14 juli 2011

Şêrê evîndar

Dibêjin hebû tunebû, êzingvanek hebû. Ew û keça xwe her roj diçûn daristanê êzingan.


Rojekê li çolê şêrek rastî keçikê hat û tavilê dilê wî ketê. Şêr bi destê keçikê girt û bir ba bavê wê û jê ra got:

-Bi qewlê Xwedê û Pêxember û li gorî urf û adetên dinyayê ez hatime keça te ji xwe ra dixwazim.

Li hemberî van gotinên şêr, êzingvan şaş ma, qet nedibû şêrekî bike zavayê xwe. Lema jî di cî da got:
- Nabe, tiştekî wiha ne mimkûn e. Nabe ez keça xwe bidim şêrekî.

Dema bavê keçikê got na, şêr dîn bû, ji hêrsa çav lê bûn gola xwînê û xurrînê pê ket, tu nemabû xwe çindî ser êzingvan ke, wî bixwe.

Bi xurrîna şêr ra êzingvan ji tirsa biziya. Fêm kir ku bi vî hawî nikane xwe ji destê şêr xelas bike. Di dilê xwe da got:

-Dibê ez riyeke din bibînim û bi hawakî xwe ji destê vî şêrî xelas bikim. Yan na ewê min ji hev perçe perçeyî bike. Heta ne min tenê, dibe ku keça min jî bi min ra bikuje. Û dema tiştekî wiha bike jî pirr ne xerîb e. Çimkî ew lawir e û di ser da jî kane bi me.

Êzingvan gelkî fikirî, di serê xwe da vir da bir, wê da anî, dawiya dawî fikrek hatê. Ji şêr ra got:

-Ez û keça xwe li ser nêta te ya ku tu dixwazî merivantiyê bi me ra deynî, em gelkî fikirîn. Ji bo malbata me şeref û serbilindiyeke gelkî mezin e şêrekî wek te bibe zavayê me. Di vî warî da dibê qet şika te tunebe. Lê belê kulab (napirûşk) û diranên te wek şûran tûj in! Lema jî keça min ji te hinekî ditirse. Dibêje dema ew min himêz bike ewê bi wan kulab û diranên xwe yên wek şûran min biêşîne. Û ez dibêjim di vê tirsa xwe da ew ne neheqe jî. Çimkî bi wan kulab û diranên xwe, bi rastî jî tu xofeke mezin dixî dilê meriv. Lê heger tu herî kulabên xwe jê kî û hemû diranên xwe jî bidî kişandin, wê gavê tu mesele namîne. Wê çaxê him keça min ewê ji te netirse û him jî ezê bi dilekî rehet te wek zavayê xwe qebûl bikim.

Ji ber ku şêr bi ser keçikê da dîn bûbû û amade bû ji bo xatirê wê her fedakariyê bike, lema jî pêşniyara êzingvên qebûl kir û çû hemû diranên xwe dan kişandin û kulabên xwe jî dan jêkirin. Dûra jî rabû berê xwe da holika êzingvên û jê ra got:

- Tiştê te got min kir, nuha ka keçikê bide min.  

Êzingvên got:

- Hela ka berê kulabên xwe nîşanî min bide. 

Şêr lepên xwe yên nermik yên bê kulab dirêjî êzingvên kir. Êzingvên bala xwe dayê ku erê, bi rastî jî kulab hatine jêkirin. Got:

- Baş e! Le diranên te. Ka ez li wan jî binêrim.

Şêr, devê xwe yê koxbûyî hirinekê ji hev vekir. Êzingvên bala xwe dayê ku bi rastî wa ye diran jî hemû hatine kişandin. Êzingvên bi hawakî bêtirs got:

-Pir baş e! Niha hêza me bi qasî hev e û êdî ez ji te natirsim. Niha ezê nîşanî te bidim xezûrê te çiqasî ji te hez dike !

Û dûra jî rahîşt çoyê xwe yê tu dibê qerase û daweşand ji şêr da û lêxist û lêxist. Ji ber ku şêr him bê kulab û him jî bê diran bûn, lema jî nikanîbû tu tiştek bi êzingvên bikra, ji mecbûrî ji ber êzingvên baz da û ji wir bi dûr ket.
Êzingvan û keça xwe jî bi dilekî rehet dîsa vegeriyan ser kar û barên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE