19 juli 2011

Serpêhatiya korgî* û kûsî

Dibêjin hebû tunebû, korgîyekî (kerguhekî) pir qurre û pozbilind hebû. Wî bela xwe di kûsî dabû û tim qerfê xwe bi meşa wî dikir, ew biçûk didît.

Rojekê dîsa li derekê rastî kûsî hat û wek her car, dîsa henekê xwe bi meşa wî ya hêdî kir û jê ra digot:

- Birakê kûsî, ez fêm nakim bi vê meşa xwe ya hêdî tu çawa ji qehra nateqî? Dema tu dimeşe, meriv nizane gelo bi rastî tu dimeşe ya jî tu sekinîye. Gava ez li meşa te temaşe dikim, ji ken ez zikopiştî dibim.

Kûsî bi van gotinên korgî kenîya, got:

- Em bibêjin ez hêdî dimeşim, lê dîsa jî ez bi te ra şert digrim, ezê ji te zûtir herim bigihîjim vî girê hember. Heger baweriya te bi te heye, were em bibezin, ezê nîşanî te bidim hela ka kî li dawiya kê dimîne.

Korgî bi hawakî ji nava xwe bawer pêşniyara kûsî qebûl kir û bi bezeke wek bayê birûskê hema berê xwe da gir. Kûsî jî bêyî ku tiştekî bibêje, bi hawakî jixwebawer da dû wî.

Ji rojan rojeke havînê, pir germ bû, erd û ezman(asîman) dikeliya, ax sincirî bû. Piştî bîstek bez û çend çindikan, korgî westiya û ji xwe ra got:
- Ezê li vir, di bin wî tûmê han da him westa xwe bigrim, him jî hinekî çavên xwe nerm bikim. Jixwe kûsî niha hîn deh gavan jî ji ciyê xwe bi dûr neketiye. Û dema nêzikayê li min bike jî dîsa ez kanim bi çend çindikan jê bibuhurim û tavilê xwe bigihînim gir.

Û dûra jî rabû çû, di bin siya tûm da xwe dirêj kir û tavilê di xew ra çû.

Lê kûsî di wê qijala nava rojê da qet nesekinî, meşiya û meşiya.

Piştî bîstekê korgî bi xwe hesiya. Her çiqas ji zû da ve raketibû, lê dîsa jî qet xem nexwar û qet hesabê kûsî nekir. Bi hawakî gelkî jixwebawer çavên xwe baş li der û dora xwe gerand, dûra jî ji xwe ra got:
- Kûsîyê çi halê çi? Ez çi qasî raketim jî feqîro wa ye hîn jî xuya nake. Lema jî qet ne hewce ye ez zêde bilezînim û xwe biwestînim. Ezê ji xwe ra hêdî hêdî û bi bîna fireh herim.

Korgî bi van hesaban di nav çayir û çîmen, nefel û kulîlkên rengorengo da ji xwe ra da lotikan û têr lîst.
Dema nêzikayî li hêniyê, li wê dera destnîşan kiribûn kir, sekinî û li dora xwe mêze kir, ji bo ku hênîyê bibîne. Lê hew carê dît ku bavo çi bibîne, wa ye bihostek jî nemaye kûsî bigihîje hêniyê.
Li ser vê, her çiqas xwe dayê, bi hemû hêza xwe beziya, çend çindik dan xwe jî lê pere nekir. Êdî pir dereng bû, kûsî berî wî xwe gîhandibû hêniyê.

Korgî şeqizî, matmayî ma. Berî ku ji kûsî ra tiştekî bibêje, kûsî bi serbilindî berê xwe pê da kir û jê ra got:

- Nuha êdî tu ji min bawer dikî ya na?

Ji fedîya zimanê korgî negeriya ku tiştekî bibêje ya jî bersîvekê bide kûsî.

A dibêjin ji wê rojê û vir da ye korgî hew qerfên xwe bi meşa kûsîyan dikin...


 *Korgî: kîroşk, kerguh, kîrgo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE