11 juli 2011

Derew

Zanayekî îngilîz gotiye, derewa herî qirêt, ya ku ji zarokan û ji gel ra tê gotin e. Ji ber ku herdu jî zû dixapin.
Tirkiye embara derewan e, kesê derewan neke nikane bibi hukûmet û dewletê îdare bike.
Li Tirkiyê ji xwe zarok bi derewan mezin dibin, çimkî hemû perwedeyî li ser asasê derewan ava bû ye...
Hemû zarok her sibe sond dixwin ku ew tirk in û loma jî ew rastgo û xebatkar in.
Ma dereweke ji viya mezintir heye?
Hemû zanîna dîrokê, edebiyatê û erdnîgariyê ku zarok di dibistanan da fêr dibin ji kok da derew û virên bi boçik in.
Û gel jî ji xwe bi derewên Erdogan êdî gêj bûye, mêrik hewqas derewên mezin dike ku aqilê meriv disekine, bi derewên mezin û li ser hev fersendê nade ku gel bifikire. Û derew û rastiyê bide ber hev.
Mesela mêrik dibêje ku kurd jî weke tirkan xwediyê eynî maf û azadiyan e, tu zulmeke netewî li kurdan nabe.
Ya jî min mesela kurd hel kiriye, loma jî mesela kurd tuneye, “teror” heye.
Ma ji van derewan mezintir derew dibe?
Tirk xwedî dewlet in, kurd hîn nikanin tabeleyeke kurdî bi darda kin, hîn ji perwerdeya bi zimanê xwe mehrûm in.
Lê li gorî Erdogan dîsa jî di nabêna tirk û kurdan da wekhevî heye.
Ji bo ku meriv bibêje li Tirkiyê kurd û tirk wekhev in, dibê meriv virekekî pir bêheya be.
Miletekî xwedî dewlet û miletekî bindest, ku ji mafê pererdeya bi zimanê xwe jî bêpar, çawa dikanin wekhev û xwedî heman mafan bin?
Erdogan, Gul û taximê wan dibêjin ku xwedêgiravî ew musilman in û xwedê û Pêxember nas dikin.
Baş e, wê demê dibê guh bidin gotinên Xwedê û Pêxember jî.
Hz. Mûhamed gotiye, “kesê derewan bike bira li dojehê(cehnimê) cihê xwe hazir bike...”
Lê Erdogan û hevalên wî êdî guh nadin gotinên Hz.Mûhamed jî, ji ber ku hemû salatanata wan, hebûna hukûmet û dewleta wan bi xêra derewan heye, roja ku ew dev ji derewan berdin û rastiyê bibêjin, ewê gelek text û kursî wenda bikin û mecbûrî dana mafên xelkê bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE