05 juli 2011

Mişkê Biçûk

Dibêjin rojekê mişkê ji çêlikê xwe yê biçûk ra got:

-Dibê tu ji îro û pê da bihostekê jî ji qulikê bi dûr nekevî. Ez nikanim gav û seetê li te miqate bim. Çimkî tu êdî mezinî û gotinê fêm dikî. Min çi got dibê tu gurra min bikî*


Mişkê biçûk bersîv neda diya xwe. Bi hawakî bêdeng ji xwe ra li ber devê qulika xwe rûnişt û li der ve temaşe kir. Bîstek derbas bû, di dilê xwe da got:


- Ezê ji xwe ra hinekî derkevim der, bîstekê li van doran bigerim. Ez bawer nakim tu talûke tê hebe.


Û dûra jî hêdîka û hinekî jî bi tirs ji qulika xwe derket der. Tiştê pêşî dît, dîkekî sor î mezin bû. Dîk li ser sergo bi nikilan bi erdê ketibû, ji xwe ra li qût digeriya û di ber ra jî tim yekcarnan azan dida. Mişkê biçûk tu carî dîk nedîtibû, lema jî gelkî tirsiya û di dilê xwe da got:


- Haho, ev çi teba ye?  Û çiqasî jî bi xof e! Xwezî ez ji qulika xwe derneketibûma. Heger ez bi destê viya kevim ewê tavilê min bixwe.


Dûra jî pisikekî reş bi ber çavên wê ket. Pisik hêdî hêdî û bi hawakî bêdeng li wan der û doran diçû û dihat. Mişkê biçûk dîsa got:


- Haho, ev çi teba ye? Ez tu carî hewqasî netirsiyabûm. Viya ez qutifandim! Ya baş ew e ez herim têkevim qulika xwe û ruhê xwe xelas bikim.


 Û got çirp û çû ket qulika xwe.


Diya wî jê ra got:


- Xêr e, çima tu wiha ji tirsan diricifî?


Mişkê biçûk, piştî bîna wî hat ber, ji diya xwe ra got:


- Dayê, li der min tiştên pir ecêb dîtin. Berê, min teyrekî sor î pir mezin dît. Bi nikilan erd dikola û di ber ra jî tim bi dengekî bilind diqîriya. Qîrînek wiha min tu carî nebihîstibû.
Dûra jî min heywanekî din yê pir bêdeng dît. Ew yekî qûl î reş bû û gelkî jî xweşik bû. Dêla wî dirêj û çavên wî jî birqokî bûn. Nizanim çima, lê ez ji wî bêtir tirsiyam.

Diya wî got:
-Ne hewce ye tu ji yê pir diqîriya bitirse. Ew dîk e û teyrekî bêzirar e. Lê xwe ji ewê sakîn û bêdeng biparêze. Ew pisik e. Çi çaxa fersendê bibîne ewê xwe çindî ser te bike û te bixwe. Lema jî dibê haya te ji te hebe û tu carî xwe nêzî wî zalimî neke. Nermî û bêdengiya wî derew e, ji bo xapandinêye.








*Gurr kirin: Bi ya yekî din kirin, gotina yekî kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE