21 juli 2011

Şam dûr e, ma mişar jî dûr e?

Serokê Saziya Zimanê Tirkî Prof. Dr. Şukru Haluk Akalin, li hemberî pirsa ”ma zimanê kurdî heye?”, nexwestiye bibêje erê heye, gotiye, ”nuha ne rast e ku ez tahlîlekê bikim.”


Prof. Dr. Akalin, do beşdarî konferanseke li ser zimên bûye û derbarê rewşa zimanê tirkî da axaftinek kiriye. Li ser pirsa beşdarekî, ”gelo zimanê kurdî heye?”, nexwstiye bibêje erê heye û ev bersîva jêr daye:


”Em dizanin ku kurdî û farisî merivên hev in, ji eynî malbatê ne û ji zimanên din jî muteesîr bûye. Ji bo ku meriv bikanibe derbarê meselê da tiştekî bibêje, dibê meriv lêkolînan bike. Ji ber ku di vî warî da heta nuha têra xwe lêkolîn nehatine kirin, loma jî ne rast e ku nuha meriv tiştekî bibêje. Em dizanin ku gelek gotinên farsî têda hene.”


Li hember bersîveke wiha min devê xwe tije kir ku xebereke pir xweş ji vî ”Profesorê” derewan ra bidim lê dû ra min dev jê berda, min got ne hêjayî xebera min e.


Ji ber ku carnan hin însan lêxistinê û xeberan heq dikin.


Ma li hemberî bersîveke wiha merivê bi vî bêxlaqî ra çi minaqeşe bike ku?


Heger ji bo zimanê farisî ya jî erebî vî profesorê derewan eynî bersîv bida ez wisa bawer dikim ku berpirsiyaran ewê bigotana ew merivekî dîn e û tavilê ew ji wezîfê bigirtana û bişandana tîmarxaneyê.


Lê gava ji zimanê kurdî ra, ji zimanê meletekî 40-50 milyonî ra dibêje tuneye, kes xwe aciz nake û camêr dîsa jî weke Prof. Dr. karê xwe didomîne.


Nabêjin dîn e, wî ji kar nagrin ji ber ku ew ji bo vê înkarê kirine Serokê Saziya Zimanê Tirkî.


Heger wî bigota zimanê kurdî heye, hukûmetê ew nedikir serokê TDK-ê û bi nezanî kiriba jî ewê tavilê ji wezîfê bigirtana.


Akalin ne alim e, mamûr û şelafekî(qeçmerekî, dalkawuqekî) dewletê ye, dewlet jê kîjan fikrê bixwaze ew wê fikrê tîne zimên û diparêze.


Yanî dîtina Akalin ne ya şexsê wî, ya dewlet û hukûmetê ye, ya serokwezîr Erdogan e.


Dewlet û hukûmet dixwzin ku Akalin bibêje ”zimanê kurdî tuneye, em baş nizanin ew zimanekî bi serê xwe ye ya na.”


Înkara miletê kurd dîtina dewletê ya resmî ye.


Ziman hebe, milet jî heye, milet tunebe ziman jî tuneye.


Ji bavê Akalin zêdeye ku weke alimekî bipeyive û bibêje, helbet zimanê kurdî heye, çawa tuneye?


Lê dema Akalin bibêje zimanê kurdî heye, wê demê miletê kurd jî heye û ev yek jî li dijî dîtina dewlet û hukûmeta AKP-ê ye.


Ma Erdogan her roj nabêje ”yek milet/tek milet” heye û ew jî miletê tirk e.


Maneya vê gotina Erdogan ne miletekî bi navê kurd û ne jî zimanekî bi navê kurdî heye.


Kurdê ku vê gotina Erdogan bi hawakî din fêm bike, maneyeke din jê derxe sextekar û durû ye.


Pepûk û mamûrên weke Akalin tenê emirqûlî ne, xwediyên wî jê çi xwestibin ew jî weke mamûrekî sadiq vê daxwaza wan bi cî tîne û dîtinên wan dubare dike…


Ji ber  ku Akalin emirqûlî ye, loma jî ne hêjaye ku meriv wî bigre cidiyê û li ser gotinên wî zêde rawest e.


Lê li alî din dibê meriv eynî pirsê(ma zimanê kurdî heye?) ji wezîrê kulturê, ji serowezîr Erdogan û serokkomar Gul bike.


Kurd, dibê vê pirsa ku ji Akalin kirine miheqeq ji wezîrê kulturê, ji Erdogan û ji Gul jî bikin…


Hela ka ew çi dibêjin?


Bi dîtina min dîtina wan jî eynî wek ya Akalin e, zimanê kurdî tuneye, zaravayekî farisî yê tevlihev e…


Kesên eksê wê dibêjin bira kerem bikin îspat bikin…


Şar dû re, ma mişar jî dûr e?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE