Li Aydinê bi hezaran însan bi leşker û pûlis ra êrîş birin ser 6-7 kerkirên kurd û xwestin wan lînc bikin.
Ji do da ye hêzên faşîst li Anqerê, Bûrsayê, Stenbolê, Aydinê, Sakaryayê, Kocaeliyê, Xarpêt û Meletyê û li gelek ciyên din, weke gurên har yên devbixwîn êrîşê dibin ser bînayên BDP-ê û qestî canê kurdan dikin.
Ev êrîş ne tesadufî ne, hemû jî bi tahrîk û teşwîqa siyasetmedaran û dewletê dibin û tên organîzekirin.
Ev taktîk, taktîkeke tirkan(esas mahcirên Balkan û Kafkasan)ya pir kevn e û klasîk e, wan bi vêtaktîkê bi milyonan rûm û êrmenî ji erd û avên wan bi dûr xistin û bûn xwediyê vî welatî.
Nuha jî eynî taktîkê li hemberî kurdan bi kar tînin, dixwazin kurdan jî weke rûm û êrmeniyan bi vê taktîka çavtirsandin û lînckirinê bitirsînin, koçber bikin û telîm bigrin.
Erdogan û Bahçelî dixwazin vê hêza pêxwazs, gurûx û qatil li hemberî siyasetmedarên kurd weke qozekê bi kar bînin
Ji ber vê yekê, Erdogan û serokkomar Abdullah Gul di serî da, hukûmeta AKP-ê li bajaran hêzên faşît û tirkan weke gurên devbixwîn dajon ser kurdan û wan terorîze dikin.
Ev sê roj in ku li tirkiyê hukûmet û MHP bi hev ra li hemberî kurdan vê taktîkê diceribînin.
Heger Erdogan û hukûmeta wî ne li pişt van êrîşên organîzekirîbûna ewê ban serokên hemû partiyan kira û bi hev ra civînek li dar xistina û bigotana, em bi tu hawî qebûl nakin ku li vir û li wir hin kes êrîşê bibin ser kurdan û zirarê bidin mal û canên wan.
Heta nuha ne bepirsiparekî hukûmetê, Erdogan, ne wezîrê hundur û ne jî serokê MHP-ê Bahçelî beyaneke wiha dane.
Ji ber ku Erdogan jî û MHP ne li dijî çavtirsandin û serkutkirina kurdan e, loma jî tu carî li hemberî êrîşên ser kurdan reaksiyoneke wiha ya mişterek nîşan nadin û li dij êrîşan dernakevin.
Numûneya herî dawî ya Aynûr Doganê ye.
Aynur Dogan, di çarçoveya Mihrîcana Cazê ya Stenbolê da beşdarî konsera "Jinên Avê-Mujeres de Agua" bû.
Di festîvalê da Ayur Dogan, La Shica, Buika û Sandra Carrasco jî amade bûn û stran gotin.
Dema Aynur Dogan derket ser dikê û dest bi gotina strana kurdî kir, grubek nîjadperestên tirk nerazîbûn nîşan dan dest bi tezahuratê kirin û şûşe û tiştên din avêtin ser sahnê, slogan avêtin, marş xwendin, gotin ”welat perçe nabe, şehîd namirin” û nehîştin Dogan stranên xwe bibêje.
Li ser vê êrîşê, Doganê ji mecbûrî dev ji programa xwe berda û sahne terk kir.
Û ev êrîş ne ya cara yekem e, heta nuha li hemberî hunermendên kurd gelek caran êrîşên wiha hatine kirin û hukûmet û kesên berpirsiyar jî tim bêdeng mane û bi rengekî cidî û fermî li dijî êrîşakaran derneketine.
Êrîşa li hemberî Ahmet Kaya jî eynî tişt bû.
Netîce ev êrîş hemû bi tolerans, teşwîq, tahrîka û organîzekirina dewletê û siyasetmedaran dibe.
Ev, pir vekirî ye.
Li hemberî van êrîşan dibê kurd çi bikin?
Berî her tiştî dibê kurd van êrîşan bigihînin bîr û raya giştî û çapemeniyê.
Ya duyem, dibê kurd xwe bidin ser hev û xwe biparêzin.
Ya sêyem jî dibê kurdên kanibin vegerin welatê xwe, vegirin û yên din jî hêdî hêdî li çare û îmkanên vegerê bigerin.
Hebûna kurdan li bajarên tirkan ji alî dewletê va ewê tim û tim li hemberî kurdan weke şantaj û qarteke tirsandinê were bikaranîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar