12 juli 2011

Rûvî û zerik

Dibêjin şevekê zerikekê li ser qotê dareke bilind danîbû û ji xwe ra li gor kêfa dilê xwe distira.


Tam wê gavê rûviyek ji wir derbas bû. Dema rûvî dengê zerikê bihîst, hema di cî da tahma devê xwe xweş kir û li bin darê sekinî, serê xwe bi alî jor da bilind kir û ji zerikê ra got:


- Çi dengekî xweş, çi sitraneke delal. Min heta nuha qet dengekî hewqas xweş nebihîstibû. Li gor vî dengê şîrîn û xweşik dibê tu jî tebayeke gelkî xweşik bî. Ji kerema xwe were dakeve jêr, ez bejn û bala te bibînim, hela ka tu jî wek dengê xwe şîrîn û xweşik î ya na.


Lê belê zerikê rûvî baş nas dikir, zanîbû nêta wî çi ye. Lema jî bi van gotinên wî yên xapînok nexapiya. Zerikê baş zanîbû ew dakeve jêr, rûviyê di cî da wê bixwe.


Lema jî, ji dêlî ku ew xwe ji ser darê hol bike û here ba rûvî, çiqlekî biçûk ji darê jê kir û hêdîka bera erdê da. Rûvî got qey zerik e, lema jî hema xwe çindî ser kir.


Zerikê li ser darê li rûvî temaşe dikir. Dema dît rûvî xwe çindî ser çiqlê darê kir, keniya û got:


- Rûviyê fenek, nuha te xwe da dest. Esas ji roja min bêndera per û baskên zerikan li ber qulika te dîtibû û vir da ye ez ji te ketibûm şikê û min zanîbû tu ne dostê me yî û ne jî heyranê dengê me yî. Lê va ye îspat bû ez di vê şika xwe da ne neheq bûme. Heger tu bixwazî, dîsa jî tu kanî pesnê xweşikiya dengê min bidî. Lê belê ezê tu carî bi derewên te nexapim û xwe nêzî te nekim, dibê tu vê yekê baş bizanibî.


Piştî van gotinan, zerikê got pir û çû li ser dareke din danî û dîsa dest bi strana xwe kir. Rûviyê fenek jî kor-poşman destvala da rê û çû...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE