30 juli 2011

Rûviyê qol

Dibêjin carekê rûviyek ket feqa nêçîrvanekî û dêla wî tê da asê ma. Ji bo ku xwe ji feqê xelas bike pir li ber xwe da. Dawiya dawî, bi zahmetiyeke pir mezin xwe ji feqê xelas kir, lê dêla wî di ber boçikê da qut bû.

Di destpêkê da pir guh neda dêla xwe ya qol, gelkî kêfxweş bû ku ew ji mirinê xelas bûbû. Lê dû ra fikirî û ji xwe ra got:

- Hema ez bimrama ji vê qolbûnê çêtir bû. Bi vê dêla xwe ya qol ezê çawa herim nava heval û hogiran? Hemû ewê bi min bikenin, ewê nav û nîçokan[1] li min kin, ewê ji min ra bibêjin qolo.

Lê dû ra fikrek hatê. Rabû ban hemû rûviyên din kir, got werin meseleyeke pir mihîm heye, dibê ez we jê agahdar bikim.

Tavilê rûvî giş hatin û li dora wî kom bûn. Gişan dêlên xwe yên mezin û xweşik kirin kilor û wek doşegê kirin bin xwe û li ser rûniştin. Dûra rûviyê me yê qol bi awirekî ciddî dest bi peyvê kir û got:

- Ez zanim qoliya min bala we gişan kişandiye. Û nuha hûn giş meraq dikin û ji xwe ra dibêjin, gelo bê dêl ez çawa kanim debar bikim. Jixwe min jî ji bo vê yekê ban we kir. Heger ez ji we ra rastiyê bibêjim, nuha rewşa min ji berê gelkî çêtir e. Ez nuha gelkî siviktir û çapiktir im, tu carî sitrî, qirş û qal bi dêla min ve nazeliqin û ez di tu feqan da asê namînim. Çimkî ez ji wê dêla dirêj xelas bûme.Ya din jî, wek hûn jî zanin dêl ji bo me giraniyeke mezin û barekî giran e. Gelek caran dibe bela serê me û em pê tên girtin û di feqan da asê dimînin. Lema jî ya çêtir ew e ku em hemû rûvî bêdêl bin. Ji ber vê yekê jî  pêşniyara min ew e ku divê hûn jî wek min dêlên xwe jêkin û xwe qol bikin. Dema we xwe qol kir hûnê bibînin ku jiyan çiqasî xweştir û rehettir e. 

Piştî van gotinên wî, rûviyekî kal û rîsipî hêdîka hêzî ser xwe kir û got:
- Zêde dirêj neke, heger te kanîbûya dêla xwe paş da bigirta, ez bawer nakim te nuha ji me ra bigota, hûn jî herin dêlên xwe jê kin û xwe qol bikin. Tu qol î, tu dixwazî me jî qol bikî. Lê em bi derewên te naxapin û xwe qol nakin.

Û dû ra jî hemû rûvî belav bûn û qoloyê me tenê qol ma...


[1] Nav û nîçok: Bernavk, nav û nûçik, leqep.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE