07 juli 2011

Îşê vê dinyayê qet neket serê min

Bi dîtina min ev dinya dinyayeke pir bêedalet e û gelek tiştên wê jî tiroviro, şaş û bêhawe ne.


Di qanûnên wê da ne heq heye û ne jî edalet û ne jî wekhevî…


Miletekî weke miletê tirk dike xwedî dewlet û yekî weke kurda jî dike bindest….


Zirzopekî wekî Erdogan dike serokwezîr û mêrekî wek Xetîb Dîcle jî dike mebûsekî êsîr…


Ev dinya dinyayeke pir bêedalet e, kesên ku dibê perên wan tunebin, tim rût û repal bin, weke axê pera bi ser wan da dibarîne.


Û kesên ku dibê dewlemend û xwedî pere bin jî du qurişan li wan dike hesret û ji derd û bela û nexweşiyan nahêle ber xwe bibînin.


Kesên ku dibê nexweş nekevin nexweş dixîne, piştê û nigan dixe ber û kesên ku dibê nexweş bikevin û kût bibin jî weke zilika pîvazê sip û saxlem dihêle.


Yanî ev dinya, dinyayeke pir bêbext û pir qeleş e.


Tiştê min ji vê dinyayê fêm kiriye heger çavê te baş dît û guhê ta baş bihîst malik li te divirite, rehetî ji te ra namîne, tu dibî Eloyê Xemxur, dilşadî û bextewarî qet riya xwe bi te naxin.


Lê heger tu dixwazî li vê cîhanê ”bextewar” bî, dibê ne çavê te baş bibîne û ne jî guhê ta baş bibihîze, dibê tu weke gîhê bijî, bi kêrî tiştekî neyê, ne ji defê ra bibî qolik û ne jî ji zurnê ra bibî pîpik…


Wek minn got, ev dinya qet min rehet nahêle, ji ber ku ew dizane ku ez dixwazim qûna wê rast bikim…


Loma jî ev demeke êşa piştê dîsa zor daye min. Berê tenê pişt bû, nuha nigê çepê jî xwe daye ser,(ji xwe yê rastê berê tuneye) yanî êşa piştê xwe davêje nig...


Ez îro dîsa çûm ser tuxtor. Tuxtur got,  ji rûniştinê ye.


Yanî dibê ez zêde rûnenim.


Temiya tuxtor li min kir, got: zêde rûnene, li ser xwe bigere, cimnastîkê bike û heta ji te tê bimeşê.


Yanî tiştên ez qet nakim û nikanim bikim.


Ez du sê rojan bikim jî nikanim berdewamiyê bidimê, miheqeq bahneyekê, sebebekê dibînim û dev jê berdidim.


Ji ber ku heger ez gurra tuxtor bikim, dibê ez dev ji blogê û facebookê berdim û ev jî qet nayê hesabê min.


Ya rasttir ez nikanim dev jê berdim, ez bûme muptelayê nivîsandinê, gava nenivîsînim, nerehet û bêhuzûr dibim.


Fena ku di şerekî bi dijmin ra hevalên min şer bikin û ez jî dest nebim xwe…Bi min wiha tê…


Yanî ketime nambêna Xelîl û Celîl, li alîkî nivîsandin û li alîkî jî êşa nig û piştê, ewê çawa be ez nizaanim…


Kalbûna biyolojîk beşekî xwezayî(sirustî, tabiî) ya her jiyanê ye. Însan , heywan ya jî nebat qet ferq nake, her cins xwedî dirêjiyeke jiyana maksîmal(azamî)e. Rojek tê ew dem diqede û meriv dimre.


Lê berî mirinê ev êşa vir û wir qet nexweş e.


Neheqî ye.


Ji dêlî min, bira pişta yekî misteheq û bêfeyde biêşe.


Çimkî ya hin kesan pişta wan biêşe jî neêşe jî, sax bin ya jî mirî bin qet ferq nake…


Yanî ji hebûn û tunebûna wan tişt çê û xera nabe…


Hebin jî dibe, tunebin jî dibe.


Heta wê roja dawiyê dibê ne nig, ne pişt û ne jî dereke din ya meriv qet neêşe, dema wext û saet hat meriv çavên xwe bigre û here gerdûneke din.


Fîrdewsî gotiye, xoratanî weke buharê ye, kalîtî dişibe zivistanê . Zivistaneke ku li pey wê buhar nayê.


Ez nuha ketime vê zivistanê…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE