15 juli 2011

Gakûvî û jujo

Dibêjin salekê gakûviyek û jujoyek bûn şirîkên hev û ji xwe ra hinek genim çandin.
Hêviya wan ew bû ku zivistanê birçî nemînin. Lê dema dinya germ bû û genim ket similan gelşa nabêna wan dest pê kir.
Rojekê bala xwe danê ku wa ye hin heywanên din ketine nav erd û li genimê wan çêriyane. Jujo ji gakûvî ra got:


-Wiha nabe. Dibê em erdê xwe bipên, yan na heta dema çinînê tiştek ji me ra namîne.

Gakûvî got, baş e, ezê bipêm. Lê piştî çend rojan jujo bala xwe dayê ku gakûvî wezîfa xwe baş nayne cî. Ji dêlî ku nehêle heywanên din têkevin nava erd, ew bi xwe di nav da geriyaye û simil şikandine û têr lê çêriyaye. 

Jujo pir qeherî, got:

-Bira wiha nabe, ji nuha û pê da ezê bipêm.

Herçiqas jujo biçûk bû jî lê bi saya histirêyên xwe heywanên din ditirsand û nedihîşt yek jî nêzê erd bibe.
Bi şev û roj qet xew nediket çavan û wer li dora erd digeriya û heywanên din diqewitand.
Bi saya vê şiyarî û mêraniya xwe bi rastî piraniya genim ji çêrandinê xelas kir.
Dawiya dawî dema genim serridî û wexta çinînê hat, îcar jî gelşa ewê çawa li hev par bikin dest pê kir. Gakûvî got:

-Dibê para min zêdetir be. Çimkî ez ji te meztir im û lema jî hewcedariya min hîn zêde ye.

Jujo got:

- Lê yê bêtir xebitiye û bi şev û roj nobet girtiye ne tu ye,  ez im. Û di ser da malbata min jî gelkî mezin e, dibê ez zexîra wan jî deynim. Lema jî dibê para me bi qasî hev be, ne ez zêde bigrim û ne jî tu.

Gakûvî ev pêşniyara jujo qebûl nekir û her du ketin gewriya hev. Çend rojan hev du birin û anîn, birin û anîn, tiştek safî nekirin. Dawiya dawî gakûvî rabû ban hevalê xwe berêz(xenzîr) kir, got were me ji hev bigerîne. Berêz got:

- Ez çi bibêjim hûnê bi gotina min bikin?
Gakûvî got:

- Erê, tu çi bibêjî min qebûl e.

Jujo jî got:

- Erê, min jî qebûl.

Berêz got:

- Wê demê dibê hûn bibezin. Kî derkeve ewê genim gişî bigre û yê li dû ma jî ewê tiştekî negre. Wekî din tu rê tuneye. Ancax bi vî hawî yê bi heq û neheq ji hev bigire, heqî, edalet ciyê xwe bibîne.

Û dûra jî berêz, bi dizîka çav qurç kir gakûvî, fena ku bibêje, mêze min çawa jujo xapand, gerek dûra tu para min jî bidî.

Jujo got:

- Ev ne edalet e, ev neheqî ye! Ezê çawa kanibim bi gakûvî ra bibezim? Hema her kes zane ew ji min bezatir e.

Lê berêz got, biryara min biryar e û ez naguherînim. Çimkî we her du seriyan jî berê qebûl kiriye.

Jujo bi xemgîniyeke mezin lêxist çû mala xwe. Nizanîbû çi bike? Pêşî zivistan bû, dema ev çandinî ji dest biçûya ew û malbata wî ewê ji birçîna bimrana. Bi van fikar û bêhêvîtiyê xwe gîhand mal. Dema xanima wî dît ew pir xemgîn e, meraq kir, jê pirsî, got:

- Te xêr e, çima gewzê te tuneye?

Jujoyê reben çîroka xwe û gakûvî ji serî heta dawî jê ra got. Piştî ku xanima wî li meselê guhdarî kir, jê ra got:

- Qet xeman nexwe û xwe neqeherîne. Emê nuha riyekê bibînin. Em nahêlin gakûvî wiha bi rehetî bigihîje armanca xwe û keda te bixwe. Tu zanî ez û tu pir dişibin hev, ne were?
Ez bawer nakim ku gakûvî bikanibe min û te ji hev bigerîne. Û jixwe beraz jî nizane ku jina te heye.
Tu û gakûvî hûnê herin ji wî ciyê berêz gotiye dest bi bezê bikin, ezê jî herim li nêzî hêniyê[1] xwe veşêrim. Dema ew ji min ve xuya bibe ezê bazdim û berî wî xwe bigihînim hêniyê, hedefa ku we destnîşan kiriye. Dûra jî hemû genim ewê ji me ra bimîne. Piştî ku wî ev bêbextî bi te ra kir, dibê devê wî bi hebek genim jî nebe!

Bi rastî jî wer bû. Jujo bez(pêşbirk)qezenc kir û gakûvî li dû ma. Gakûvî û berêz tu carî fêm nekirin jujo çawa kane ji gakûvî bezatir be?
Ji bo jujo ya girîng genim bû, çimkî heq kiribû û ew jî jê ra ma.

[1] Hênî:Di hin lîstikên zarokan da(wek çavgirtînko) dera meriv dehire destê xwe lê dide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE