07 juli 2011

Dara zeytûnê û dara hejîrê

Rojekê dara zeytûnê û dara hejîrê bi hev ra ketin şêwr û mişêwran û pesnên xwe ji hev ra dan. Dara zeytûnê bi qurretî û hinekî jî bi tinazî ji dara hejîrê ra got:

-Heger tu rastiyê dixwazî dilê min gelkî bi halê te dişewite. Çimkî her sal tu hemû pelên xwe diweşînî û req û rût dimînî. Û dûra jî seranserê zivistanê tu bi wan şax gulîyên xwe yên req û rût ji sar û sermayê dizikzikî, tebatî nayê te.
Lê belê ez, sal donzde meh tim hişin û xweşik im. Ez tu carî rût nabim û wek te ji sermayê naqefilim. Ez her tim wek bûkekê xemilandî me.
Lê li alî din jî helbet dar giş nikanin wek hev bin, sal donzde meh tim bi pel û xweşik bin. Hinek ewê wek te zivistanan pelên xwe biweşînin, rût bibin û hinekê jî wek min tim hişin û xweşik bin.

Dara hejîrê li hember van quretiyên dara zeytûnê dengê xwe dernexist û tu bersîv nedayê. Danê êvarê dinya cemidî. Li asîmanan ewr wek bênderan komî ser hev bûn û dûra jî bû tozan û berfê dest pê kir.
Berf çend rojan li ser hev wer barî. Berfeke wer ket hey hewar, çiya û banî giş di bin berfê da wenda bûn. Rê û dirb hatin girtin. Cîran nikanîbû biçûya cîrên.

Wek her derê, dara zeytûnê jî di bin berfê da ma. Ew ji darekê bêtir dişibiya girekî ji berfê. Hemû pel, şax û guliyên wê hew qas berf girtibûn, nikanîbûn di bib berfê da xwe ragirtana, yeko yeko qîrçînî ji wan dihat, dişkiyan û diketin erdê.
Berfeke bêhed ketibû ser dara zeytûnê, barê wê pir giran bû. Lema jî gav û seetê tim qîrçînî ji şax û guliyên wê dihat, dişkiyan û diketin ser berfa sipî boz. Dema meriv li bin wê dinêrî meriv digot qey ew hatiye kesixandin.(1)

Lê tiştek bi dara hejîrê nehatibû.  Ji ber ku ew bê pel bû, lema jî berf negirtibû. Kuliyên berfê di navbera şax û guliyên wê yên bê pel yên req û rût ra rast diketin erdê û lema jî berfeke zêde li ser wê nedima.

Dema ba û bahoz û tozana zivistanê derbas bû û biharê hêdî hêdî xwe nêz kir, dara hejîrê dîsa weke berê pel vekirin û weke xwe bû. Berfa zivistanê zirareke mezin nedabû wê. Ew hazir bû têkeve kulîlkan, şitlên nuh lêkeve û dîsa wek berê hişin bibe.

Lê dara zeytûnê bi wan guliyên xwe yên şikestî di halekî pir xerab da bû. Hin şax û gulîyên wê şikiyabûn û ketibûn erdê û hinek jî hîn pê va li ba dibûn. Dara hejîrê bala xwe da halê dara zeytûnê yê xerab, jê ra wiha got:

-Hekê, tê bîra te, berî zivistan were te henekê xwe bi pelweşandina min kir û te pesnê hişinî(keskî) û xweşikiya xwe da. Ez hêvî dikim ewê ev yek ji te ra şîret be û tu yê careke din xwe hewqasî mezin û xweşik nebînî. Her darek li gorî xwe xusûsiyet û xweşikîyeke xwe heye...





[1] Kesixandin: Peşkandin, kesaxtin, adakirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE