06 juli 2011

Girtina BDP-ê û bi çepên tirk ra avakirina partiyeke ortax tasfiyekirina tevgera netewî ye

Li gorî xebera malpera Rizgariyê, Bloka Ked û Demokrasiyê û BDP-ê piştî hilbijartinên 12-ê hezîranê bi çepên tirk ra dest bi xebata partiyeke şemsiye yanî partiyeke tirk û kurdan ya ortax kirine.


Di berdewamîya nûçeyê da tê gotin ku, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)jî di civîna xwe ya li Amedê ya di dawîya hefteyê da li ser pêwîstiya partiyeke şemsiye rawestiyaye û avakirina partiyeke wiha pêwîst dîtiye.


Û ji bo ku dest bi avakirina partiyê were kirin komîsyoneke ji 5 kesan hatiye çêkrin.


Di komîsyonê da parlamenterên BDP-ê Ertugeul Kurkçu, Mûrad Bozlak, Sirri Sureyya Onder, Sabahat Tuncer û serokê EMEP(partiyeke tirk e)û parlamenterê Stenbolê Levent Tuzel cî digrin.


Weleh xêra Xwedê ye, kurdan lêxist, Mûrad Bozlakê kurdê Konyayê û Sabahat Tunecr a elewî 3 çepên tirk ewê bi hev ra ji miletê kurd ra partiyeke tirk û kurdan ava bikin...


Çi baş, çi baş !


Çend roj berê, hevserokê BDP-ê Salahttin Demirtaş jî di beyaneke xwe da gotibû ku ewê bi hevalbendên xwe yên hilbijartinê ra(yanî bi hin grûbên cepên tirk ra) dest bi xebata partiyeke ortax(bi tirkî jê ra dibêjin çati partisi) bikin.


Demirtaş derbarê partiyê da gotibû:


“Demekê dikane mîna partiya Cepheyê hereket bike. Me dest bi xebatan kiriye. Ev xebat xwe dispêre rabirdûyeke beriya gelek salan. Di vê hilbijartinê da ji bo vê yekê me gaveke girîng avêt. Niha jî em berbî partîbûnê ve diçin. Wê ji sibe û pêve xebatên wê li berçavan bin. Em hêvîdar in ku emê di demek kin da derbasî pêvajoya partîbûnê bibin. Heta ev partî were avakirin, emê weke Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) koma xwe ya li Meclîsê ava bikin. Me biryar da ku em bi 29 kesan koma BDP-ê ava bikin.”


Ji van gotinên Demîrtaş jî diyar dibe ku berpirsiyar û birêvebirên BDP-ê û KCD-ê ji zûda ye bi hin çepên tirk ra biryara avakirina partiyeke tirk û kurdan dane û di rojên pêş da piştî ku ev partî were avakirin ewê BDP-ê fesh bikin.


Ez hêvî dikim ku ev biryara BDP-ê neçe serî, hinek li dijî vê biryara şaş derkevin û tiştekî wiha bi rastî pêk neyê.


Heger bi rastî jî BDP xwe tasfiye bike û bi çepên tirk ra partiyeke ortax ava bike, ewê şaşiyeke dîrokî û pir mezin bike û bi vê yekê jî ewê zirareke pir mezin bide tevgera kurd ya netewî û hemû destkeftiyên miletê kurd.

Bi gav û yekîtiyeke wiha ne BDP tenê, PKK jî ewê hêdî hêdî bihele.


Partiyeke wiha ewê kurdan ji nuh ve têxe bin destê tirkan û hegomonya wan ya îdeolojîk û siyasî.


Û ji xwe tiştê dewlet jî dixwaze ev e, dibê rêxistinên kurd ava nekin, werin di nava me da bixebitin û bibin tirk.


Kurdên di nava AKP-ê û CHP-ê da îro di çi halî da bin, dikanin ji bo kurdan çi bikin, di partiya ku ewê were avakrin da jî kurd ewê têkevin wî halî û wê perîşaniyê.


Mehdî Eker li hemberî Erdogan çiqasî serbixweye û dikane çi bike, Demirtaş û Tuncerê jî li hemberî Tuzel û tirkên din ancax hewqasî serbixwe be û kanivin hewqasî bikin…


Gaveke wiha di warê legal da tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye, entegrekirina kurdan ya bi Tirkiyê ra ye.


Heger îro kurd li Kurdistanê dikanin 100 belediyê û 30-40 parlamneteran derxin, sibe bi tirkan ra ewê nikanibin ji sisiyan yekê van rayan jî bigrin.

Hêza BDP-ê ji kurdayetiya wê tê, roja vê qerekterê xwee yê kurdî û netewî wenda bike ewê jî bibe weke partiyeke tirk û kurdê dev jê berdin.


Carnan tifaqa bi tirkan ra dikane pêwîst be, lê yekîtiya bi wan ra tiştekî din e, devjêberdana partiya û rêxistinên kurd e.


Heger emê dev ji avakirina rêxistinên xwe yên netewî berdin, wê demê çima em li dijî kurdên ku bi AKP-ê û CHP-ê ra ne derdikevin?


Çima em ban wan dikin, dibêjin werin ba me?


Nuha hin kurdên welatparêz ji AKP-ê û CHP-ê veqetin û bixwazin werin ba me, ewê çawa werin?


Qey dibê bibin komunîst û çep?


Heger organîzebûna kurdên çep bi çepên tirk ra rast be, ma çima ewê organîzebûna kurdên dîndar û muhafazakar bi tirkên nêzî xwe ra ne rast be?


Wê demê dibê her kurd li gorî îdeolojiya xwe here di nava rêpxistineke tirk da ciyê xwe bigre û bi vî hawî tu rêpxstinên kurd ava nebin û nemînen...


Heger ev ne rast e, wê demê dibê BDP tifaqeke wiha neke.


Me bi salan bi çep û rastên tirkan ra şerê miletekî cuda û rêxistinên cuda kir û di dawiya salên 1960-î da me biryara xwe da û dest bi avakirina partî û komeleyên kurdan kir.


Û bi vê biryarê kurdan di dîroka xwe da biryara herî rast girtin.

Ji ber ku em miletekî bindest in û mesela me jî meseleyeke netewî ye. Rêxist û xebata me jî dibê li gorî van şertên me be.


Ji xwe piştî avakirina rêxistinên cuda, (DDKO, KÎP, PKK, TKSP, Rizgarî, KUK, DDKD, KAWA û yên din) nuh kurd ji mirin û helandinê xelas bûn û gotin em miletekî cihê ne û loma jî em mafên xwe yên netewî dixwazin.


Heger kurd miletekî cihê ye dibê di her warê jiyanê da li gorî vê cihêtiya xwe ya netewî, civakî, zimanî û kulturî xwe organîze bike.


Tu sebeb tueneye ku kurd dev ji rêxistinên xwe yên netewî berdin û herin tevî tirkan bibin.


Piştî avabûna Komara Tirkiyê, kurdan cara pêşî di sala 1965-an da bi avakirina PDK-Tirkiyê(ya Saîd Elçî û Faîk Bûcak) û dû ra jî bi PDK-ya Dr. Şivan biryara herî rast giritn û cara pêşî bûn nûnerên welat û miletê xwe.


Û ji wê rojê û virdaye ku kurd xwe cihê organîze dikin û bi xêra vê organîze û xebata cihê îro miletê kurd şiyar bûye û doza azadî û serxwebûna xwe dike.


Di nava partiyek tirk da tiştekî wiha ne mimkûn e.


Heta nuha kurdan gelek caran xebata di nava yek rêxistinê da bi tirkan ra tecrûbe kirine, lê hercar jî li zirarê derketine.


Ev, ne li Tirkiyê tenê, li Kurdistana Îran û Îraqê jî wiha bûye.


Kurd bi salan bi rast û çepîn ereb û faris ra xebitîn, bûne serokên wan. Lê xebateke vala bû.


Kurdan cara pêşî di Cemiyeta Îttihat û Terakkîyê(1893-1918)da ev yek tecrûbe kirin. Bi xebata di vê rêxistinê da kurdan tiştek bi dest nexistin û di netîceyê da zirareke pir mezin dîtin.


Ji dêlî ku miletê xwe organîze bikin, ji tirkan ra xebitîn.


Dû ra bûn hevalên kemalîstan, dîsa li zirarê derketin û bûn sebebê bindesthîştina gelê xwe.


Kurd, heta salên 1960 û 1970-î di nva partiyên tirk da xebitîn, lê ji gelê xwe ra tiştek bi ser avê nexistin û bûn sebebên helandina kurdan.


Lê kurdên ku rêxistinên cuda yên kurdan ava kirin berhemek anîn meydanê, gelê xwe ji bo azadî û serxwebûnê rakirin pêdarê.


Kurd li Tirkiyê bûne serokkomar, serokwezîr, serokên partiyên tirk û gelek tiştên din, lê tu cvarî nikanîbûne ji bin emrê tirkan derkevin û bibin nûnerên miletê kurd.


Kurdên bi tirkan ra û di nava rêxistinên wan da tim bûne siyasetmedarên tirkan û menfeta tirkan parastine.


Û ji xwe îro jî wiha ye, kurdên  di nava AKP-ê û CHP-ê da ne nûnerên kurdan, yên tirka ne û loma jî siyaseta dimeşînin jî ya tirkan û bindesthîştina kurda ye.


Lê roja ku kurdan partî û komeleyên xwe ava kirine, kurd bûne hêz û nûner û berdevkên gelê xwe.

Lê dema BDP xwe tasfiye bike û here bi tirkan ra partiyekê ava bike, êdî ji fonksiona partiyeke kurd derdikve û tu sebeb namîne ku dibê kurd rayên xwe bidinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE