20 augusti 2011

Armanca hukûmetê kuştina rezvan e ne xwarina tirî ye

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan, di nivîsa xwe ya îroda da li ser rexne
û êrîşên medîaya tirk yên li hemberî BDP-ê radiweste û dibêje:

”Berî ku hûn li BDP-ê xin bersîvê bidin.
Qendîla ku Abdulah Ocalan nikane zeft bike, ma BDP-yê zeft bike?
Dema BDP bibêje ”Bimre PKK û bijî hukûmet, ma ewê mesele çareser bibe?”

Ahmet Hakan pirseke pir rast û pir di cî da kiriye. Bi rastî jî wisa ye.

Hukûmet û medîa jî dizanin ku bi mahkûmkirina BDP-ê tişt naguhre. Lê sextekarî û durûtiyê dikin, ji ber ku nêta wan ne çareserî ye, ji bo qezenckrina wextê ji xwe ra li qal û qîlan digerin, bi bahaneyên wiha dixwazin kurdan bera hev bidin.

Ma her roj bi hezaran tirk û kurdên hevalbendên hukûmet û dewletê nabêjin ”Bimre PKK û bijî hukûmet û dewleta tirk?”

Ma 70-80 parlamenterên kurd yên AKP-ê, her roj nabêjin ”Bimre PKK û teror û bijî dewlet?”

Ma bi hezaran qelemşorên çapemeniyê nabêjin ”Bimre PKK”?

Hema çend kesên din li vê koroyê zêde bibin ewê çi were guhertin ku?

Ewê qet tiştek jî neyê guhertin.

Vê rastiyê hukûmet jî û çapemenî jî dizane.

Lê ji ber ku nêta hukûmetê ya çareseriyê tuneye, loma jî li mahneyan digere û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe.

Yanî hemû sebebên hukûmetê fen in, hemû kostek û ben in.

Heger hukûmet bi rastî bixwaze şer rawestîne di serî da dibê Erdogan dev ji neqarata xwe ya nîjadperest ya înkara hebûna miletê kurd ”yek dewlet, yek al, yek milet” berde, hebûna kurdan qebûl bike û vekirî diayr bike ku ewê mafê kurdan yên netewî bidin.

A wê demê mesele tavilê çareser dibe…

Yanî sebebê hebûn û berdewamiya şer ne hin çalakiyên PKK-ê yên van demên dawî ye, sebeb siyaseta hukûmetê ya înkar û îmhayê ye.

Hukûmet hîn ne amadeye ku bi qanûnî mafekî herî biçûk jî bide kurdan. Ew hîn bawer dikin ku ewê kurdan jî bi riya asîmîlasyonê biqedînin.

Roja ku hukûmetê, Erdogan û dewletê dev ji vê siayseta xwe berdan, mesela kurda di nava demeke kin da hel dibe.

Hukûmet, ji bo xapandin û serîliêgerandinê dikane îro hin tawîzên taktîkî(wek TRT6-ê)bide, lê ne bi qanûn û qebûlkirine ke resmî.

Mesela esas ev e, hemû argument û sebebên din giş xîlafî heqîqet in, vir in, demagojî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE