16 juli 2011

Erdogan dîsa "ço" nîşanî kurdan da û got "mesela kurd tuneye"

Di axaftina xwe ya derbarê 13 leşkerên ku li herêma Farqînê hatin kuştin da serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, sola Bahçelî di teqê ra avêt û weke faşîstekî neyarê kurdan, miletê kurd tehdît kir.


Erdogan got, ”xwediyên vê êrîşê û hevalbendên wan dibê ji me nêteke pak mepên, hêzên me yên ewlekariyê bedela vê yekê ewê li ser wan pir buha bidin rûniştandin.”


Erdogan ji dêlî ku sinyala rawestandina operasyonan bide, got, ”operasyon ewê dom bikin û hewce be ewê operasyonên dersînor jî werin kirin.”


Erdogan derbarê çareseriya mesela kurd jî ji dêlî îşaretke pozîtîv, îşareta berdewamiya şer û pevçûnan da û got, ”ewê bi xwediyên van kirinan ra tu carî rûnin û weke her tim, dîsa riya ”teslîmbûnê” nîşanî kurda da û got:


”Heger ew aştiyê dixwazin yek tişt heye dibê bikin, ew jî ev e: Rêxistina terorê carê dibê çekan deyne. Heta ku çekan daneynin ne operasyon disekinin û ne jî ev merhele berbî nuxteyeke din ve dihere.”


Yanî bira werin teslîm bibin.


Erdogan di axaftina xwe da tiştekî din jî ji devê xwe revand, li hemberî kurdan îşareta ”siyaseteke” nuh ya hîn dijwar da û got:


”Merheleya piştî vê bi stratejiyên pir cihê, bi îcraatên pir cihê ewê xwe nîşan bide. Dibê ew vê jî bizanin.”


Ev jî tê wê maneyê ku hukûmeta AKP-ê, ji nuha û pê va bi leşker, MHP-ê û CHP-ê ra li hemberî kurdan ewê hin ”siyasetên” nuh têxin dewrê.


Îcar ev ”stratejî û îcraat/praktîk” çi ne û ewê xwe çawa nîşan bidin di rojên pêş da emê bibînin.


Ji van gotinên Erdogan, ji parastina wî ya artêşê û belavoka bi MHP-ê û CHP-ê ra diyar dibe ku hukûmetê di ”stratejiya” xwe ya nuh da bi leşker û muxalfetê ra li hev kiriye.


Meriv vê yekê ji belavoka hersê partiyan ya li ser navê meclîsê belavkirine jî fêm dike.


Piştî bûyerê, AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê li ser navê Parlamentoya Tirkiyê beyaneke mişterek dan. Di beyanê da wiha tê gotoin:


”Her êrîşên siyasî û leşkerî yên li hemberî yekîtiya miletê me, yekparetiya welatê me û yekbûna dewleta me mahkûmê bênetîcebûnê ne.


Di hemû hewlên hukûmetê yên li djî terorê û cudakariyê da emê bi hukûmetê ra bin. Têkoşîna Komara Tirkiyê ya li dijî terorê demokratîk, meşrû û huqûqî ye.”


Ev beyan jî nîşan dide ku di rojên teng da hebûna hin kurdên xwedêgiravî hinekî kurd di nava partiyên tirk da tu qîmetî herbiyeya wan tuneye, di rojên wiha da ji tirsê ew jî kurtpist dibin û li dijî nîjadperestan newêrin dengê xwe derxin.


Ev beyana mişterek ya AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê îspata vê yekê ye.


Erdogan di beyana xwe ya derbarê bûyerê û mesela kurda da tiştên hewasî nîjadperest gotin ku loma jî MHP-ê û CHP-ê piştgirî danê.


Erdogan mêrik careke din jî diyar kir ku tu nêteke wan ya çareseriya mesela kurd tuneye, ji xwe mêrik dibêje ”mesela kurd tuneye”, tiştê heye mesela PKK-ê û terorê ye û loma jî ewê tu carî hebûna miletê kurd qebûl nekin.


Erdogan di vî warî da wiha got:


”Berî her tiştî, emê tu carî destûrê nedin li ser 780 hezar kîlometerkareyê emeliyat were kirin, dibê ev yek baş were zanîn.


Ya duyem, emê tu carî destûrê nedin kes bi dîtina me ya yek miletî bilîze. Berî hilbijartinan min gotinek bikar anî, min got, li vî welatî êdî mesela kurd tuneye. Li vî welatî mesela PKK-ê heye. Tu kesê nikanibe dîtina me ya ”yek milet, yek welat, yek dewletê” biguherîne.”


Mêrik pir vekirî dibêje ku kurd tunene, mesela kurd tuneye, tiştê heye mesela PKK-ê û terorê ye. Lê hin kurdên me dîsa jî ji bo serkeftina wî bi şev û roj jê ra dua dikirin, digotin înşeelah AKP-ê ewê qezenc bike û Erdoganê jî careke din bibe serokwezîr.


Ê va ye Xwedê dua wan qebûl kir û Erdogan cara sêyem jî bû serokwezîr. Lê ji dêlî hel bike, mêrik dibêje "yek milet" û li Tirkiyê mesela kurd tuenye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE