03 juli 2011

Şuûra netewî

Miletperwerî, bi hebûna şuûrekî(zanîna) netewî(millî)ve mimkûn e. Bi hebûna şuûrê(zanîna) netewî meriv ji dîroka xwe haydar e, ji zimanê xwe, ji miletê xwe û ji welêt xwe hez dike.


Loma jî kemalîstan ji roja Komara Tirkiyê ava bûye û virda ye tim xwestine ku kurdan ji şuûrê(zanîna) netewî bêpar bihêlin, şuûrê netewî li ba wan nehêlin.


Ji bo ku ji dîroka xwe bêhay bin, ji zimanê xwe hez nekin û nizanibin ew kî ne?


Çimkî gava tu li ba miletekî şuûrê(zanîna) netewî nehêlî û zimanê wî jî asîmîle bikî êdî tu dikanî wî miletî bi hêsanî bihelînî,  ji ortê rakî.


Û tiştê heta nuha tirkan kiriye û dikin ev e, bi piraniya kurdan ra şuûrê netewî nehîştine.


Loma kurd dîroka xwe nizanin.


Loma kurd ji zimanê xwe hez nakin.


Loma piraniya rîsipyên kurdan, nivîskar û şairên wan yê herî bi nav û deng fêrî kurdî nabin, hîn bi tirkî dinivîsînin.


Hema carê çavên xwe li malperên kurdên Kurdistana bakur bigerînin hûnê vê rastiyê bibînin.


Hûn kelpetanan bavêjin ji canê van şair û nivîskarên kurdên tirkîperwer da jî dîsa dev ji tirkî bernadin.


Tirk sibe zimanê xwe li wan yasax bikin jî ewê dîsa dev ji tirkî bernedin.


Ewê dev ji tirkî bernedin, ji ber ku şuûrê netewî li ba wan zeîf e, loma jî evîna kurdî bi wan ra tuneye, ew bi navê kurdayetiyê ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmetê dikin.


Esas ne zarok, pêşeroja miletekî ziman e. Gava ziman bimre edebiyateke netewî jî namîne.


Şair û nivîsakrên bi tirkî dinivîsîn vê rastiyê dizanin, ew baş dizanin ku dema zarokên kurd bi kurdî mezin nebin, ne mimkûn e ku muzîk û edebiyateke kurdî jî bixuluqe.


Ji ber ku muzîk jî û edebiyat jî bi zimên dibe, dema kurd asîmîle bibin ewê muzîk û edebiyata kurdî jî nemîne.


Û dema muzîk û edebiyata kurdî nemîne, bêguman êdî miletê kurd jî namîne, dibe tirk.


Ji ber ku ez naxwzim miletê kurd weke gelek miletên din bihele, bibe tirk, ez hewqasî dikim gazî û hawar û dibêjim kurdino, dev ji tirkî berdin, bi kurdî binivîsin, ya na hûn li ber wendabûnê ne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE