20 juli 2011

Xeta xwar ji Erdogan da ye

Gelek siyasetmedar û beşekî mezin ê kurdan berî hilbijartinan bi dil û can dixwestin ku AKP qezenc bike.


Wan wisa bawer dikirin ku heger AKP careke din were ser hukum û Erdogan jî bibe serokwezîr ewê ji bo kurdan pir baş be.
Li gorî wan, Erdoganê qanûneke esasî ya nû çêbike û mesela kurd jî bi riyeke demokratîk û aştiyane hel bike.


Ji ber van hêviyan li hemberî retorîka Erdogan ya nîjadperest, ”yek dewlet, yek al, yek welat, yek milet” bêdeng diman.


Lê serokê KADAP-ê û parlamenterê bloka BDPê Şerafetîn Elçî, di hevpeyvîna xwe ya di telewîzyona Haberturkê da dibêje ku di mesela Hatîp Dîcle, parlamenterên girtî û krîza sondxwazrinê da yê herî negatîv Erdogan e, di vî warî da ew tu hêviyê ji hukumetê û nake.
Elçî dibêje, ”dema wî û Ahmet Turk serdana serokkomar Abdullah Gul kirine, Gul heq daye wan. Lê gotiye ku ”xwediyê desthilatê ne serokkomar e, serokwezîr e…”


Yanî yê nahêle gelşa sondê çareser bibe, Dîcle û hevalên wî werin berdan û herin meclîsê Erdgoan e.


Yanî bi gotina pêşiyan, xeta xwar ji gayê pîr da ye


Heger Erdogan bixwesta krîza sondê, mesela Dîcle û pêc parlamenterên girtî çareser bike nuha ji zûda ev meselana hemû çareser bûbûn.


Ji ber ku Erdogan wiha dixwaze loma ev krîz heye.


Ji ber ku Erdogan xwest Oya Eronata bêheya û provakator bi zorbatî bû parlamenter.
Ji xwe ji bo ku meriv vê yekê nebîne dibê meriv ya kor be ya jî ji siysetê tiştekî fêm neke.


Herkes dizane ku Erdogan merivekî ceberrût û dîktator e, di nava AKP-ê da kes newêre û nikane li dijî wî rabe.


Meriv vê yekê di îktîdara wî ya van 8 salên borî  da baş dibîne.


Erdogan di vê hilbijartina dawî yek dudu ne têda, li Kurdistanê hemû parlamenterên kurd guherandin, bêyî Zulfiqar Îzol yek parlamenterî negot viq û dengê xwe dernexist.


Ji ber ku mêrik di nava partiyê da otorîteya mutleq e, ew çi bibêje  e û dibê herkes bê qeyd û şert qebûl bike.


Dema qebûl neke tavilê ji pariyê tê qewirandin.


Esas qerekterê Erdogan û Seddam pir nêzî hev e, lê şertê welatê wan hinekî cihê ye. Ya na, weke şexs Erdogan ji Seddam pir ne demokrattir e.


Lê piştî ku di hilbijartinên dawî da cara sêyem him rayên xwe zêde kir û him jî hat ser hukim, mêrik tew bi carê da xwe wenda kir.


Êdî ji bin da pênc qurişê xwe jî di kesî nade û li kesî guhdarî nake.


Loma jî Gul ji Elçî ra rast gotiye, hertişt di destê Erdogan da ye, ew çi bibêje dike û dide kirin.


Çendakî berê dîsa Elçî di hevpeyîneke xwe da gotibû ku wî bi merivekî pir nêzî Erdogan ra jê ra xeber şandiye û jê rica kiriye ku ew Oya Eronatê neke parlamenter û ji vê meselê ra li riyeke din bigere.


Lê Erdogan dîsa gotibû na û ev daxwaza Elçî qebûl nekiribû.


Serkeftinê Erdogan şeqizandiye, ew ne ew mêr e ku vê serkeftinê hezim bike, pê stûr nebe û mutewazî hereket bike.


Serkeftina sêyem ji dêlî ku Erdogan maqûltir bike, ew şeqizand û aliyê wî yê dîktator û faşîzan bêtir derxist pêş.


Ev şêla Erdogan ya xerab ne di mesela kurd tenê da, di mesela Qibrisê da jî xwe nîşan da. Min îro bala xwe da axaftinên wî, ew ne Erdoganê 5-6 sal berê ye, êdî weke Denktaşê faşîst peyivî ye.


Loma jî di rojên pêş da serê kurdan bi Erdogan ra ewê pir biêşe, ewê kursiya Bahçelî ji dest wî bigre.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE