03 juli 2011

Xewa bi derewan

Hebû tunebû, kewek hebû. Rojekê kewê ji xwe ra got:

- Bêyî ku xewa meriv were gelo meriv çawa kane bi derewan rakeve, hela ka ez xwe biceribînim.


Ji xwe ra wiha got û dû ra jî herdu çavên xwe girtin ji bo ku bi derewa rakeve.
Lê tam di wê bîstikê da rûviyek ji wir derbas dibû, rûvî bala xwe dayê ku wa ye keweke çavgirtî li ser zinêr e. Rûvî hêdîka çû ji par ra rahîşt kewê û bazda.
Kewê hew mêze kir ku wa ye di devê rûvî da ye. Ji rûvî ra got:


-Birakê rûvî, waye te ez girtime, qey ez nesîb û qismetê te me. Ji bo vê yekê dibê tu ji Xwedayê xwe ra şikir bikî!


Rûvî  fikirî, got weleh kew rast dibêje, ji bo vî qismetî dibê ez ji Xwedayê xwe ra şikir bikim. Û dûra jî got:


-Şikir ji Xwedê ra ku ev qismet da...!


Dema rûvî got, “şikir ji Xwedê ra”, devê wî hirinekê ji hev çû û kew ji devê wî firiya, çû li ser zinarê kêlek wî venîşt.

Rûvî şeqizî, bi kerb û hêrseke mezin ban kewê kir û jê ra got:


-Heçî kesê birçî be û bi derewa bibêje, "şikir ji Xwedê ra!", mala wî hezar carî ne ava be,


Kewê jî bersîv dayê, jê ra got:


-Rast e, ez jî dibêjim, heçî kesê xewa wî neyê û bi derewa çavên xwe bigre û rakeve, mala wî hezar carî ne ava be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE