09 juli 2011

Qaza hêkzêrîn

Dibêjin hebû tunebû, gundiyekî pir feqîr hebû. Ew yekî hewqasî feqîr bû, bêyî qazekê tu tiştekî wî yê din tunebû.


Lê ev qaza ne weke her qazê bû, wê her roj hêkeke zêrîn jê ra dikir. Êvaran jina mêrik teyfikek garis û tasek ava sar dida ber pîna (koxik) wê, sibehan dema diçû lê mêze dikir, bala xwe didayê ku wa ye hêkeke zêrîn kiriye. Vê yekê demeke dûr û dirêj wiha dom kir. Rojekê jinikê ban mêrê xwe kir û jê ra got:


- Nuha baş guh bide min! Qaza me her roj ji me ra hêkeke zêrîn dike baş e. Heger wiha dom bike, dibe ku piştî demekê halê me jî hêdî hêdî xweş bibe û em ji vê xizaniyê jî xelas bibin. Lê belê bi vî hawî ewê wexteke dûr û dirêj bigre, ji bo ku em dewlemend bibin dibê bi salan em li benda hêkên wê bin. Îcar hewqas payin jî ne karê aqil e. Lema jî pêşniyareke min a din heye. Ez dibêjim miheqeq di hundurê wê da embareke hêkên zêrîn heye. Heger embar tuneba ewê nikanîbûya her roj hêkek zêrîn bikira. Ma hewce ye bi salan em li benda hêkên wê bin, heta ku rojê ji me ra hêkeke zêrîn bike? Rabe here ji min ra kêrê bîne, ezê wê şerjê bikim û hemû zêrê hundurê wê derxim, emê bi derbekê da dewletî bibin.


Mêrik bi dudilî got:


Ma tu dibê ne heyfe em rabin qaza xwe şerjê bikin? Ji ber ku him sebra me pê tê û him jî her roj ji me ra hêkekê dike. Lê li alî din tiştê tu jî dibêjî rast e, em nikanin bi salan li benda hêkên wê bin. Lê dîsa jî destê min li qaza me nagere. Ez dêbêm belkî em ecele nekin ewê baştir be...


Jinikê got:


- Zêde dirêj meke, zû rabe here kêrê bîne.


Mêrik rabû çû kêr anî û qaza xwe şerjê kirin. Dema zikê wê veqelaştin, mêrik di ciyê xwe da matmayî ma.


Çimkî tu embara hêkên zêrîn di zikê wê da tunebû. Zikê wê jî wek zikê hemû qazên din bû. Dema mêrik dît zikê qazê vik û vala ye, got:


- Hey wax me çi kir?


Û dû ra jî vegeriya ser jina xwe, jê ra got:


- Xatûn, te malik li me şewitand, êdî ne nuha û ne jî dû ra, emê tu carî nikanibin dewletî bibin. Dawiya timayiyê û çavnebariyê wiha ye. Em li ziraarê derketin...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE