28 juli 2011

Gur û Rûvî

Dibêjin carekê gur û rûvî bûn destbirakên hev û biryar dan bi hev ra bijîn. Lê di rastiyê da nêta gur tiştekî din bû, ew ji xwe ra li dû xizmetkar û xulamekî bû.

Rojekê herdu bi hev ra derketin nêçîrê. Ji berbanga sibê heta êvarî vir da çûn, wê da çûn, lê tiştek bi ber qîlên wan neket. Gur him pir birçî bû û him jî ji hal da ketibû. Hema yekser berê xwe da rûvî û jê ra got:

- Ez êdî hew kanim bigerim. Zû ji min ra tiştekî xwarinê bibîne, ya na ezê te bixum.

Rûvî bala xwe dayê ku gur henekan nake, bi rastî jî ewê wî bixwe. Ji mecbûrî got:

- Li vî gundê jêr, li mala muxtêr du berx hene, heger tu bixwazî  ez kanim herim ji te ra bînim.

Çaxa rûvî got berx, av bi devê gur ket, kêfa wî gelkî ji vê pêşniyara rûvî ra hat. Got:

- De rabe here zû bîne.

Rûvî rabû çû bi dizîka ket koza kahr û berxan û bi rastî jî berxekî biçûk ji kozê derxist, bir danî ber gur.

Gur ket ser berxê xwe, giş xwar û dora devê xwe alast.

Lê têr nebû, xwest berxê din jî bixwe. Bes ji dêlî ku dîsa ji rûvî ra bibêje, here berxê din jî ji min ra bîne, lêxist ew bi xwe çû.

Lê ew wek rûvî ne jîr û ne jî kone bû, ehlê malê û kûçik tavilê pê hesiyan û tu nemabû ku wî bikujin. Bi zor û bi halekî xerab xwe ji nav lepên wan xelas kir û vegeriya ba rûvî. Rûvî di dilê xwe da bi halê wî keniya lê eşkere tiştek negot.

Roja din gur dîsa got ez birçî me û dîsa doza xwarinê li rûvî kir.

Rûvîyê reben ji bêçaretî dîsa rabû çû ji gundekî din, îcar jî du mirîşk dizîn û anî dan gur. Gur ew jî bi derbekê da xwarin.

Lê wek roja din, dîsa têr nebû û xwest ew bi xwe here çend mirîşkên din jî bîne û zikê xwe baş têr bike. Bi tenê lêxist çû.

Lê wek cara berê xwediyê malê zû pê hesiya û dîsa baş lê dan, ew kût kirin, ji halekî derxistin kirin halekî din. Bi zûrezûr û bi ax û of xwe gîhand ba rûvî.

Roja sisiyan gur dîsa çû bi gewriya rûvî girt û jê ra got:

- Zikê min ji birçîna dike qurequrr, dibê tu herî ji min ra tiştekî xwarinê bînî, dema tu neynî ji dêlê va ezê te bixum.

Rûvî ji bêçaretî hustiyê xwe xwar kir û got:

- Ez malekê zanim, wê rojê golikek şerjê kirin û goştê wî kirin qelî. Ezê herim ji te ra hinekî bînim.

Gur got:

- Na, ya baş ew e ez bi te ra werim, zikê xwe li wir têr bikim çêtir e. De zû bide pêş min, ez hew debar dikim.

Bi rastî jî mexzena malê tije xwarin û kûp jî tije qelî bû. Her du bi kêfa dilên xwe ketin ser qelî. Rûvî ji çend deqan carê tim diçû xwe di teqa (paca) tê ra ketibûn hundur ra dikir, diçû der û dihat, ji bo ku bi xwarinê zêde qelew nebe û bikanibe di teqayê ra derkeve der. 

Vê yekê bala gur kişand û ji rûvî pirsî, got:

- Birakê rûvî, ji bo çi tu tim diherî der û tê?

Rûvî rastî jê ra negot, got:

- Ez çavdêriyê dikim, hela ka kes tê ya na.

Kêfa gur hat, got:

-Baş e, bira çavê te tim li der be. Ez nigê xwe ji vir navêjim derve, heta ez vî qelî gişî neqedînim, binê kûp nealêsim...

Tam di wê bîstikê da deriyê mexzenê got çîrk û vebû, xwediyê malê ket hundur.

Rûvî bi yek çindikê ra got xişt û di teqê ra baz da û xwe xelas kir.

Gur jî da dû, lê ji ber ku gur pir xwaribû, zikê wî bûbû def, lema jî di teqê da asê ma û nikanîbû bireviya.

Xwediyê malê xwe gîhandê û ew di teqê da girt...

Lê rûvî reviya, çû xwe gîhand daristanê. Ew gelkî kêfxweş bû ku wî xwe bi vî hawî ji destê gurê zalim xelas kiribû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE