16 juli 2011

Gur û quling

Dibêjin rojekê gava gur êvarî şîva xwe dixwar hestiyek di gewriyê da ma. Çiqas zor da xwe, çiqa kuxiya jî hestî derneket. Bi kuxtekuxt, rabû ket rê û çû, ji bo yek xêra xwe hestî ji gewrîya wî derxe.
Pir çû, hindik çû, bi rê da rastî kîjan lawirî hat jê rica kir ji bo ku alîkariya wî bikin û hestî ji gewriya wî derxin.
Lê kesî nikanîbû hestî ji gewriya wî derxista. Dema dît ku kes nikane alîkariya wî bike, rabû li der û dorê belav kir, got:

- Kî vî hestî ji gewriya min derxe ezê bi tiştekî pir mezin wî xelat bikim.

Ev soza gur tavilê di nav hemû lawir û teyran da olan da. Her kesî bihîst. Xeber çû ket guhê quling jî.

Quling rabû firek da xwe û çû ba gur û jê ra got:

-Ez kanim alîkariya te bikim.

Gur gelkî kêfxweş bû û got:

- Birakê quling, ez ketime bextê te, zû min ji vî ezabî xelas bike. Ez li ber mirinê me! Dikim bifetisim.

Quling got:

- Devê xwe baş veke!

Gur devê xwe hirinekê vekir.

Quling serê xwe kir devê gur, nikilê xwe yê dirêj wek maşeyekê hêdîka bera gewriya wî da û bi hawakî rehet hestî derxist û da destê gur. Û dûra jî ji gu ra got:

- Va ye min soza xwe anî cî û tu ji mirinê xelas kir, nuha jî dora te ye. Ka xelata min.

Hewcedariya gur êdî bi quling nemabû, lema jî bi gotinên quling keniya, diranên wî yên wek şûran biriqîn. Ji quling ra got:

- Xelat? Xelata çi qulingê kêmaqil? Dua bike min serê te ji laşê te hilneqetand, tu nexwar. Îcar di ser vê çêyî û camêriya min ra tu hîn jî doza xelatan li min dikî ? Ma ji vê xelatê mezintir tu xelat heye? Here oxira te ya xêrê be. Tu xelateke din tu nabînî... 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE