09 juli 2011

Êdî dor jî û heq ya me ye!

Îro ji Afrîkayê dewleteke nuh li dewletên cîhênê û li Neteweyên Yekbûyî zêde bû.


Îro gelê Başûrê Sûdanê jî bû xwediyê dewleteke serbixwe.


Ev dewleta nuh li gelê Sûdanê û li hemû gelên bindest yên ku dîrokê xedir li wan kiriye bimbarek be!


Û aqûbet li serê me kurdan be.


Xwezî bi dilê wan gelan ku xebat û têkoşîna wan bi dewleteke serbixwe diqede…


Di sala 1945-an da dema Neteweyên Yekbûyî ava bû 51 dewlet endamên wê bûn...


Nuha, piştî 66 salan, bi endametiya Başûrê Sudanê ra endamên Neteweyên Yekbûyî bû 193 dewletên serbixwe.


Mixabin kurd hîn di nava van 193 dewletan da tunene.


Ev, zulm û xedreke pir mezin e li miletê kurd.


Kesên ev zulm li miletê kurd kirine û hîn jî dikin ne tenê tirk, ereb û faris in, Neteweyên Yekbûyî jî şirîkê vê zulmê ye.


Çimkî ew çavê xwe ji vê zulmê ra digre.


Dibê NY êdî li vê neheqiya li kurdan dibe temaşe neke û ji bo dewleteke serbixwe piştgiriyê bide miletê kurd jî.


Loma jî weke kurdekî ez dipirsim gelo ewê kînga dora kurdan were?


Kînga miletê kurd jî weke miletê Sûfana Başûr ewê vê rojê bijî?


Tirsa min ya herî mezin ew e, ez wê rojê nebînim û bimrim!!!


Ez bi xwe ji bo ku berî mirina xwe vê rojê bibînim çi ji detê min tê dikim, ez hêvî dikim ku ev tahb û sahba min ewê bi avê da neçe û ezê jî roja endametiya Kurdistanê ya Netweyên Yekbûyî bibînim.


Ez hêvî dikim ji îro û pêva endamê 194-ê ewê Kurdistan be.


Ji ber ku bêyî me kurdan li vê cîhanê êdî hema hema tu miletên bindest nemane…


Loma jî êdî heqê me ye, kesî bi qasî me ev endametî heq nekiriye.


Tu miletî bi qasî kurdan ji bo endametiya vê rêxistinê xebat nekiriye, eziyet û cefa nekişandiye, xwîn nerijandiye...


Loma jî êdî heq be jî û dor be jî ya me ye û dibê em vê dora xwe nedin kesî...


Ey Neteweyên Yekbûyî, kursiya me hazir bike, miletê kurd tê....



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE