17 juli 2011

Şêrê fêlbaz û rûviyê jîr

Dibêjin rojekê şêr hinekî bêkêf bû. Ji serê sibehê heta danê êvarî qet serê xwe ji qulika xwe dernexist û wer naliya.
Fena ku nexweşekî pir bêhal be. Dema dibihîst lawirek di ber qulika wî ra derbas dibe, hema di cî da dest bi axîn û nalînê dikir. Bi nalîneke wer dinaliya yê dengê wî bibihîsta ewê bigota weleh nexweşekî pir giran e, li ber mirinê ye.


Dawiya dawî  xebera nexweşiya wî di demeke kin da di nav hemû lawiran da belav bû, her kesî bihîst serdarê daristanê gelkî nexweş e û nikane ji qulika xwe derkeve.
Lawirên feqîr nizanîbûn ewê çi bikin û çawa jê ra bibin alîkar.
Ji ber ku ji bo her tiştî, her karî û her gelşê tim şêr biryar dida. Lê nuha ew nexweş bû û nikanîbû serdarî bikira.
Çi bi çûk û çi jî mezin, lawir giş ditirsiyan ku çewtiyekê bikin û  bibin sebebê hêrsbûna wî.

Dawiya dawî hamû lawiran rabûn bi hev ra biryar dan ku her kes here serdana serdarê mezin. Ji bo ku zanîbûn dema neçin serdana wî, ewê gelkî aciz bibe û wan ceza bike.
Hemûyan wisa bawer dikirin bi rastî jî serdarê wan gelkî nexweş e, ji hêz da ketiye û bixwaze jî nikane tu xerabiyê bi wan bike. Lima jî tu talûke nedidîtin herin serdana wî û li halê wî bipirsin.

Lawir giş yeko yeko bi diyarî çûn serdana şêr, ew ziyaret kirin. Kes newêrîbû destvala here. Bi kêmanî hinek goşt di dest xwe da dibirin. Bi vî hawî ji çeqel bigre, heta bi gur û piling, hemû çûn ziyareta şêr û jê ra şîfa û kêfxweşî xwestin.
Tenê lawirek neçû, ew jî rûvî bû.

Piştî demekê şêr ferq kir rûvî nehatiye serdana wî. Şêr bi vê bêhurmetî û quretiya rûvî gelkî aciz bû û rabû çeqel şand pê (pey) rûvî. Ji çeqel ra got, ji rûvî ra bibêje ji bo çi ew li hember min vê bêhurmetiyê dike û nayê serdana min ?

Çeqel rabû çû ba rûvî û jê ra got:

- Law birakê rûvî, malxerabo, tu zanî serdarê mezin ji te gelkî aciz bûye. Ev çend roj in nexweş e û li erdê ye. Ne kane ji mala xwe derkeve û ne jî kane here nêçîrê. Her kes çû serdana wî, lê tu hîn neçûye. Te rojekê jî serê xwe nekiriye qulika wî û li halê wî nepirsiye.Vê xemsarî û bêhurmetiya te, ew gelkî aciz kiriye û lema jî ez şandim pey te. Ez meraq dikim, tu yê jê ra çi bibêjî û çawa xwe biparêzî?

Rûvî mizicî, ji çeqel ra got:

- Birakê çeqel, helbet ez jî ji serdar hez dikim û wek hemû lawirên din dixwazim herim serdana wî. Heta ez çend caran jî bi dizîka, bi çend mirîşkan çûm ber devê qulika wî û tu nemabû herim têkevim hundur jî. Lê ez neçûm hundur, bi paş da vegerîyam...

Çeqel matmayî ma, got :

- Ji bo çi?

Rûvî serê xwe hejand, got:

- Çimkî li ber devê qulika wî tiştekî pir bala min kişand û ez tirsandim. Herçiqas min pir dil hebû jî lê dîsa jî min cesaret nekir herim hundur. Ji ber ku min şopa gelek nigan dît. Şopa nigên gelek lawirên (heywanên) cihê cihê bûn. Tiştê herî balkêş, şop hemû diçûn hundur, lê yek jî ji hundur dernediket. Li ser vê, bi rastî ez ketim şikê, min got dibe ku nexweşî xapandin be. A loma jî heta nuha ez neçûme ser û ezê nerim jî. Çimkî yê here têkeve qulikê êdî hew kane xelas bibe. Tu rastiyê dixwazî ez hîn ji ruhê xwe aciz nebûme. Ez bawer dikim nuha te fam kir ji bo çi heta nuha ez neçûme serdana wî.

Çeqel serê xwe leqand û got:

- Min baş fêm kir.Tiştê tu dibêjî rast e.

Bi rastî jî rûvî bi heq bû. Şêr ne nexweş bû.Wî bi derewan xwe nexweş xistibû. Û gelek lawir jî bi vê derewa wî dixapiyan û diçûn ber nigên wî û jê ra dibûn xwarina hazir.

Çeqel tavilê berê xwe da daristanê û hemû lawir ji vê kemîna şêr agahdar kirin. Piştî wê, êdî hew lawir çûn, ketin kemîna şêr.

Rûvî, bi saya vê jîrî û zîrekiya xwe ruhê gelek lawiran xelas kir.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE