20 juli 2011

Zira ker û lota deve

Hebû tunebû, kerekî zexel hebû. Malan bar kiribûn ew li dewsa waran mabû. Kerê zexel zivistan di nav halekî pir xerab da derbas kir û xwe gîhand biharê.

Dema bihar hat êdî ji mirinê filitî û halê wî gelkî xweş bû, li mêrgên zozanan, di nav çayir û çîmenan da ji sibê heta êvarî têr diçêriya û roj bi roj qelew dibû.

Piştî demekê deveyek jî hat balê. Her du bûn destbirakên hev û gelek rojên xweş bi hev ra borandin. Rojekê ker ji deve ra got:

-Birakê deve, weleh zira min tê, ez dikim bizirim.

Deve got:

- Birakê ker, ez ketime bextê te û Xwedê tu dînîtiyeke wiha nekî. Tu zanî riya bazirganan nêzî vir e, dema tu bizirî ewê dengê te here wan. Û gava dengê te bibihîzin jî sedî sed ewê werin me bigrin û dîsa bibin têkin bin baran. Dîsa ewê wek berê bibarkişandinê piştê li me bikin nêk. Tu zanî di bin baran da pişta te kurmî bûbû. Îcar em bi zor ji xwe ra li vir sitirîne, ne kes bar li me dike û ne jî li me suyar tên, em ji xwe ra di nav van çayir û çîmenan da kêf dikin. Ez ji te rica dikim tu yê nezirî û dîsa me nexî bin baran û piştê li me kurmî nekî!

Lê ker qet guh neda van gotinên deve û bi dengê xwe yê herî bilind got zirrrr û heta jê hat dest bi zirrînê kir û zirriya û zirriya…

Wer bi hêl zirriya ku zirra wî li her derê olan da. Tam di wê nabênê da bazirganek jî ji wir derbas dibû, dengê zirrînê çû wan jî. Serbazirgan gelkî kêfxweş bû, ji du sê zilamên xwe ra got:

-Herin wî kerî bigrin, bînin vir, em hinek bar lêkin, qenekê ewê barê heywanên me jî hinekî sivik bibe.

Çûn ker û deve dan ber xwe û birin, barên xwe li wan kirin û riya xwe domandin.

Îcar ji ber ku ker demeke dirêj bû fêrî piştrastiyê û rehetiyê bûbû, lema jî bar pir pê giran dihat û nikanîbû rakira. Ji xwe ra got, ez hîleyekê nekim ev bar ewê pişta min bifirîne. Û dûra jî ji zexelî hema di orta rê da got terp û xwe avêt erdê.

Çiqas ço kirinê, çend dar lêxistin jî pere nekir, got ez dimrim û ji erdê ranabim. Rabûn ji mecbûrî barê wî jî li deve kirin.

Lê ker dîsa ranebû. Çiqasî pê da ketin jî pere nekir. Dawiya dawî gotin miheqeq nigê wî êşiyaye lema nikane bimeşe. Îcar rabûn di ser bar da ew jî dan ser pişta deve.

Barê deve berê ne bes bû, ker jî bû serbarê wî.

Deve ji hêrsan dîn bû, çimkî zanîbû ker derewa û fêlbazîyê dike. Pir çûn hindik çûn, gihîştin qeraxa newaleke pir kûr. Dema deve dît jêr newal e, ji kerê fêlbaz ra got:

-Birakê ker, ma halê te çawa ye ? Maşalê ciyê te baş e?

Ker got:

-Mala te ava, ciyê min pir baş e, herder ji min ve xweş xuya ye.

Deve lê vegerand, got:

- Birako, tu zanî îcar jî lota min hatiye, ez dikim bidim lotikan.

Ker biziya, çiqas li ber deve geriya, xwe avêt ji bextê wî da, got newal kûr e ez tê wer bim ezê bimrim, em destbirakên hev in, were vê yekê bi min neke, deve guh nedayê û ji nişka ve da lotikan.
Piştî du sê lotikan, ker û bar tev hev gundorî newalê bûn, deve bi vî hawî heyfa xwe ji kerê kêmaqil û zexel hilanî. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE