31 augusti 2011

Mihrî Bellî kemalîstekî li dijî azadiya kurdan bû

Di malpera ANF-ê da li ser Mîhrî Bellî bi Dûran Kalkan ra hevpeyvîneke pir dirêje û pir sosiret heye.

Min xwest hevpeyvînê bixwînim lê min nikanîbû biqedanda, min tehamul nekir.

Ne mimkûn e ku kurdek bikanibe sebra xwendina wê nîşan bide.

Dûran Kalkan weke kemalîstekî temam pesnê Bellî dide, Bellî bi asîmanan dixe, dike şoreşger û enternasyoyanlîstekî herî mezin û dostê kurdan.

Ez fêm nakim berpirsiyarekî tevgereke kurd çawa dikane hewqasî heyranê Bellî be, çawa diwêre weke miridîkî hewqasî pesnê merivekî nasyonalîst û kemalîstê tirk bide?

Kalkan ji serî heta dawiyê demagojiyê dike,  ji bo ku Belliyê kemalîst û berdevkê artêşê û generalan bi me kurdan şîrîn nîşan bide.

Piştî mirina Bellî, gelek kesan li ser Bellî nivîsandin, lê tu kesî bi qasî Kalkan pesnê Bellî neda.

Kalkan, ne bi çavê kurdekî û kadir û bepirsiyarê tevgereke kurd ya netewî, bi çavê tirkekî kemalîst û wek mirîdekî Bellî, li Bellî dinêre û bi demagojiyeke mezin Bellî weke dostê miletê kurd nîşan dide, ku ev îdîa ji kok da derew e.

Merivekî ku hewqasî ji Mîhrî Bellî hez bike, ne mimkûn e ku ruhekî netewî pê ra hebe û ji kurdan hez bike..

Bellî tu carî nebûye dostê miletê kurd û piştgirî nedeya têkoşîn, liberxwedan û serîhildanên kudan.

Bellî di jiyana xwe yek gotineke baş jî derbarê dîrok û serîhildanên kurdan da nekiriye, wî hemû serîhildanên kurdan paşverû û weke lîstikên hêzên der û empeyalîzmê ya li dijî Komara Tirkiyê dîtiye...

Bellî, herwisa li dijî hemû serokên kurdan bû jî. Wî, Şêx Seîd, Îhsan Nûrî Paşa, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Mustefa Barzanî ne weke rêber û serokên mimletekî bindest û tevgereke netewî ya biheq, weke mirivên paşverû, zilamên hêzên der û li dijî demokrasî û pêşketinaTirkiyê didît.

Perînçek û Yalçin Kuçuk ji bo kurdan, dîrok û serîhildanên wan çi difikirî Bellî jî pir hindik eynî tişt digot.

Li gora Bellî, hemû serîhildanên kurdan(Îran û Îraq jî tê da)paşverû û lîstikên hêzên der û emperyalîzmê bûn. 

Çawa ku Perînçek û Yalçin Kuçuk ji bo rê li ber peçebûna Tirkiyê bigirn xwe nêzî Apo kirin û pesnê wî dan, Bellî jî ji bo eynî armancê xwe nêzî Apo kir.

Weke Perînçek û Kuçuk, Bellî jî xwest ”tamara/îdeolojiya kemalîzmê” di nava PKK-ê da xurt bike û loma jî ji Ocalan ra  got, ”Başkan” ya nî serok.

Yalçin Kuçuk jî ji bo eynî armancê digotin "Başkan"!

Bellî, derbarê PKK-ê daxwazên miletê kurd yên netewî da jî bêyî gotina ”Başkan” û hin demagojiyên vala, tu tiştekî pozîtîf negotiye.

Belî tu carî negotiye serxwebûn û veqetandin mafê miletê kurd e jî.

Belî tu carî piştgirî nedaye têkoşîn û liberxwedana kurdên Îranê û Îraqê.

Bira piştgirî li wir bimîne, Bellî, bi xurtî li dijî têkoşîna kurdan bû, wî ew weke hevalbendên emperyalîzmê didît.

Hemû tirsa Bellî ew bû ku PKK xeteke millî bajo.

Ji bo ku PKK-ê ji vê xeta millî dûr bixe û nêzî kemalîzmê bike Bellî bi zanetî ji Ocalan ra digot, ”Başkan” ya jî ”Başakanim”!

Merivekî ku li ser dîroka kurda yek gotineke baş neke, li dijî hemû serîhildanên kurdan be, li dijî hemû serok û mezinên kurdan be, ji wan ra bibêje  paşverû û ”îşbîrlikçî” yanî hevkarê emperyalîzmê, ez fêm nakim çawa dikane bibbe dostê kurdan?

Bellî, Mezûd Barzanî û Celal Talabanî weke ajanên Emeerîka û emperyalîzmê didît, ji wan ra tim "îşbîrlîkçîler" yanî zilamên emperyalîzmê.

Bellî, nasyonalîstî tirk bû, di dereceya mirîdekî da kemalîst bû, çîroka ergenekonê diparast, berdevkê artêşê bû serokerkanên artêşê weke şoreşgerên mitewazî didît.


Di quncikê xwe yê Tarafê da Yildiray Ogur, li ser Mîhrî Bellî nivîseke pir baş nivîsîye. Kesên meraq bikin dikanin nivîsa Yildiray Ogur bixwînin û di wir da bibînin ku Bellî çi meriv e, li ser kurdan, kemalîzmê, artêş da çi gotiye...
Nivîsa Yildiray Ogur  di malpera rizgariyê da jî heye.

29 augusti 2011

Çima em nikanin zora dijminê xwe bibin?

Xortekî bi navê Edalet Milan di facebookê da nivîseke min şiroveye kiriye, gotiye miletên din di çend salan da xelas dibin, ev 100 sal in em şer dikin ji bo çi em xelas nabin?

Û hin pirs û gazinên din yên wiha wiha ji min kiriye.

Ev nivîsa min bersîva pirsên wî xortî ye.

Edalet Milanê hêja, bîna xwe fireh bike….

Kêmasî ne ji me ye, sebeb ne em in, dijminên me pir in û ”dostên2 me ne hindik, ji binda tunene...

Li cîhanê yek milet jî bêyî piştgirî û alîkariya derve rizgar nebûye.

Lê ji bo rizgarî û serxwebûnê kes alîkariya me kurdan nake.

Ji ber ku kara wan di me da tuneye.

Em nikanin ji dijminên xwe bêtir bidin xwediyên cîhanê….

Ji ber ku ji bo dewletan hertiş pere ye, îmana wan jî û ûjdanê wan jî pere ye, kara wan li ku zêde be ûjdanê xwe difroşin wan…

Bêşansiya me ew e ku welatê me li herêmeke pir stratejîk e, pir mezin û pir jî dewlemend e.

Û ev jî bûye "bela" serê me...

Loma jî li welatê me tim zûre zûra gurên har e...

Loma jî barê me giran û karê me zortir bûye.

Dijminên me pir û xurt in.

Bêyî kurdan tu miletekî din nikanîbûye demeke hewqas dirêj, li hemberî hezên hewqas mezin û xurt raweste û liberxwe bide.

Kurd bi kêmanî ev 200 sal in ku ji bo azadî û serxwebûna xwe li hemberî 3 hûtên Rojhilata Navîn şer diikin.

Ev ne tiştekî hindik e, hêza me hew e, hew ji destê me tê.

Di dîroka nêz da li cîhanê tu hêzeke netewî û rizgarîxwaz bi qasî PKK-ê mezin û xurt nebûye.

Li cîhanê tu miletekî din, bi qasî kurdan hewqas fedekarî û qehremanî nekiriye...

Lê dîsa jî têr nake.

Em li hemberî sê dewletan şer dikin.

Hemû dewletên cîhanê, ji Emerîkayê, Rûsyayê, Cînê, Japonyayê bigre, heta bi 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, hemû jî li dijî serxwebûna me ne û ji bo ku em bindest bimînin piştgiriyê didin dijminên me.

Heger ne wiha bûya, yanî heger van dewlatan bi qasî ku alîkariya xirwatan, letan, boşnakan, arnawitan(Kosowa), makedoniyan û miletên din kirin, alîkariya me jî kiribûna nuh ji zûda em jî rizgar bûbûn.

Ma heger ne bi destûr û alîkariya Emerîkayê  be tirk dikanin vî hukmî bikin?

Bêguman na, ev quretî û çavsoriya wan ya li hemberî me bi saya piştgiriya Emerîkayê ye.

Ev 27 sal in ku sê çar hezar keç û xortên kurd li hemberî artêşeke, hêzeke çekdar ya yekmilyonî şer dikin û naşikên!

Ez Îranê jî te nahesibînim…

Ma ev edalet e?

Li cîhanê heq, huqûq, edalet tuneye, hertişt zor, çavbirîn û menfeet e….

Lê kurd miletekî bi xurûr, bi heysiyet, înad û girêdayî nasnameya xwe ye. Dibê tu baş bizanibî ku tu hêz, tu tang, top û balafir nikane îradeya miletê kurd bişkîne ya jî teslîm bigre.

Miletê kurd zû dereng ewê zora van zaliman û hevalbendên wan bibe û miheqeq ewê bigihîje azadî û serxwebûna xwe.

Meraq neke, bêhêvî nebe, heta ji te tê bixebite û ne weste, ew roj ewê were….


"Zilamek û Zimanek"

Mîr Celadet Alî Bedirxan, 60 sal berî nuha di 15-ê temûza 1951-ê da li Sûriyê di qezayeke trajîk da çû ser dilovaniya xwe.

Îsal 60 saliya wefata wî tê bibîranîn.

Celadet Bedirxan, ji edebiyat, dîrok û bi taybetî jî ji zimanê kurdî ra xizmetên bêhempa kiriye. Berî hertiştî, ew danêrê elîfba û gramera kurdî ye. Bi saya serê wî, îro em kurd xwedî elîfbeya kurdî-latînî û rêzimanê kurdî ne.

Xebateke wî ya din ya gelkî girîng jî derxistina kovara Hawarê ye.

Wî, di sala 1932-a da kovara HAWARê derxist. Ji sala 1932 heta sala 1943-a li ser hev 57 hejmarên Hawarê weşand.

Kovara Hawarê di warê dîrok, edebiyat û zimên da weke ansîklopediyeke pir hêha ye.

Hawar, kovara kurdî latînî ya pêşî bû û bi saya Hawarê û dû ra jî bi kovara Ronahiyê xwendin û nivîsandina kurdî di nava kurdan da belav bû, kurd fêrî elîfbeya latînî bûn, ji nava kurdan nivîskar û şairên nuh derketinb û helbestên Cegerxwîn û Qedrîcan di nava kurdan da olan dan.

Bêyî Hawarê, wî, kovareke bi navê RONAHÎ jî weşand. RONAHÎ jî heta sala 1945-a 28 hejmar hatin weşandin.

Bêyî weşandina HAWARÊ û RONAHÎYÊ, Elîfbeya Kurdî, Rêzimana Kurdî û Ferhenga Kurdî, gelek lêkolîn û xebatên wî yên din jî hene.

Li gel elîfbayê û gramerê, berhema Celadat Berdirxan ya herî bi nav û deng kovara Hawarê ye.

Hawar, cara pêşî ez dibêjim di sala 1978-a da min li Diyarbekrê li mala Mûrad Ciwan dît û çend nivîs jê xwendin.

Dû ra di sala 1980-î da min li Almanya HAWAR kirî û bi xwe ra anî Swêd.

Li Swêd min çend caran xwest ku Hawarê ji serî heta dawî bixwînim, lê ez tim biserneketim.

Ji ber ku kovar hatibû biçûkkirin, formata wê ji A4-ê û bûbû A5, loma jî herf pir hûr bûbûn, meriv baş nedidît. Îcar xwendina 1100 rûpel herfên hûrik jî wer ne rehet e.

Lê ez dibêjim min di Hawarê da hemû nivîsên girîng xwendine.

Ji van nivîsên girîng yek jî ”Zilamek û Zimanek” bû ku pir bala min kişand û min pir jê hez kir.

Û loma jî min ew nivîs di sala ya 1982 ya jî 1983-a da di kovara Berbangê da (kovara Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd)weşand.

Celadet Bedirxan, di nivîsa ”Zilamek û Zimanek”î da qala merivekî cuhûyê ji Rûsyayê ku çawa zimanê îbranî ji mirinê xelas kiriye dike.

Nivîseke pir manîdar e. Dema min xwend, nivîsê tesîreke pir mezin li min kir û loma jî ez dixwazim careke din jî biweşînim.

Rohat Alakom îro di Netkurdê da li ser Hawarê belegeyek gelkî girîng belav kir. Min jî ew belge di facebooka xwe da belav kir. 

Di wê belgeyê da diyar dibe ku di sala 1932-a da Heyeta Koma Wezîran bi îmzeya Ataturk, belavkirin, kirîn û firotina Hawarê li Tirkiyê qedexe kirine.

Piştî ku min ev belge dît, ji bo ku çîlên nuh jî vê nîvîsa Celadet Bedirxan bibînin, min jî biryar da ku wê biweşînim û bi vî rengî him xortan jê agahdar bikim û him jî Mîr Celalet Bedirxanê gorbuhuşt  bi minasebeta 60 saliya wefat wî bibîr bînim...

Kerem bikin, nivîsê bixwînin.



"Zilamek û Zimanek
Herekol Azîzan (Mîr Celadet Bedirxan)

Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî
jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho
bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye
nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên
xwe pê eşkere dikin.

Me got zimanên mirî zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve
ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.

Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu
tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine
mezin, kitêbne hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin.

Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu
kes bi wan napeyive.

Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn.
Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne
zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.

Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî
vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye.

Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi
tenê zanayan pê dizanîn û di kiniştan de tewrat bi vî zimanî dihate
xwendin.

Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin
xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û ji
lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.

Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û
herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn.

Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî
û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendawar dibû û rojnameyên rûsî
gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.

Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehûda hebû.
Kurê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko
miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrên
zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiqlalên xwe. Yehûda bi van
bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket.

Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e.
Cihî ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne
û bi zimanên xelkê xeber didin.

Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: divêt cihî vegerin
welatê pêşiyên xwe, welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan
jî weke xelkê zimanek hebe û têkde pê baxêvin. Ev ziman jî zimanê
pêşiyan, zimanê ibranî ye.

Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê, qesta
wî bajarê mêvanhewîn kir.

Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû. Elyêzer
ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên
milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko
digotin ev mirov dîn e.

Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a
mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiri
bû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.


Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû bû. Niho diviya
bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike.

Ji bo çandina tovê
xwe jê re zeviyek diviya bû.

Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê.
Bi vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda bi
rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştine erdê
Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.

Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehoda gote jina xwe, ji niho û pê de
emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû.
Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî
gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi
tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb.
Lê bi vê laliyê miletê cihî wek miletine din bû xediyê zimanekî,
xwediyê zimanekî xweser.

Yehûda û xelkê mala wî di zîvariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji
fikirine mezin re fedakarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê
bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko
xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê
mirovên dinyayê dihesiband.

Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan jî
peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina
ibraniyê jî kirirn.

Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên ko di
zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di nav
cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir
zimanê ibranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû
zimanê miletekî.

Ev ziman îro di Felestînê û di rex erebî û
ingilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.
Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête
pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye.
Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê
ibretê bigirin.

Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em
pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi
tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî
êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi
vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî
miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne
divêt bi kêrî wî bêt.

Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser,
xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanî
daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin
hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin û ji lewre
li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de
hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê
xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê
re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û
pişre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir
bi tenê bi kurdî xeber bidin.

Belê ji van kurdan re divêt, gava derve têne mal, herwekî cilên xwe
ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê
biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê
malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin."

Jêder: Kovara Hawarê; hejmara: 40, sala 1942


28 augusti 2011

Dibê kurd ji ber xeyalên vala li hev nekevin şikê

Malpera Netkurdê bi Kemal Bûrkay ra hevpeyvîneke pir baş kiriye. Li gorî ku Mûrad Ciwan dinivîsîne, wî gelek pirs ji Kemal Bûrkay kirine, lê Bûrkay berîvên hemû pirsên wî nedaya, tenê bersîva çend pirsan daye.

Mûrad Ciwan dibêje ku wî hin pirsên wek, îddîaya ku dibêjin rojnameya Zamanê teklîf biriye ji Bûrkay ku ew bibe nivîskarên wan, mesela diyarîgirtina Quranê ji alî wezîr Bagiş ve û hebûna ala tirk û bustê Ataturk di hevdîtina wî û wezîr Ertugrul Gunay de û gotinên wî ku wan weke partî tu carî berê xwe nedaye şerê çekdarî jî ji Bûrkay kirine, lê Bûraky bersîva van pirsên hanê  nedaye.

Xwezî bersîva wan jî dabûya, lê diyar e nehatiye hesabê wî loma jî bersîvên wan nedaye.

Siyaset wiha ye, pirsên ku meriv nexwaze bersîva wan bide, meriv di se ra gav dike…

Murad Ciwan, di pirsên xwe da qala prosesa çûna Bûrkay û hin speklasyonên di vî warî da û elaqeya ku hukûmetê nîşanî wî da daye bi bîra wî dixe û dibêje:

”Ji van hemuyan ew netîce tê derxistin ku li ser banga hukumetê, bi projeyeka hukumetê hûn vegeriyan welêt. Gelo projeyeka hukumetê heye ku hûn li welêt tê de kar bikin û we di vî warî de we tu rol gitrtiye. Mesela behsa heyetekê tê kirin; Heyeta Merivên Rîsipî....”

Lê Bûrkay, van îdîayên di pirsê da hemûyan red dike û dibêje, ne ew li ser banga hukûmetê venegeriyaye û ne jî vegera wî projeyeke hukûmetê ye.
Bûrkay dibêje:

Lê ev hemû tişt nîşan nade ku ez li ser banga hukumetê vegerîm welat, yan jî vegera min projeya hukumetê ye. İddîayên han tu eleqeya xwe bi rastîyê tune. Vegera min a welat, him jî piştî 31 salan ne tiştekî ecêb e, ne gunekarî ye.

Me û hukumetê li ser tu projeyî qise ne kiriye. Kesekî rolek nedaye min wek beşdarîya “heyeta mirovên rûsipî” û hwd… Ez jî ne li benda tiştekî han im. Ger ez rolekê dilîzim yan jî bilîzim ji bo çareseriya pirsa Kurd, ew jî ji ber daxwaz û hêvîyên mirovên aştixwaz û azadîxwaz in, çi Kurd çi Tirk. Belê min dît daxwazeke usa xurt di nav gel da heye û ez jî hêz û morala xebatê ji wê distînim.”

Weke tê dîtin, Bûrkay dibêje ku wî û hukûmetê li ser tu projeyê li hev nekirine û hukûmetê jî tu rol û wezîfe nedaye wî. Piştî 31 sal surgûnî ew bi biryara xwe vegeriyaye welatê xwe. Tiştên din hemû îdîayên ne rast û bêbingeh in.

Bi baweriya min jî Bûrkay rast dibêje, ew di çarçeweya projeyeke hukûmetê da venegeriyaye û di nabêna wî û hukûmetê da jî ji boçareseriya mesela kurd tu axftin ya jî lihevkrin tuneye.

Tiştên tên gotin hemû speklasyonên kurdan yên vala ne. Him dewlet, lê bi taybetî jî hukûmet ji vê nuxteyê pir dûr e.

Murda Ciwan di pirseke xwe ya din da vê îdîaya ku Bûrkayli ser daxwaza hukûmetê û PKK-ê vegeriyaye ji bo ku di rojên pêş da di heyeteke çareseriyê da wek şexsietekî rîsipî cî bigre dubare dike û wiha dipirse:

”Ji van daxwiyaniyan medya gihîşt wê baweriyê ku hûn li ser daxwaza dewletê an em bêjin hukumetê û ya PKK-ê vegeriyan welat. Belkî jî mesela vegera we di mizakereya heyeta dewletê a Îmraliyê û Öcalan de hat xeberdan. Herdu aliyan belkî qebûl kir ku hûn rolekê di prosesa aştiyê de bilîzin. Ev çend rast in? Gelo we roleka wiha girtiye ser xwe. Eger heye nuha ev kar di çi merhelê de ye?”

Kemal Bûrkay van îdîayan hemûyan careke din jî red dike û pir kin û pir vekirî dibêje:

” Daxuyaniyên han ne li cî ne, ne rast in.”

Weke min li jor jî got, bi dîtina min jî Bûrkay piştî lihevkirineke bi hukûmetê ra venegeriyaye û di nabêna wî hukûmetê da tu soz û peyman ya jî lihevkirineke di vî warîda tuneye.

Xwezî hebûya, lê tuneye.

Ji ber ku dewlet, hukûmeta AKP-ê ji bo çareserkirina mesela kurd îro bi tu kesî û tu hêzê ra rûnane û napeyive.

Çimkî hukûmet ne li dijî şexsan û rêxistinan, lê dijî meselê bi xwe ye. Hukûmet hebûna meselê qebûl nake, Erdogan dibêje ”mesela kurd tuneye, teror heye.”

Hukûmet dibêje ku me hertişt daye kurdan û tiştekî ku em ji viya zêdetir bidin tuneye.

Loma jî hukûmet bi Bûrkay ra jî tiştên wiha cidî napeyive. Dibê em kurd viya bizanibin

Şiklê pêşwazîkirinê û hevdîtina du wezîran bi Bûrkay ra ji nêt û sinyala çareserkirina mesela kurd bêtir, hesabekî ku belkî Bûrkay û Hak-Parê û PKK-ê bînin hemberî hev û bera hev din.

Û bi taktîk û ”şovên” him cepheya li hemberî xwe teng bikin û him jî kurdan bi manawrayên wiha meşxûl bikin.

Dema mesele ji ”muhbetê” hat siyasetê û Bûrkay jî qala mafê kurdan kir, alaqeya hukûmetê û medyayê kêm bû.

Roja ku dewleta tirk were wê nuxteyê ku mafê kurdan qebûl bike û ji bo vê jî bi nûnerên kurdan ra rûne, PKK-ê û BDP-ê nade aliyekî û bi Bûrkay ra rûnane.

Rûnane, ji ber ku bi rûniştin û lihevkirina bi Bûrkay ra şer ranaweste, mesele hel nabe.

Lê ji bo ku PKK-ê û BDP-ê zeîf bixînin, wan û hin kurdan bera pêxîla hevûdu bidin, kurdan mijûl bikin, dikanin bi her kurdî ra rûnin, herin pêşiya her kurdî, sohbetê bi her kurdî ra bikin û wî bidin ser serê xwe.

Heta ku em ev kurd bin dîrok ewê tim tekerur bike

Ji sebebên têkçûnên serîhildanên kurdan yên do yek jî bêtifaqiya hêzên kurd yên netewî  bû...

Mîrekî, şêxekî kurd li hemberî Dewleta Osmanî û dû ra jî li hemberî Komara Tirk serî hildida, mîrekî û şêxekî din jî ya li dij derdiket ya jî bêteref dima.

Ji ber ku ya li dijî serokê serîhildanê bû û ya jî hin kirin û gavên serîhildanê nedieciband. Loma jî piştgirî nedida serîhildanê, hêz û zanî xwe jî tevê nedikir, tevger ew xurttir û berfirehtir nedikir.

Û vê yekê jî tim feyde dida dewletê û zirar dida kurdan.

Îro jî li Kurdistana bakur pir hindik eynî çîrok û eynî şaşî dubare dibe.

Hinekan li hemberî dewleta tirk serîhildane, hinek jî ji dêlî ku vê tevgerê xurttir, rasttir û baştir bikin û bi uslûb û kirinên xwe li riyên hevkariyê bigerin, ya li dij in ya jî lê temaşe dikin.

Yanî çîroka do dubare dibe…

Hinek kurd li hemberî kêmasî û şaşiyên pêşeng û rêxistinên vê serîhildanê tim çarçav in, kêmasî û şaşiyan baş dibînin û bi lez û bez rexne dikin.

Lê li hemberî rastî, başî û serkeftinan jî tim kor in ya jî baş nabînin.

Û dema bibînin jî xwe kerr û lal dikin, rastiyê ji gel ra nabêjin, pê kêfxweş nabin.

Helbet ev şêla ne adil û terefgîr jî zirarê dide tevgera kurd ya netewî..

Çawa ku em îro bêtifaqiya kurdan weke sebebekî têkçûnên serîhildanên kurdan yên do dibînin, sibe, dîroknas ewê eynî tiştî ji bo vê serîhildana kurd ya îro jî bibêjin.

Lê wê demê jî bêyî ax û ofê ewê tu tiştekî din ji destê me neyê.



Artêşa tirk dîsa mayinê xwe bi leşkerê xwe da teqand


Li gorî çapemeniya tirk dinivîsîne, îro li navçeya Şemêzînana Culemêrgê di dema derbasbûna konwoyeke leşkerî da teqînek pêk hat û di encamê da 3 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Çapemeniya xulam weke hertim bêyî ku belgeyekê nîşan bide dîsa manşeta "Xayin saldiri/êrîşa xayin" avêt!

Hîn sê roj berê serekerkanê Tirkiyê yê berê Işik Koşaner îtîraf kir ku wan bi şiklekî bêdûzan herdera Kurdistanê mayinkirine û heta nuha ev mayin bûne sebebên gelek mirinan.

Bi îhtîmaleke mezin ev mayin jî dîsa ya artêşa tirk e. Ne xwe wisa ne hêsaye ku meriv bikanibe riyeke mezin mayin bike.


27 augusti 2011

Leyla Zanayê karekî pir baş kiriye

Parlamentera BDP-ê ya Amedê Leyla Zana, li ser êrîşên balafirên tirk ser Qendîlê û gerîlayên kurd ji serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokê Amerîkayê Barack Obama jî di nav da, ji gelek serokên dewletan re nameyek şandiye.

Leyla Zanayê di nameya xwe da gotiye:

"Ev erdnîgarîya ku li ber çavê hemû cîhanê ev dused sal in ku şer lê berdewam e, êdî aramiyê û aştiyê dixwaze. Dibê erdnîgariya Kurdistanê tu carî nebe Filîstîn. Tu carî nebe Sirî Lanka. Heke tiştekî wiha bibe, di nava gelan da ewê şerekî etnîkî derkeve. Ev yek jî ewê aştiya cîhanê û mîrovahîyê têxe nava bobelatekê. Hêvî û daxwaza min ew e ku hûn pêwîstîya xwe ya wijdanî bi cîh bînîn."

Teşebuseke pir baş e.

Lê esas dibê ne Leyla Zanayê tenê, hemû partî, komele û rêxistên kurdan yên meslekî û sivîl, hemû ronakbîr û serokên kurdan yên naskirî nameyeke wiha ji Obama, ji serokê Neteweyên Yekbûyî, Yji ekîtiya Ewrûpayê û ji hemû serok û rêxistinên cîhanê ra bişînin.

Bi dîtina min ji bo însiyatîveke wiha ne dereng e, dibê kurd di demeke kurt da dest bi xebateke wiha bikin.

Xebateke wiha îro ji şerê çekdarî gelkî bi tesîrtir e, dibê em yekê bibînin. Gerîlla şerê xwe dike, dibê ronakbîr û siaysetmedar jî karê xwe baş bikin.




Kurd ji zimanê xwe heznakin
Malpera Aknewsê, bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan ra li ser asîmîlasyonê û şêla kurdan ya di vî warî da hevpeyvîneke pir hêja kiriye.

Samî Tan, derbarê civata kurd, ronakbîr û siyasetmedarên kurd da tiştên pir rast dbêje. Samî Tan di hevpeyînê da dibêje kurd, zimanê kurdî ji bo zarokên xwe him weke xeter û him jî bêqîmet dibînin û loma jî fêrî zarokên xwe nakin., naxwazin bi zanîna kurdî pêşeroja zarokên xwe zahmetir bikin û belayê bînin serê zarokên xwe.

Tan dibêje, siyasetmedarên kurd herçiqasî bi devkî dibêjin ku, ew welatekî ku herkes bi zimanê xwe mezin bibe û bi zimanê xwe perwerdê bibîne dixwazin jî, lê di kûrahiya dilê xwe da bi vê yekê ne bawer e.

Tan rast dibêje.

Bi rastî jî kurd û bi taybetî jî ronakbîr û siyasetmedarên kurd ji kurdî hez nakin û loma jî ne bi kurdî fêr dibin û ne jî fêrî zarokên xwe dikin.

Û bi vê şêla xwe jî dibin alîkarê asîmîlasyonê.

Hevpeyvîneke pir baş e, hêjayî xwendinê ye.


Îradeya gelê Kurdistanê ji balafirên neyaran gelkî xurttir e.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo serxweşiya malbata şehîdên ku di erîşa balafirên tirk da hatin kuştin pêr çû bajarên Ranya û Qeladizê.

Mesûd Barzanî, berê çû serxweşiya malbata şehîd bûne û dû ra çû jî serdana penaberên Qendîlê.
Barzanî li wir axiftinek kir û got: “Bi me ne xweş e ku gundiyên me yên herêma Kurdistanê rojane ji ber şer aware dibin.”

Barzanî dû ra jî axaftina xwe wiha domand:
“Eger ev gelş bi vî rengî berdewam bike, em jî amade ne ku werin Binarê, Qendîlê, bila em jî wek we bi firoke û toppbaranan bibin qurbanî. Balafirên me nînin, lê îradeya xelkê Kurdistanê li hemberî wan gelekî xurttir e.”

Ev gotinên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gotinên serokekî mezin e û dîrokî ne û ji bo Tirkiyê û Îranê jî bersîveke wek şîrmaqekê ye...

Ji bo vê şêla netewî û mêrane ez birêz Mesûd Barzanî ji dil û can pîroz dikim. Bersîveke dîrokî daye neyarên miletê kurd.

Bi rastî jî îradeya gelê kurd ji hemû tanq, top û balafirên neyaran pir û pir mezintir e. Gava siyasetmedar û serokên kurdan biryardar bin, tu êrîş û balafir nikane vê îradeya miletê kurd bişkîne.
Ji xwe dîrok jî şahidê vê rastiyê ye...

Li alî din, ev gotinên seokê Herêma Kurdistana Federe, gelek derew û speklasyonên ku ji alî hin fêsad û xêrnexwazên kurdên başûr û Hukûmeta Herêma Kurdistanê va tên kirin jî pûç kir.

Loma jî vê şêla birêz Mesûd Barzanî, weke kurdekî ez pir û pir kêfxweş kirim...
Ev îrade zû dereng ewê biserkeve...

Hukûmet dixwaze hemî kurdên bi xîret ji ber xwe da bixîne

Serdozgerê Cumhûriyetê yê Diyarbekirê derbarê parlamenterê BDP-ê yê Diyarbekirê Altan Tan da îdianameyek amade kiriye.

Di îdîanameyê da bi tuhmeta ji ber ku Altan Tan beşdarî sê çalakî û meşên cuda bûye û di wan meşan da “propagandaya rêxistinê kiriye, li dijî qanûna meşê derketiye û bi navê rêxistinê sûc kiriye” jê ra 23 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.

Bala xwe bidin vê zulma nedîtî, him zarokên me dikujin û him jî ji bo ku em beşdarî cenazeyên wan dibin me ceza dikin!

Ji bo ku beşdarî cenazeyên zarokên nas, dost û hevalên xwe bûye û di van merasim û meşan da çend gotin kiriye, xwestina 23 sal û 6 meh ceza, ancax bi şan û şerefa dewleta tirk û edaleta vê rejima zorba dikeve.

Ev huqûq, ev edalet tam bi tirkan û bi dewleta wan dikeve. Bêyî dozgerekî tirk li cihânê tu dozgerekî din ji bo tevlêbûna merasimên cenazeyan û kirina du sê peyvên serxweşiyê cezayekî hewqas mezin, 23 sal û 6 meh hefs ji kesî ra naxwaze.

Bêedaletî, dînî, xavî û rekeorên wiha mezin tenê mexsûsî tirkan û edaleta dewleta wan e.

Çima cezayekî hewqas mezin?

Ma Altan mêr kuştiye, banqe şêlandiye, ji bo xistina hukûmetê rêxistin ava kiriye ku hûn jê ra 23 sal û 6 meh cezê dixwazin?

Esas tirk herî zêde êrîşê kîjan kurdî bikin, bizanibin ku ew merivekî baş e û kurdekî temam e....

Yanî heger dewletê, hukûmetê û heta tirkan jî ji kurdekî hez kir, dibê hûn bizanibin ku ew merivekî ne saxlem e.

Lê gava eksê wê bû, yanî tu tirkekî jê hez nekir, a wê demê bizanibin ku cewherê wî merivî paqij e û ew dîwarekî saxlem e.

AKP û bi taybetî Edogan li hemberî Altan Tan pir kîn û nefret e, dixwzin heyfa heyfa xwe jê bigrin.

Çimkî di hilbijartinan da Altan Tan, tam derba Erdogan û AKP-ê dayê, bû kelemê di çavê wan da.

Yek merivekî AKP-ê jî newêrîbû derketa hember Altan Tan, dizanîbûn ku Tan pariyekî ne li gorî devê wan e.

Tan û Erdogan hevalên hev yên kev in, hevûdu baş nas dikin.

Loma jî Tan, bi zimanê wan bi wan  ra dipeyivî û hemû vir û sextekariyên wan eşkere dikir.

Loma jî dixwazin bi gef û tehdîdên wiha çavên wî bitirsînin û heger vê jî netîce neda, bi cezayekî giran ji ber xwe da bixînin.

Dewleta tirk ev e, dema tu kurd bî û doza kurdayetiyê bikî û weke hinekan nebî meriv û dostê wan, tavilê li meriv tên xezebê û hewil didin ku meriv ji ber xwe da bixînin.

Û di vî warî da jî li hemberî kurdan dadgeh, sîleha wan ya herî mezin e…


Tirk him neheq û him jî zorba ne

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, li ser notaya ku hukûmeta Îraqê daye Tirkiyê gotiye:

”Dema hûn erdê xwe ji terorîstan paqij nekin emê operasyonan bikin.!

Mêrik wek berdevkê Hulagu peyivîye, sînoran, peymanên navnetewî nas nake, ji bo wî tu qîmeta peymanên navnetewî û sînorên welatan tuneye.

Davutoglu dibêje, dibê Îraqê weke me bike û dema neke jî ewê bi zor têkevin axa Kurdistana Federe û Îraqê.

Yanî ya wan zorbatî û çavbirîn e.

Kes ji Davutoglu ra nabêje, berî ku tu viya ji kurdan û ji Îraqê bixwazî, dibê tu erdê xwe ji ”terorîstan” paqij bikî û nehêlî sînorên welatekî din îhlal bikin.

PKK rêxistineke Kurdistana bakur e, serokên PKK-ê Karayilan, Bayik, Kalkan, Kaytan û gerîla ne ji Îraqê, ji Tirkiyê ne.

Yanî hemû jî hemwelatiyên Tirkiyê ne.

Loma jî sûcdar ne Îraq e, Tirkiyeye, ew nikanin sînorên xwe biparêzin û rê li ber çûn û hatina hemwelatiyên xwe bigrin.

Ne hemwelatiyên Îraqê, hemwelatiyên Tirkiyê diçin û tên welatekî din.

Ji ber vê yekê jî, ne Îraq, dibê Tirkiye rê li ber van çûn û hatinan bigre.

Tirkiye li gel vê neheqiya xwe jî sûc dixe husutê hukûmeta Kurdistana Federe û Îraqê, ku ev jî neheqiyeke mezin e..

Dewletek dibê bi xwe sînorên xwe biparêze, dibê vî karî û vê wezîfeyê ji dewleteke din nexwaze.

Lê Tirkiye wisa nake, him nikane sînorên xwe biparêze û him jî welatekî din ji vê yekê berpirsiyar dibîne.

Yanî argumentên Tirkiyê mahneyên(hincetên) vala ne û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe…


25 augusti 2011

Civata dinyanedîtî

Alîkariya ku li Tirkiyeyê ji bo Somaliyayê hate komkirin vegeriya reqlam û propaganda AKP-ê û şowa Erdogan.

Ev serê du heftan e ku berdevkên hukûmetê û çapemeniya nêzî AKP-ê qiyamet rakirine, gav û saetê qala vê mezinayî û xêrxwaziya Edrogan û dewleta tirk dikin.

Tu dibêjî belkî li vê cîhanê ew tenê alîkariya Somaliyayê dikin. Feqêran nizanin ku di vî warî da ew dewleta herî dawî ne, welatên Ewrûpayê ev serê salan e ku bi sedmilyaran alîkariya Somaliyayê û welatên weke wê kirine û dikin.

Bi sedan, belkî jî bi hezaran ewrûpî ev serê salan e ku li van welatan e û di her warî da alîkariya milet dikin.

Mesele dewleta Swêd ji bo alîkariya welatên paşdamayî saziyeke bi navê SÎDA-yê(organa dewleta Swêdê ya ji bo alîkarîya welatên cîhana sêyem) avakiriye.

Swêd,  bi destê SÎDA û hin riyên din salê 35, 2 milyar kronê swêdî yanî li dora 6 milyar dolar alîkariyê dide welatên feqîr û paşdamayî.

Û ev jî dike ji sedî 1-ê Hatina Neteweyî ya Nesafî,(HNN)bi tirkî jê ra dibêjin Gayrî Safî Mîllî Hasila.

Û him jî hersal…

Lê ev tenê alîkariya dewletê ye. Ji vê reqemî zêdetir alîkariya gel jî heye, ku ew jî bi riya hin rêxistinên siwîl tên topkirin.

Yanî alîkariyên bi vî rengî salê donzde meh li Swêd tê topkirin û ji welatên muhtacî alîkariyê ra tê şandin.

Îcar tirkên feqîr çend quriş alîkariya Somaliyayê kirin dikin dîn bibin, dikin bifrin, tu dibêjî qey ew tenê dikin.

Ez reqema alîkariya wan nizanim, lê ez wisa texmîn dikim ku li hemberî alîkariya Swêd, ewê reqemeke pir biçûk be.

Ya Swêd û ew jî ya dewletê wek min salê teqrîben 6 milyar dolarê emerîkî ye.

Ji Swêd û ji welatên din yên Ewrûpayê nuha bi hezaran xêrxwaz û personalên xizmetê li wir in û alîkariyê didin gel.

Lê tu kes weke tirkan reqlama vê yekê nake, nake şof.

Ji bo ku Swêd salê 6 milyar dolar alîkariyê dide welatên feqîr û paşdamayî serokwezîr her roj dernakeve telewîzyonan û reqlama vê alîkariyê nake, çapemenî qiyametê ranake.

Lê yê tirkan derî dinyayê ye, çimkî dinya nedîtine, çimkî tiştên wiha tu carî nekirine.

Loma jî alîkariyeke wiha biçûk jî pir mezin dikin.

Li Îzmîrê meleyekî tirk, Erdgoan şiband ”Pêxmberan” û got; “Li dîrokê binêrin û bibînin. Hemû kesên ku alîkarî didin mirovan pêximber in. Serokwezîr jî alîkariyê dide mirovan.”

Yanî mêrik Erdogan jî ji ber vê alîkariyê dike ”pêxember”!

Mixabin, tirk merivên cahil, dinyanedîtî û nemedenî ne. Ji pesindana xwe, ji quretiyê, ji forsê û fîyaqyê pir hez dikin, ji helahelayê pir hez dikin.

Kêçê dikin deve, li gel ku weke milet tu îcadeke wan, tu keşfeke wan tuneye, lê dîsa jî xwe weke biaqilên cîhanê dibînin, pir pesnê xwe didin.

Cehalet pir pîs e, haya meriv ji rebeniya meriv tuneye…

24 augusti 2011

Li hemberî êrîşên Tirkiyê û Îranê kurd bi hev ra dengê xwe bilind dikin

Gelek partiyên kurd, rêxistinên sivîl û meselekî yên wek, Kongerya Civaka Demokratîk (KCD), BDP, Hak-Par, KADEK, Komeleya Nûbiharê, IHD, MAZLUM-DER, Odeya Doktorên Diyarbekirê, Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Suryaniyan, Komeleya Ermeniyan, Oda Bazirganiyê ya Diyarbekirê, GUNSIAD, TZP-Kurdî, ÖSP,TDŞK, TEVKURD, MEYA-DER, KOMELEYA MEHALMİYAN û DAYIKÊN AŞTIYÊ do li Amedê li Sumer Parkê hatin ba hev û ji bo rawestandina şer daxwiyaniyeke mişterek dan.

Daxwiyanya çapemeniyê ji bal serokê KADEP-ê û parlamenterê Diyarbekirê Şerafettin Elçî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê da hat diyar kirin ku Tirkiye û Îran bi van êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin û “kurdan  careke din bê statû bihêlin.”

Elçî di axaftina xwe da got, ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde dibê artêşa tirk operasyonan rawestîne û PKK jî çekan bêdeng bike.

Hevseroka KCD-ê û parlementera Wanê Aysel Tûglûk, serokê Koma BDP-ê û parlementerê Colemêrgê Selahattin Demirtaş, serokê HAK-PAR-ê Bayram Bozyel, parlementerê BDP-ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî beşdarî civînê bûn û bersîvên rojnamevanan da.

Piştî êrîşa Tirkiyê ev cara pêşîye ku hemû partiyên siyasî û rêxistinên siwîl û meslekî tên ba hev û li dijî şer û êrîşên Artêşa Tirkiyê helwesteke mişterek nîşan didin.

Ji bo ku kurdan bipilçiqînin, bindest bihêlin û li Kurdistana başûr jî statuya hatiye bidesxistin têk bibin, hemû dijminên kurdan hatine ba hev û bi hev ra êrîşê dibin ser tevgera kurd ya netwî.

Di demeke wiha da dibê hemû partî û hêzên kurd yên neyewî jî destên xwe bidin hev û li hemberî êrîşên yekîtiyeke xurt ava bikin.

Loma jî civîna do ya li Diyarbekrê pir girîng e, moaral û manewiyata miletê kurd bilind dike.

Beyana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya do ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê û Îranê yên ser axa başûrê Kurdistanê  jî gelkî girîng û baş bû. Barzanî di beyana xwe ya nivîskî da got, ” li hemberî van êrişan emê bêdeng namînin.”

Serokkomarê Îraqê Celal Talabanî jî îro li dijî êrîşên Îran û Tirkiyê gotiye, weke serokkomarê Îraqê ew mecbûre e li dijî van êrîşan derkeve.

Talabanî gotiye, ew bi Tirkiyê û Îranê ra di nava têkiliyan da ye û ew hêvî dike ku êrîş rfawestin.

Li hemberî êrîşeke wiha berfireh dibê hukûmeta herêma Kurdistanê û serokkomarê Îraqê Talabanî helbet bêdeng nemînin.

Ji ber ku hedefa Îran û Tirkiyê ne PKK tenê ye, armanca wan bêîstîkrarkirina Kurdistana Federeye jî.

Ji ber ku Tirkiye û Îran naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk jî.

Ew dibînin ku hebûna Kurdistana Federe baş xerab ji bo hemû pişt û stareke pir mezin e. Loma jî ew dixwazin berî hertiştî vê “piştê û vê starê” têk bibin.








23 augusti 2011

Serekerkanê Tirkiyê yê berê gelek derewên artêşê îtîraf dike

Kaseteke axaftina sereokerkanê artêşa tirk (Işik Koşaner) yê ku berî nuha bi mehekê îstîfa kir îro hat weşandin û di çapemeniyê da olaneke pir mezin da.

Koşaner di civînekê da li ser şerê artêşê û PKK-ê bi zabitan ra dipeyive û qala "nezanî, xeşîmî, zaaf,  kepazatî û tirsonekiya" artêşê dike.

KLi alî din Koşaner dibêje, ”ew tu carî guh nadin agirbestan û ewê şerê xwe her bidomînin.”

Koşaner ji tirsonekî û neşerkariya zabit û leşkeran, lê bi taybetî jî ji ya zabitan pir gazinan dike û dibêje, ew “neperwerdekirîne”, xeşîm in û nizanin teknîka di destên xwe da bikar bînin.

Koşaner dibêje, teknîka herî modern di destê wan da heye lê ew nikanin bikar bînin, qumandar ne jîr û jêhatî ne, di şer da çekên xwe davêjin û ji kozikên xwe direvin.”

Koşanar, dû ra jî bi hêrs dibêje, ” yaho, 2 terorîst 30 leşkerên me dirivînin. Em diherin rezalet Ma tiştekî wiha qet dibe?.”

Koşaner dibêje, ”wan bi şiklekî bêkontrol herder mayin kirin, nuha jî nizanin kuder mayinkirîye û kuder jî nemayinkirîye.”

Koşaner, di axaftian xwe da tiştekî din ê girîng jî îfşa dike, dibêje,  ”gelek caran merivên me bi mayinên me tên kuştin” û bi texmîna ku ”terorîst e, bera leşkerên xwe da ne û kuştine.”

Welhasil Koşaner artêşê pir rexne dike û dibêje ku leşkerên wan nikanin li hemberî PKK-ê şer bikin. Ji bo ku ew li hemberî PKK-ê şer bikin dibê ew baştir perwerde bibin, sewq û îdarê baştir bikin û teknîka di destê wan da jî baştir bikar bînin.

Gotineke heye, dibêjin ”dengê defê ji dûr ve xweş tê”, eynî ya artêşa tirk jî ev mesele ye.

Gava meriv li axaftina Koşaner guhdarî dike ya jî dixwîne, meriv dibîne, li gel hemû cîhaz û techîzatên modern dîsa jî di şerê li hemberî gerîlda da ne serkeftîne.

Axaftina Koşaner hinekî dirêj e û gelek tiştên girîng dibêje.  Axaftin di gelek malperan da heye, dibê miheqeq were xwendin.

lê di axaftina Koşaner da tişrê herî girîng, ew tu carî guh nadin agirbestan û her şerê xwe didomînin.

Gelek herêmên Kurdistanê mayin kirine û xerîteya erdên mayinkirî di destê wan da tuneye û loma jî hemû erdên mayinkirî nas ankin. Û ji ber vê yekê jî gelek leşker bi matinên wan hatine kuştin.

Lê wek tê zanîn, heta nuha yek carî jî negotinku mayin ya wan e, tim avêtine hustuyê PKK-ê.

Ya din, hin caran ji tirsa, ”belkî gerîla” ye bera hevûdu dane û hevûdu kuştine…

Û dû ra jî gotine ”di şer da hat kuştin” û xistine hustuyê PKK-ê.

Yanî dema meriv li axaftinê guhdarî dike bi rastî jî halê wan rezaleteke mezin e, pir perşîşan in.

Tiştê wan li ser niga digre çek û teknîka modern ya şer û piraniya wan e. Bi xêra van sîlehên modern û vê teknînak herî dawî heta nuha kanîbûna şer bidomînin.

Ne xwe di warê jîrî, profesyonelî, fedekarê, bawerî û moral da sifir in. Di axaftina Koşaner da meriv vê yekê baş dibîne.

Ya din, gelo kê, ji bo çi û çima nuha ev kasêta Koşaner weşand?

Bi weşandina vê kasêtê kî dixwaze çi bike û çi bidest xe?

Di rojên pêş da ev yek jî ewê hinekî zelal bibe…


22 augusti 2011

Bi kuştina zarokên 6 mehî hûn însaniyeta xwe jî dikujin

Do 16 balafirên şer yên artêşa Tirkiyê êrîş birin ser herêma Kurdistana azad û quntara Qendîlê ya girêdayî qezaya Pişder bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyê di vê êrîşê da wasiteyeke malbateke kurd jî bombebaran kirin û malbata (8-10 kes) di erebê da hemû kuştin.

Di nava kuştiyan da 3 zarok jî hene, ji zarokan yek 3 salî û yek jî 6 mehî ye û yê din jî 11 salî ye.
Termê du kesên din jî hîn nehatine dîtin.

Li gel ku çapemeniya kurd termên zarokan yên perçe pereçe bûyî weşandind jî hikûmeta AKP-ê derbarê vê êrîşa hovane da xwe kerr dike û heta tu beyan nadeye.

Erdogan fena ku tiştek nebûbe dengê xwe nake.

Medyaya tirk ji xwe qed qala bûyerê û vê wahşeta ku li hemberî zarokekî 6 mehî hatiye kirin nake û xebera wê jî nade.

Erdogan, ji dewleta Îsraîl ji ber ku 9 hemwelatiyên wî kuştin uzur û tazmînatê dixwaze.

Lê dema balafirên Erdogan bi emrê wî gundên kurdan bombebaran dikin, bedenên zarokên kurdan yên 6 mehî û 3 salî bi bombeyan perçe perçe dikin, bira uzur û tazmîna li wir bimîne, camêr tew dengê xwe jî nake.

Bêguman ewê dengê xwe nekin, ji ber ku yên hatine kuştin kurd in , zarokên kurdan e.

Û bi bombebarankirinê ji xwe armanca wan jî ev e.

Ji bo ku balafirên tirk 12 gundên kurdan wêran kirin, 10 kurd kuştin, laşê zarokê 6 mehî perçe perçe kirine çapemeniya tirk pir dilşaye, 

Lêdana her hedefekê, avêtina her bombeyekê medyaya tirk bi kêfxweşî û şahiya avêtina golekê pîroz dike, dibêjin "goooool, gooooool.." û pê kêfxweş dibin...

Bêdengiya hukûmeta AKP-ê heta dereceyekê meriv fêm dike, lê çapemeniya welatekî li hemberî miletekî mezlûm çawa dikane hewqasî bêûjdan û bêmerhemet be, aqilê meriv nagre...
Şêla medyaya tirk ya nemirovane ya li hemberî kurdan meriv matmayî dihêle.

Dema mesele dibe kurd, medyaya tirk weke dezgeheke leşkerî û di emrê artêşê da dixebite. Ji bo ku artêş êrîşê bibe ser kurdan, gundên wan wêran bike, xwîna wan birjîne, bi şev û rojan bombeyan bi ser serê kurdan da bibarînin medya tirk her babet tahrîkê dike. Ji artêşê bêtir ew şer dixwaze...

Di serî da hukûmeta herêma Kurdistanê û hemû kurd, dibê li hemberî vê hovîtiya dewleta tirk bêdeng nemînin û ji dewleta tirk uzur û tazmînatê bixwazin.

Dibê xwîna zarokên kurdan li erdê nemîne, dibê hukûmeta AKP-ê hesabê van cînayetên xwe bide. Ji ber ku ev şer, şerê Erdogan û AKP-ê ye, Erdogan vî şerî dixwaze....

21 augusti 2011

Tirk nahêlin li Sûriyê jî kurd ji bindestiyê xelas bibin.

Ji bo ku kurd mafekî netewî bidest nexin, Tirkiyê li Îraqê çi dikir, li Sûriyê jî eynî tiştî dike.
Dewleta tirk, ji alîkî da zixtê dide ser ereban ji bo ku kurdan li derî hevkariyê bihêlin, tu mafekî wan qebûl qebûl nekin.

Û ji aliyê din da fîtneyê dixin nava kurdan, kurdan bera hev didin, ji bo ku di nava xwe da tifaqekê çênekin.

Nuha dewleta tirk bi hemû dezgehên xwe ve tenê li dijî kurdan dixebite.

Rojeva hemû organên dewletê ya yekem, kurd li Sûriyê, li Tikriyê û li Îranê jî weke li Îraqê nebin xwedî statuyeke siyasî.

Welhasil heta ku li Tirkiyê kurd ya bi rehetî ya jî bi zorê, zora vê dewleta ceberût nebin, yanî mesela kurd li Tirkiyê çareser nebe, tirk nahêlin li beşekî din yê Kurdistanê kurd bigihîjin azadiay xwe.

Çimkî tirkan hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girêdane.

Li gorî siyasetmedarên tirk hebûna kurdan û çêbûna Kurdistanê wendabûna tirkan û dewleta tirk e.
Mixabin ev yek yanî tirsa çêbûna Kurdistanê bûye paranoyeke tirkan ya pir mezin...
Emê çawa wan ji vê paranoyayê xelas bikin ez nizanim.

Belkî jî heta ku Kurdistan çênebe tirkê ji vê paranoyayê xelas nebin...

Vebûna plana AKP-ê ya tasfiyekirinê bû

Min nuha di Roj TV da li programa ku Şerafetîn Elçî û Ayhan Bîlgen jî weke axatevan beşdar bûn temaşe kir.

Programeke pir baş û bi mistewa bû.

Ayhan Bîlgen di axaftina xwe da tespîtek kir, got, "Vebûn planeke tasfiyekirinê bû" lê bi ser neket.

Bi dîtina min tespîteke rast e, ji xwe heta bigihîje serokerkanê wê demê jî got, teror bi çek û şer tenê naqede, dibê meriv di gelek cepeheyan da biçe ser.

Erdogan û Gul jî digotin "pakêta kurd", "vebûn" , başkirinên aborî hemû jî beşên têkoşîna me ya li dijî terorê ye.

Bi siyaseta "vebûnê" hukûmetê wisa hesab dikir ku ewê PKK ji hêz da bike û belkî jî belav bibe...

Lê hesabê hukûmetê yê mal û bajêr li hev derneket, PKK bi "vebûnê" ne ji hêz da ket û ne jî belav bû.

Loma jî ma hukûmetê nuha dîsa wasiteya şer xist dewrê, dixwaze dîsa vegere nuxteya berê...

Ji ber ku hukûmet hîn nehatiye nuxteya qebûlkirina hebûna kurdan û dayina mafê wan yên netewî.
Roja ku Erdogan dev ji luxata xwe ya "yek milet" î berda wê demê mesela kurd hel dibe..

Heta ku serokwezîrê Tirkiyê Erdogan neyê vê nuxteyê, yanî hebûna kurdan weke milet qebûl neke û vê yekê negre bin garantiya qanûna esasî hemû "vebûn" û "pakêt makêt" xapandin û taktîkên qezenckirina wextê ye.

Erdogan li dû helandina gelê kurd e

Çapemeniya tirk dinivîsîne, Erdogan ewê cejna BDP-ê pîroz neke

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, çend roj berê di beyanake xwe da bêyî ku nav  bide ji BDP-ê ra gotibû, ”Li vî welatî kesên ku mesafeyekê nexin nabêna xwe û rêxistina terorê ew jî îştîrakî vî sûc dikin. Û ewê jî bedelê vî sûcî bidin.”

Li gorî rojnameya Millîyetê dinivîsîne, ji ber ku BDP-ê ”mesafe nexistiye nabêna xwe û rêxistina terorê” Erdogan ewê BDP-ê negre programa xwe ya pîrozbahiyên Cejnê Remezanê.

Rojname dinivîsîne, dibêje piştî vê şêla Erdogan, AKP-ê jî biryar daye ku ew jî cejna BDP-ê pîroz nekin.

Xwedêgiravî sebebê vê şêla Erdogan û AKP-ê ya dijminane, ”BDP mesafeyekê naxe nabêna xwe û rêxistina terorê” û kirinên wan mahkûm nake.

AKP, di reaksiyona xwe ya li hemberî BDP-ê da ewê bi pîroznekiran cenjnê tenê jî nemîne.

Ji nuha û pîva êdî ewê bi BDP-ê ra tu hevdîtinan jî pêk neyne.

Serokwezîr Erdogan, di demeke nêz da ji bo hevdîtinên derbarê qanûna esasî ya nuh da ewê ji hemû partiyan ra nameyekê bişîne.

Lê ji bo ku ” mesafe nexistiye nabêna xwe û rêxistina terorê û di meclîsê da sond nexwariye”, Erdogan ewê ji serokê grûba BDP-ê Selahattîn Demirtaş ra nameyê neşîne û wî dawetî hevdîtinan neke.

Rojname di xebera xwe da dibêje, eynî reaksiyonê serokê meclîsê Cemîl Çîçek jî ewê nîşan bide.

Çîçek, ewê him Demirtaş ziyaret neke û him jî ji bo xebatên qanûna esasî ya nuh BDP-ê dawetî komisyonê neke.

Carê ”sebebên” xeyda Erdogan ya ji BDP-ê kuliyen(hemû) derew û hinceteke(mahneyeke)destpêkirina şer e.

Erdogan heta nuha yek carê jî silav nedaye parlamenter û berpirsiyarekî BDP-ê û neçûye ziyareta wan.

Ne tenê silav nedaye, heta pir ne mecbûr be tu carî navê BDP-ê jî nagre devê xwe.
Ji roja BDP ava bûye heta nuha, Erdogan belkî 3-4 caran jî navê BDP-ê negirtiye devê xwe û ji xwe tu carî navê serokekî BDP-ê bilêv nake.

Ev jî nîşan dide ku Erdogan merivekî çuqasî neyarê miletê kurd e.

Sebebê vê neyartiya Erdogan ya bi BDP-ê ra ne munhasirî BDP-ê ya jî PkK-ê ye, ew li hemberî hemû hêz û rêxistinên kurd xwediyê vê uslûba bêtehamul û dijminaneye.

Lê ji ber ku BDP û PKK îro ji hemû hêz û partiyên din xurttir in loma ew kîn û nefreta xwe li hemberî BDP û PKK-ê bêtir nîşan dide.

Yanî sebebê kîna Erdogan ne rêxistin e, hêz e, ji ber ku BDP û PKK îro xurt in loma Erdogan ji wan wisa dibehece.

Yanî dijminatiya Erdogan ya li hemberî BDP-ê ne girêdayî van bûyerên dawî û şêla BDP-ê ya li hemberî van bûyeran e.

Dijminatiya Erdogan ya li hemberî BDP-ê ji reaksiyoneke siyasî bîtir, sekneke îdeolojîk ya li hemberî doza miletê kurd e.

Erdogan siyasetmedarekî pragmatîst, nîjadperest û xwediyê îdeolojiyeke tirk-îslamîst e.

Herçiqas carnan, di hin demên ku ew mihtacî alîkariyê bûye rola siyasetmedarekî demokrat lîstibe û xwe weke merivekî lîberal û terefdarê çareseriya mesela kurd nîşan dabe jî ne rast e,  di esasê xwe da ew merivekî dîktator û ceberût e û ji kok da li dijî hebûna miletê kurd e.

Û ji xwe ji roja roj da jî Erdogan ev rastiya dilê xwe tim daye der û tim gotiye, ”yek milet”.

Maneya ”yek milet” î, yanî ez hebûna kurdan qebûl nakim, dibê hemû kurd bibin tirk.

Ew kurdên ku heta nuha ev îdeolojiya Erdogan nedîtibin û fêm nekiribin ya pir nezan û reben in, ya jî ji dil hevalbendên Erdogan in, ew jî naxwazin kurd azad bibin.

Lê ev yek nayê wê maneyê ku yên din ji Erdogan baştir in. Helbet ne wiha ye, Erdogan ji Bahçelî çêtir e.
Ev tiştekî din e. Tiştê ez dibêjim, dibê meriv dijminê xwe baş nas bike û di heqê wî, siyaset û îdeolojiya wî da nebe xwedî xeyalên ne realîst û ne rast.

Erdogan û AKP dibêjin tiştê me îro daye kurdan ji serê we zêde ye û ji vê zêdetir jî hûn zirnîqekê jî nabînin.

Hemû ”nermbûn”, ”vebûn” û ”pakêtên” hatin vekirin ji bo belavkirina PKK-ê, serîlêgerandinê û qezenckirina wextê ye.

Tu nêt û perojeyek AKP-ê ji van ”tiştên” ku îro dane kurdan zêdetir bide kurdan tuneye, dibê em vê rastiyê bibînin.

Heger ne wiha bûya hukûmetê dikanîbû bêyî ku bi partiyekê, bi hêzekê ra rûne dest pê bikira û mafê kurdan bidayê.

Ma dema dewlet hebûna kurdan di qanûna esasî da qebûl bike, perwedeya bi zimanê kurdî têxe jiyanê, kî dikane rê li ber vê yekê bigre ku?

Ji bo dayina van mafan dewlet ne hewceye bi BDP û PKK-ê ra bazariyê jî bike…

Lê nakin, ji ber ku ne dewlet û ne jî hukûmeta AKP-ê û bi taybetî jî Erdogan îro pir û pir dûrî çareserkirina mesela kurd in, ew hîn jî wisa bawer dikin ku bi çekan, bi şîdetê ewê PKK-ê biqedînin û bi vî hawî tevgera kurd ya netewî bişlînin….

Hedefa AKP-ê îro ev e..

20 augusti 2011

Tirk di propagandeyê da pir serkeftî ne

Beşir Atalayê berpirsiyarê çareserkirina pirsa kurdî û alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, do êvarî di kanaleke telewîzyonê da got, ”li dijî PKK-ê di navbera hemû organên dewleta Tirkiyeyê da hemahengî û hevkariyeka temam heye û koordînasyona Tirkiyeyê ya bi Emerîkayê ra jî pir saxlem dixebite.”

Bi gotineke din, di nabêna hukûmetê û leşkeran da dubendî û duserîtî nemaye û bi Emerîkiyan ra jî di nava hevakriyeke li gorî dilê xwe da ne.

Yanî di siyaseta li hemberî kurdan tê meşandin da hukûmet êdî bi destê xwe ye û tu gazineke wan ji organeke dewletê ya din tuneye.

Ev, aliyê meselê yê hundur û yê Emerîkayê.

Li ser aliyê meselê yê Ewrûpayê jî di eynî programê da Atalay got:

“Li welatên Yekîtiya Ewropayê jî li herberî serkaniyên fînansê yên rêxistina terorê operasyonên pir cidî hatin kirin. Parvekirina malûmatên îstixbaratî yên digel Emerîkayê berdewam dike û di vî warî da hîç problemeka me nîne.”

Wektê dîtin, li hemberî PKK-ê, Emerîka tam alîkariya wan dike.

Hemû welatên Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya wan dikin.

Û bi rastî jî wisa ye.

Almanya, Fransa, Îngiltere, Danîmarka, Îspanya, Holanda, Yûnanîstan, Romanya yanî bi kurtî hemû walatên Yekîtiya Ewrûpayê mohra rêxistina ”terorê” li PKK-ê dane û her daxwazên Tirkiyê tavilê bicîh tînin.

Îsraîl ji wan bêtir li dijî PKK-ê ye û di her warê teknîkê û îstîxbaratê da alîkariyê dide wan.

Rûsya, Îran, Sûriye, hukûmeta Îraqê ya merkezî û hemû welatên Ereban jî li dijî PKK-ê ne û ew jî piştgiriya Tirkiyê dikin.

Yekîtiya Îslamî li pişta wan e.

Yanî Emerîka, Îsraîl, 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Ereban, Yekîtiya Dewletên Tirkî hemû li djî PKK-ê ne û piştgiriya dewleta Tirk dikin.

Lê siyasetmedarên Tirk hewqasî bêûjdan û bêexlaq in ku dîsa jî dibêjin “tiliya derve” di mesela kurd da heye, hin dewletên ji Tirkiyê hez nakin PKK derxsistine û wê li hemberî Tirkiyê pîj dikin.

Beşîr Atalay jî di programê da eynî tişt got. Li gor wî jî tevgera kurd ya netewî û hebûna PKK-ê û şerê kurdan yê ji bo azadî û mafên xwe yên rewa bi hin “tiliyên derve”, bi hin dewletên ku “naxwazin Tirkiye xurt bibe” ve girê da (û ji xwe tim wiha dibêjin)û got ji bo lawazkirina Tirkiyê destê van dewletan di mesela kurd da heye.

Law hey bêûjdan û bêexlaq, hemû cîranên Tirkiyê, 27 dewletên Yekîtiya Ewrûpayê, Emerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ereban,Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Dewletên Tirkî hemû li dijî PKK-ê ne û bi we ra ne û hûn hîn jî dibêjin “tiliya derve, tiliya hin dewletên ku xurtbûna Tikiyê naxwazin” di mesela kurd da heye.

Ma li cîhanê dewlet ma?

Hemû dewletên ku kanibin alîkariya kurdan bikin heval û dostên we ne û li dijî kurdan e.

De îcar çawa hûn hîn jî dikanin bibêjin ku ”tiliya derve” di têkoşîna PKK-ê da heye?

Ez medyaya tirk didim aliyekî, ji ber ku mediya tirk bi hemû şaxên xwe nîjadperest e û weke dezgeheke dewletê dixebete

Lê tiştê herî ecêb, miletê tirk jî ji vê derewa leşker û siyasetmedaran ya bi boçik bawer dike.

Emerîka, Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê bi kêmanî bi qasî Tirkiyê li dijî PKK-ê ne, lê dîdsa jî ew van dewletan wekî  ”xwêrnezwazên Tirkiyê”  û hêzên li pişt PKK-ê dibînin û wisa nîşan didin.

Îran, bi tank, top û balafiran her roj li PKK-ê û kurdan dixe, rojê xortekî endamê PKK-ê bi darde dike, ji bo qedandina kurdan û PKK-ê hovîtiya nemayî dike, lê tirk dîsa jî dibêjin Îran li pişt PKK-ê ye...

Rastiyek çawa dikane hewqasî belovacî were kirin bi rastî jî aqilê meriv disekine.

Di vê yekê da bêguman xizmeta herî mezin medyayê kiriye, medyayê ev bêbextiya ku li kurdan dibe weke rastiyekê xistiye serê miletê tirk jî.

Loma jî dibê meriv qebûl bike ku tirk di propagandeyê da pir serkeftî ne, di rojnameyeke weke Tarafê da jî(hin nivîskar netê da) dikanin weşaneke tam li gorî dilê dewletê bidin kirin.

Em mezlûm û bi heq in, lê em nikanin vê mezlûmî û biheqbûna xwe bi miletê tirk û bi cîhanê bidin qebûlkirin...

Kurd zimanê xwe cidî nagrin

Malpera Avstakurdê bi sernivîseke xwe ya nuh dîsa xwendevanên xwe matmayî hîşt...

Sernivîsa nûçeyeke Avestakurdê wiha heye:

"Korek Çînî bi termê keçekê ra zewicî"

Min maneya sernivîsê fêm nekir, min got belkî navê xort ”Korek” e. Min li ferhengên kurdî nêrî, lê di wan da jî min hemberiya gotina "korek/koreke"" nedît.

Min tenê gotina "korekî" yanî bi zimanê koreyî dît, lê min "korek" ya jî "koreke" di ferhengan da nedît.

Min xeber/nûçe bi dîqet xwend.

Piştî xwendina xeberê min fêm kir ku ji "korek", qest "kur, law" e.

Yanî di xeberê dibêje:

"Kurekî çînî bi termê keçekê ra zewicî"

Muhabirekî/muxabirekî malpera Avestakurdê heye tim sernivîsên wiha ecêb dixuliqîne. Çendakî berê jî ji Pelê ra gotibû "BÎLÊ" !

Min nivîswek li ser wê nivîsê jî nivîsî, lê Avestakurdê pênc perên xwe tê neda, sernivîs neguherand.

Ez çewtiyên nivîsan  yên zimên ji xwe tevranakim, ew di hemû malperên kurdî da bêhed û bêhesab in...

Lê ez fêm nakim redaktorê Avestakurdê ji bo çi rê dide sernivîsên wiha şaş û ne bi kurdî?

Hebûna malperan ji milet ra bêguman xizmeteke mezin e, ez vê fedekariya hemû kesên xizmetê dikin teqdîr dikim.

Lê nabe ku meriv weşaneke li derî îmla û gramera kurdî bike. Karekî wiha dejenerekirina zimên e.

Weşana bi kurdî pir girîng e, xizmeteke hêja ye, lê dibê meriv vî karî bi zimanekî rast û dirist bike.

Kî çi, çawa binivîsîne dibê meriv neweşîne, weşandina her nivîsa şaş ji karê bêtir zirarê dide zimanê kurdî.

Bi dîtina min dibê kalîte hertimt berî kvantîteyê(hejmarê, mîktarê)were û tim ji wê girîngtir be.

Dema ne wiha be, meriv ji xizmetê bêtir zirarê dide zimên, ji dêlî ku buruyan çêke çavan derdixe.

Dibê di zimanê weşana meriv da hin prensîb û qaîdeyên rastnivîsê hebin meriv û tu carî dev ji wan qaîde û prensîban bernede.

Ne rast e ku her xeberek bi hawakî cihê were nivîsîn. Lê mixabin Malpera Diyarname û Nefelê heta dereceyekê ne tê da(ez ne bi qaîdeyên Nefelê ra me) hema hema hemû malperên kurdan bi zimanekî weke gêrmiya gavanan weşanê dikin, bi qasî misqalê ziriq jî qîmet û giraniyê nadin zimanê kurdî.

Ji bo wan, zimanê xeberê rast e, şaş e qet ne girîng e, ya girîng weşandina xeberê ye.

Gelek kes hene serê salan e ku malperan îdare dikin û bi kurdî dinivîsînin. Lê li gel vê jî, buhostekê jî bi pêş da neçûne, destpêkê çawa dinivîsandin û kîjan şaşî dikirin, hîn jî eynî şaşiyan dikin.

Yanî hîn jî ji sinifa yekê derbasî sinifa duduyan nebûne.

Di normalê da meriv bi salan karekî bike, meriv bi pêş dikeve, piştî şagirtî û xelfetiyê meriv dibe hoste.

Lê li ba me kurdan ne wiha ye, 10 sal in. 20 sal in, belkî hîn jî zêdeye vî karî dike, bi kurdî dinivîse lê dîsa jî xwe bi pêş nexistiye, hîn li ciyê xwe yê destpêkê ye.

Sebeba vê jî sersasrî û cidînegirtina zimên e, çimkî tu carî qedir û qîmetê nadin zimanê kurdî û xwendevanên kurd.

Bi tirkî, erebî, farisî, swêdî, almanî, fransî, îngilîzî ya jî bi zimanekî din ne mimkûn e ku xwendevan weşaneke di warê rojnamevanî û zimên da hewqasî bêqalîte û tije şaşiyên zimên qebûl bike û bixwîne...

Yanî di vaî warî da xwendevan jî bi qasî weşangeran û nivîskaran mesûl in.

Heger xwendevan gêrmiya ku pêşkêşî wan dibe nexwînin, ji malperan qalîteyê bixwazin, bêguman ewê tesîreke baş li nivîskar û xwediyên malperan jî bikin û bibe sebebê ku ew jî hîn bêtir bala xwe bidin qaîdeyên rastnivîsê.

Min ji gotinekê dest pê kir, lê mesele hinekî berfirehtir bû. Bi rastî jî zimanê malperên kurdî pir xerab e û êdî dem hatiye ku meriv li ser vê meselê raweste.

Mesela dibê ya akademîsyen ya jî kurdekî zimanzan vê meselê ji xwe ra bike mijar û di vî warî da lêkolînekê bike. Ev lêkolîn dikane ji bo mehekê be.

Û di netîceyê da derxe ortê ku, kîjan malperê di nivîs û sernivîsên xwe yên mehekê da çend şaşiyên zimên kirine.

Erê ez van tiştan dibêjim, lê ez bawer nakim ku kes guhê xwe bide min. Ji xwe bêyî çend nas, dost û hevalan kes nnivîsên min naxwîne jî.

Wê rojê ji Cizîrê xoretekî 19 salî ji min ra got, ”tu xwe diwestînî û van tiştan dinivîsînî lê kes naxwîne, ji xwe ra di ciyekî mezin da binivîsîne ji bo ku xelk bixwîne.”

Bi rastî jî xort rast got, weke muzîkjenê ku ji xwe lêxe û ji xwe ra bilîze, ez jî ji xwe ra dinivîsînim û xwe pê dixapînim….

Armanca hukûmetê kuştina rezvan e ne xwarina tirî ye

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan, di nivîsa xwe ya îroda da li ser rexne
û êrîşên medîaya tirk yên li hemberî BDP-ê radiweste û dibêje:

”Berî ku hûn li BDP-ê xin bersîvê bidin.
Qendîla ku Abdulah Ocalan nikane zeft bike, ma BDP-yê zeft bike?
Dema BDP bibêje ”Bimre PKK û bijî hukûmet, ma ewê mesele çareser bibe?”

Ahmet Hakan pirseke pir rast û pir di cî da kiriye. Bi rastî jî wisa ye.

Hukûmet û medîa jî dizanin ku bi mahkûmkirina BDP-ê tişt naguhre. Lê sextekarî û durûtiyê dikin, ji ber ku nêta wan ne çareserî ye, ji bo qezenckrina wextê ji xwe ra li qal û qîlan digerin, bi bahaneyên wiha dixwazin kurdan bera hev bidin.

Ma her roj bi hezaran tirk û kurdên hevalbendên hukûmet û dewletê nabêjin ”Bimre PKK û bijî hukûmet û dewleta tirk?”

Ma 70-80 parlamenterên kurd yên AKP-ê, her roj nabêjin ”Bimre PKK û teror û bijî dewlet?”

Ma bi hezaran qelemşorên çapemeniyê nabêjin ”Bimre PKK”?

Hema çend kesên din li vê koroyê zêde bibin ewê çi were guhertin ku?

Ewê qet tiştek jî neyê guhertin.

Vê rastiyê hukûmet jî û çapemenî jî dizane.

Lê ji ber ku nêta hukûmetê ya çareseriyê tuneye, loma jî li mahneyan digere û kêla mahneyan jî tu carî tije nabe.

Yanî hemû sebebên hukûmetê fen in, hemû kostek û ben in.

Heger hukûmet bi rastî bixwaze şer rawestîne di serî da dibê Erdogan dev ji neqarata xwe ya nîjadperest ya înkara hebûna miletê kurd ”yek dewlet, yek al, yek milet” berde, hebûna kurdan qebûl bike û vekirî diayr bike ku ewê mafê kurdan yên netewî bidin.

A wê demê mesele tavilê çareser dibe…

Yanî sebebê hebûn û berdewamiya şer ne hin çalakiyên PKK-ê yên van demên dawî ye, sebeb siyaseta hukûmetê ya înkar û îmhayê ye.

Hukûmet hîn ne amadeye ku bi qanûnî mafekî herî biçûk jî bide kurdan. Ew hîn bawer dikin ku ewê kurdan jî bi riya asîmîlasyonê biqedînin.

Roja ku hukûmetê, Erdogan û dewletê dev ji vê siayseta xwe berdan, mesela kurda di nava demeke kin da hel dibe.

Hukûmet, ji bo xapandin û serîliêgerandinê dikane îro hin tawîzên taktîkî(wek TRT6-ê)bide, lê ne bi qanûn û qebûlkirine ke resmî.

Mesela esas ev e, hemû argument û sebebên din giş xîlafî heqîqet in, vir in, demagojî ye…

18 augusti 2011

Qatil hukûmet û medîa tirk e

BDP-ê li hember manşeta rojnameya Yenî Şafakê ‘‘Qatîl hûn in‘‘ reaksiyoneke tund nîşan da û bi beyaneke nivîskî diyar kir ku, heger ew rastî êrişekê bên  berpirsiyarê vê yekê ewê AKP û rojnameya Yenî Şafakê bin.

BDP-ê got, Yenî Şafakê bi vê manşetê him ew kirine hedefeke vekirî û him jî partîya wan wek partîyeke terorîst nîşan daye.


Hukûmet û çapemeniya nêzî AKP-ê zayîatên artêşa tirk yên van rojên dawî dixin hustuyê BDP-ê û DTK-ê. Hukûmet û media nêzî AKP-ê ne hukûmetê, lê BDP-ê berpirsiyarê hemû bûyeran nîşan didin.

Hukûmet ji bo kuştina zarokên kurdan him bi hezaran leşkerên giran, bi tank û top dişîne ser wan û him jî dema di şer da tên kuştin di telewîzyonan da bi nîşandana zarok û malbatên leşkerên ku jiyana xwe wenda kirine, hestên însanan îstîsmar dikin û bi vê yekî jî milet li hembrî kurdan pîj dikin.

Piştî beyanên Erdogan yên bêmesûliyet û nîjadperest yên li dijî kurdan, pir ne dûr e ku li hemberî BDP-ê êrîşên kîtleyî û heta hin sûîkast werin kirin.

Ji xwe ev du roi in ku li çend ciyan him êrîşî bînayên BDP-ê kirine û him jî êrîşê kurdan kirine.

Yanî beyanên Erdogan, Çiçek, Gul û yên wezîrê hundur û wezîrê bergiriyê û weşanên media nêzî AKP-ê û bi taybetî jî weşanên rojnameya Yenî Şafakê li hemberî kurdan tahrîk û banga êrîşan e.

Li aliyê din jî li Sêrtê û li gelek bajarên din operasyonên li hemberî BDP-ê û kesên kurdperwer bênabên berdewam in.

Helbet kurd baş dizanîn ku girtin û tewqîfatên kurdan biryareke siyasî ye û ji zûda ye ji aliyê hukûmeta AKP-ê ve hatiye dayîn.

Doz û dadgehkirin hemû lîstik û tiyatro ye.

Dema dawî li taktîên awiqandin û xapandinê tên, hukûmet îcar dest bi zorê, bi terorê û êrîşan dike.

Sebebê vê yekê jî hukûmet bi rastî naxwaze mesela kurd çareser bike, heger hukûmetê bixwesta îro ev şer çênedibû û hewqas zarokên xelkê feqîr di tememên xwe yên xort da nediahtin kuştin.

Loma jî ”qatil” ne BDP, esas hukûmet û medîa şerxwaz e, medîa şerxwaz şer dixwaze.

Çimkî dewlemendiya wan li ser berdewamiya vî şerî ye.

Maneya jiyanê

Di dawiya dersê da xwendevanekî unîversîteyê ji profesorê felsefeyê pirsî, got:

-Mamoste, maneya jiyanê çi ye?

Xwendevanên din bi pirsê keniyan û rabûn ser xwe xwestin herin.

Lê mamoste ji wan rice kir ku neçin û rûnin, ew dixwaze bersîva vê pirsê bide. Profesor bîstekê bala xwe da xwendevanan û got:

-Ezê bersîva pirsa te bidim.

Û dû ra jî cuzdanê xwe ji bêrîka xwe derxist û neynikek biçûk ji nav derxist. Û dû ra jî dest bi vê çîrokê jêr kir, got:

Di dema Şerê Cîhanê yê yekem da ez zarok bûm, em pir feqîr bûn û li gundekî dijiyan. Rojekê min perçeyên ji neynikeke şikestî li erdê dît.

Motorsîkleke yekî alman li wir qeza derbas kiribû û perçe bûbû. Ji bo ku neynikê tahmîri bikim, min xwest hemû perçên wê bibînim, lê ne mikkûn bû. Min perçê mezin girt. Ew, ev perçeyê di destê min da ye. Min ew di kevir da û girover kir.

Min dest pêkir ji xwe ra pê lîst.

Ez ji kêfa mest bûm, min çawa kanîbû ronahî, şewqa neynikê bida dera herî tarî , qulikên kûr, qelîştek û dera herî xalî ku rojê û ronahiyê tu carî nedidayê.

Ji bo min bû lîstikek ku min ronahî û şewq dida dera herî xalî û herî tarî.

Min ev neynika biçûk di seranserê jiyana xwe ya xortaniyê da tim bi xwee ra gerand. Min carnan ji bêrîka xwe derdixist ji bo ku zewq û kêfa lîstikê ji tekrar, tekrar bijîm.

Lê piştî ku ez mezin bûm, min hêdê hêdê fêm kir ku ev ne tenê lîstikeke zarokekî bû, di eynî wextê da ew metaforek bû ku minê çi bi jiyana xwe bikira?

Min dizanîbû ku ez ne ronahî û çavkaniya ronhiyê me. Lê tecrûbe û zanîna min hebû. Bi saya vê tecrûbê û zanînê gelek cî dikanîbûn ronî bibûna, heger min şewqa ronahiyê bidayê.
Ez perçeyek ji neynikê me.

Ez formê(qalibê)wê yê ewilî nas nakim, lê dîsa jî bi viya ez dikanim ronahiyê bidim dera dinyayê ya herî tarî.

Ronahiyê bidim quncikê dilê însên yê herî tarî û belkî jî bikanibin tesîreke baş li însanan bikim, wan biçekî berbî başiyê ve biguherînim.

Belkî hinekên din jî kirinên min bibînin û ew jî min taqîb bikin.

A maneya jiyanê ev e.

Gelo hûn çi dibêjin?

Ji bo we maneya jiyanê çi ye?

17 augusti 2011

Erdogan heta dawiya remezanê sebir nekir

Serokê Grûba BDP-ê Selahattin Demirtaş, beyanên Erdgon yên van rojên dawî ku gotibû piştî meha remezanê ewê li hemberî pariya wan operasyoneke siyasî bide destpêkirin got:

‘‘Ma qey operasyonên siyasî heta nuha qet nehatine kirin? Ev tiş ne rast e.

Ji 14-ê nîsana 2009-ê heta nuha operasyon bêrawestan didomin. Hejmara siyasetmedarên kurd yên ku heta nuha hatine girtin nêzîkî 1000 kesî ye.
Ji ber vê yekê, operasyonên siyasî ji bo me ne tişteke nû ye. Tiştên ku tên gotin, jixwe hatine ceribandin. Tê gotin ku ewê parlamenterên me jî bêne girtin, ewê partîya me jî bê girtin. Jixwe 5 parlamenterên me nuha di girtîgehê da ne.
Metodeke nû nayê bîra me. Heger serokwezîr riyeke din keşif kiribe, haya me ji vê yekê tuneye. Loma jî ji bo me, oprasyonjeke nû ewê nebe surprîz.
Lê heger serokwezîr ji nû ve dest bi siyaseta çewsandinê bike, ewê bi xwe di binê wê de bimîne. Êdî piştî vê yekê qetlîamên giştî tên, çikandina sêdaran tê.
Heger serokwezîr Erdogan jî weke Esad dixwaze bi tankan têkeve bajaran, em vê yekê nizanin. Belê, ev metodeke nû ye..‘‘

Selahettîn Demîrtaş şiroveyeke pir baş û pir reast kiriye, ji vê şiroveyê rastir şirove nabe.

Bi rastî jî Erdogan û hukûmetên berî wî, li hemberî kurdan ji îşkencê û kuştinê bigre heta bi wêrankirina gund û bajaran, her babetê terorê û şer bikar anîne, yanî tu metodeke ku nehatibe ceribandin nemaye.

Tiştê nehatiye ceribandin, weke Esad dike, weleh bi balafir, tank û topan bombebarankirina bajaran e.

Bi ”metoda nû”, heger qesda Erdogan ev be, bira wê jî biceribîne.

Lê çawa ku hemû ”metodên” din yên nemirovana tu netîce nedan û bêencam man, bêşik ev êrîşa ku Erdogan hêviya xwe pir pê girêdaye jî weke wan, ewê tu netîceyê nede û ewê nikanibe liberxwedan û tevgera kurd ya netewî bişkîne.

Tenê, ewê ji herdu aliyan bibe sebebê kuştina bi sedan, belkî jî bi hezara însanan…

Û ev jî ev serî 30 salî ye ku bi sedan carî hatiye ceribandin û tim jî şaşiya wê îspat bûye.

Ne mimkûn e ku urd bi tehdîdan, bi terorê, bi girtin û kuştinê dev ji doza xwe ya netewî berdin.

Esas ne kurd, dibê Erdgoan dev ji vê xeyala vala berde.

Ji ber ku mesela kurd meseleyeke milî ye, doza miletekî bindest e. Heta ku ev milet mafên xwe yên rewa yên netewî bidest nexe, ev liberxwedan û têkoşîn ewê tim berdewam be, tu êrîş, tu artêş nikane vê têkoşînê bişkîne ya jî biqedîne.

Ya herî rast dibê leşker û siyasetmedarên  tirk dev ji xeyala tirkkirina kurdan berdin û mafên wan yên ntewî qeebûl bikin û zêde nebin sebebê kuştina însanan…

Berpirsiyarê 12 leşkerên ku îro li Hekariyê hatine kuştin Erdogan û hukûmeta wî ye, bi emrê wan ew leşker çûn wir û hatin kuştin.

Erdogan ji bo kêf û seyranê bi hezaran leşker naşîne wir, ji bo kuştina zarokên kurdan dişîne wir.

Û deme meriv ji bo kuştina xelkê here, bêguman xelkê jî meriv bikuje. Û gava meriv hat kuştin jî dibê meriv zêde neke qîjewîj…