10 juli 2011

Qertel û qijik

Dibêjin rojekê qijikek li ser guliyê darekê veniştibû û ji xwe ra li çêra keriyekî pez temaşe dikir. Carê hew dît ku qertelekî weke birûskê got guj û xwe bera ser berxekî da, berx xist nava pençeyên xwe û bi hewa ket.


Li hemberî vê nêçîra qertel, qijik mit û mat ma, ji xwe ra got:


- Welehî min ev fen nizanîbû. Pir rehet jî bi hewa xist. Bi Xwedê hema ezê jî wek wî bikim û ji xwe ra pezekê ji nav kerî birevînim. Nêçîrek ji viya rehettir û xweştir tuneye.


Û rabû ji ser guliyê darê bi hewa ket, baş bilind bû, bilind bû û dû ra jî eynî weke qertel got guj û xwe bera ser beranê kerî yê herî mezin da. Xwest ew jî wek qertel, beran têke nav pençeyên xwe û bi hewa keve.


Lê kir nekir, nikanîbû beran rakira. Çiqasî baskên xwe li hev xistin, çiqasî li ber xwe da jî pere nekir, beran pir giran bû û ji erdê neliviya.


Di vê nabênê da hiriya berên li pençên qijikê geriya û ew bi xwe di hiriya berîn aliqî, kir nekir nikanîbû ji hiriyê xelas bibûya. Çiqa baskên xwe li hev dan, xwest bi hewa keve, xwe ji hiriya berên xelas bike jî lê nebû.


Çimkî hiriya berên  li nenûkên wê geriyabû. Piştî ku gelkî li ber xwe da û dît xelas nabe, îcar bû qajeqaja wê û qerepereyek mezin çêkir.


Bi qajeqaja wê ra şivên ji pêşiya pez baz da û hat ew girt. Nenûkên wê ji hiriya berên xelas kir û dû ra jî ew kir himêza xwe, destê xwe di serê wê da û got:


- Ezê te bibim ji zarokan ra. Ewê ji xwe ra têr bi te bilizîn û kêfxweş bibin. Lê berî ku ez te bibim, dibê ez te basko bikim, ji bo ku tu nikanibî bifirî.


Û rabû bi hevrînga xwe ew basko kir û bir mal.


Dema zarokan qijik di destê bavê xwe da dîtin gelkî kêfxweş bûn. Hewqas kêfxweş bûn ku bask tunebû pê bifiriyana. Rabûn qijik ji destê bavê xwe girtin û giş pê şa bûn, destên xwe di per û baskên wê yê birqokî dan û pê lîstin. Piştî bîstekê ji bavê xwe pirsîn, gotin:

-Bavo, ma ev çi teyr e?

Bavê wan keniya û got:

-Ew bi xwe bawer dike ew qertel e û kane wek qertelekî nêçîrê bike. Lê hûn guh nedinê û jê bawer nekin, çimkî ew çi bike jî ew qijik e. Qijik tu carî nikanin bibin qertel.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE