13 juli 2011

Kurdino, şehîd Dr. Qasimlo ji bîr nekin!

Îro ji bo miletê kurd rojeke reş e, roja şehadeta Dr.Qasimloyê nemir e.
Kurdperwerê mezin û Serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî,(Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî) 22 sal berê di 13-ê temûza 1989-a da li paytexta Awusturya li Wîynayê ji alî qatilên rejima meleyên Îranê ve bi qeleşî û bêbextiyeke mezin hatin qetilkirin.
Bi şehîdxistina Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî, rejîma Îranê darbeyeke mezin li PDK-a Îranê û li tevgera kurd ya netewî xist.
Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 22 sal derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî qatil negirtine û cezayê misteheq nedaye wan.
DR. Qasimlo ne serokê PDK-ê tenê, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû.Û ji xwe ji ber vê yekê jî ew bû hedefa guleyên qatilên rejîma meleyên Îranê.
Gelê kurd Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, di dilê miletê kurd da ew şehîdên nemir in...
Kurd, heyfa bav û kalên xwe û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji hemû dijminan bigrin...Qatilên rejîmên dijminên me pir in, loma jî ew dikanin me bikujin, lê ewê nikanibin rê li ber avabûna Kurdistaneke serbixwe bigrin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE