13 juli 2011

Serpêhatiya şêr

Hebû tunebû, şêrek hebû. Rojekê di nigê wî de pizikek pir xedar derket. Pizikeka pir pîs bû, şêr nikanîbû gava xwe bavêta, ji ber êşa wê bi şev û roj tebatî nedihatê.
Ji bo ku yek jê ra bibe hekîm û nigê wî derman bike xeber şand pey hirçê, gur, piling û gelek lawirên din. Giş yek bi yek çûn huzûra şêr û jê ra gotin:


-Ey serdarê me hemû lawiran! Tu zanî em çiqasî qedrê te digrin, ji te hez dikin û naxwazin tu carî ji emrê te derkevin. Heger te tiştekî din ji me bixwesta me yê emrê te tavilê bi cî banîya. Lê belê herçî hekîmî ye bi rastî jî ji destê me nayê. Dibê tu me efû bikî.

Bi vî hawî lawirên daristanê hemû yek bi yek çûn ba şêr û gotin weleh hekîmî ji destê me nayê.

Dawiya dawî şêr ban rûvî kir. Ji rûvî ra got:

- Law rûviyê şekalan, hebe tunebe ancax tu kanibî vê birîna min derman bikî. Halê min ji ber vê kulê tuneye, zû dermanekî ji min ra bibîne.

Rûvî got:

-Dermankirina birîna te pirr hêsa ye. Çimkî hekîmî ji bav û kal da karê min e. Lê belê şertekî min heye, dibê ez dest û nigên te baş girê bidim. Yan na di dema dermankirinê da birîna te kane hinekî biêşe û tu kanî hêrs bibî û li min xî, min bikujî. Lema jî heta ez te girê nedim, ez newêrim te derman bikim.

Şêr herçiqasî got ez tiştekî bi te nakim, lê rûvî qebûl nekir. Şêr ji mecbûrî daxwaza rûvî qebûl kir.

Rûvî rabû lep û nigên şêr baş girê dan û dû ra jî pençak avêt ji birîna wî da, birîn der bû, nêm û xwîn jê herikî.
Şêr kir qîrîn û hawar, lê nikanîbû tiştek bikira. Rûvî bêyî ku nigên şêr veke lêxist û çû.
Şêr çiqasî ban kirê, lê rabû, pê da xeyidî jî pere nekir, rûvî qet li pey xwe mêze nekir û riya xwe domand. Şêrê reben li wir wer girêdayî ma.

Demek derbas bû mişkek hat. Mişk ji şêr ra got:


 -Ey şahê daristanê û serdarê hemû lawiran, kê tu xistiye vî halî?


Şêr berê fedî dikir bibêje rûvî ye. Lê belê mecbûr bû rastî bigota. Lema jî got, rûvî!


Mişk kenîya, got:
-Tişt nabe, ezê a nuha te xelas bikim û bira bêbaviya rûvî jî ji rûvî ra bimîne.

Mişk wiha got û dest bi kurisandina benê şêr kir, kurisand, kurisand, heta ku ben qetand û şêr rizgar kir.


Piştî şêr filitî, rabû çû ba zarokên xwe. Ji zarok û xanima xwe şepalê ra got:


 - Zû rabin, em ji vî warî bar dikin !


Şepalê û zarokan gotin:


 - Xêr e, ji bo çi emê ji vir bar bikin?


 Şêr keserek kûr kişand û got:


 - Warê ku rûvî min lê girê bide û mişk jî min rizgar bike, bira ew war li min heram be! Ez hew li wî warî dimînin...


Wiha got û dûra jî wî û zarokên xwe berên xwe dan çol û warekî din û çûn û çûn, hew vegerîyan wî warî...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE