15 juli 2011

Him neheq in him zorba ne

Tirk qewmekî bela û çamûr e, mêrika him sûcdar in û him jî zorba ne.


Him bi şev û roj li pey kuştina kurdan digerin û him jî dema tên kuştin, dibêjin çima hûn me dikujin? û weke rûviyan dikin waqe wqa... 


Diyar e li gorî tirkan dibê gerîla qet xwe neparêze û dema tirçûn ser wan, blbêjin kerem bikin, me bikujin…


PKK-ê ev çend meh in ku yekalî agirbest îlan kiriye û ji her roj ji dewletê jî dixwaze ku ew jî agirbestê îlan bikin û operasyonan bidin rawestandin.


Lê artêş û hukûmet dibêjin heta yek ”terorîst” jî hebe em operasyonan ranawestînin û loma jî her roj çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dikin.


Û do li herêma Farqînê di operasyonan da bi şaşî 13 leşkerên xwe di dema bombebaranê da kuştin û heft heb jî birîndar kirin.


PKK-ê bi şiklekî resmî got ku leşker ne ji teref gerîlla, ji di netîceya bambebarana ahelîkopterên artêşê da hatine kuştin.


Lê li gel vê jî Erdogan henekê xwe bi van îdîayan dike û dibêje ev îdîa hemû derew in.


Lê wezîrê hundur yê Tirkiyeyê Idrîs Naîm Şahîn qebûl kir ku 13 leşker şewitîne û mirine.  Û di derbarê çawa bûye û kê kiriye jî got ”kê agir pê xistiye ne giring e…”


Yanî nikanîbû bigota ku PKK-ê kiriye, heger bi rastî PKK-ê kiribûya ewê xwe biçiranda û bigota..


Ev jî tê wê maneyê ku artêşê kiriyem.


Dîsa li gorî agahiyên artêşê, di vî şerî da 7 gerîla jî kuştine.


Ji xwe kes tew qala 7 gerîlayî nake, fena ku leşkerên wan wan însan in, lê gerîla ne însan in…


Him yên êrêşkar ew in û him jî ji ber ku di şer da leşkerên wan hatine kuştin ji do da ye dîsa qiyamet rakirine.


Û bi îhtîmaleke mezin piraniya leşkeran jî dîsa ewê kurd bin. Yanî yên ji herdu aliyan hatine kuştin jî kurd in.


Û di ser vê da jî Erdogan îro dîsa kurd tehdît kirin, got, ”Hêzên ewlehiyê ewê bi awayekî giran heyfê rakin. Û heger pêwîst bibe ewê operasyonên dersînor jî bên kirin.”


Dîsa eynî çîrok û eynî neqarat.


Meriv ji beyanên Erdogan, Gul û Çîçek wisa fêm dike ku hukûmeta AKP-ê ne li dijî operasyonan e, êrîş û operasyonên artêşê bi dilê wan e jî.


Ji ber ku Erdogan û gelkî pesnê fedekarî û qehmeremaniyên artêşê dide û dibêje emê ”terorê” biqedînin.


Yanî di axaftinên Erdogan, Gul û Çîçek da meriv sinyalên rawestandina operasyonan nabîne. Belovacî wê, îşaretên şerekî hîn berfireh û hîn dijwar didin.

Tiştê xuyaye, heger hukûmetê nexwesta nuha ji zûda operasyon rawestiyabûn û di mesela kurd da gaveke baş hatibû avêtin.

AKP û artêş dixwazin berê PKK-ê û BDP-ê biqedînin, tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin û dû ra , ewê bifikirin, ka ewê tiştekî bidin kurdan ya na?

Heger ne wiha bûya nuha ji zûda ev şer rawestiya bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE