng e, dibe ku têkiliya wê bi çûna Bûrakay hebe.


Ji ber ku Nêçîrvan Barzanî çendakî berê gotibû, dibê dewlet bi PKK-ê ra rûne û ew dixwaze di vî warî da tiştê têkeve ser milî wî bike.


Yanî îhtîmal heye ku Bûrkay û Nêçîrvan Brzanî di di nabê hukûmeta AKP-ê û PKK-ê, BDP-ê da wek heyeta rîsipiyan hereket bikin.


Ez bawer nakim Bûrkay bêyî têkiliyên bi BDP-ê û PKK-ê ra bi serê xwe xwe bi hekûmetê ra ji bo çareseriyê têkeve nava hin danûstendinan.


Yanî netîce pir ne dûr î aqilan e ku Erdogan hinekî biaqil bûbe û bixwaze bi kurdan ra rûne û mesela kurd bi riyeke aştiyane çareser bike.


Bi van bûyer û gavên tên avêtin meriv vê îhîmala riya aştiyê û bi beyan û gotinên Erdogan ”yek milet, yek dewlet, yek al, yek welat” jî îhtîmala şer dibîne.


Lê ez hêvî dikim ku ev nezaket û "mîvanperweriya" hukûmeta AKP-ê ya li hemberî Bûrkay ne fen be, bi rastî jî hatina ber ben be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE