14 juli 2011

Artêşê dîsa dest bi provakasyonan kir

Gelî hevalan, ez û du hevalan îşev çûn derve, ez nuh hatim mal. Loma jî bêyî weşandina çîrokê min pê ra negîhand tiştekî binivînim.
Bi roj jî rê li ber min girtine, li ciyê kar êdî  ez nikanim têkevim bloga xwe û facebookê. Berê carnan min "bêqanûnî" dikir û li ciyê kar hin tiştên kin dinivîsî. Nuha ew îmkan jî ji min girtin.
Li qusûra min nenêrin, tiştê ji dest min tê ev e.
Li gorî malpera ANF-ê dinivîsîne, li herêma Farqînê di nabêna leşker û gerîlla da şer derketiye. Di şer da 13 leşker û 2 gerîlla hatine kuştin.
Cerdevanekî ku ji nêz ve bûye şahidê bûyerê gotiye ku leşker ne ji teref gerîlla, di netîceya bombebarana balafirên şer da hatine kuştin. Ji ber ku çeperên gerîlla û leşkeran ketibûn nava hev û loma jî bi gerîlla ra leûker jî hatin kuştin.
Yanî artêşa tirk bi xwe leşkerên xwe kuştine.
Ev xeber ne dûrî aqilan e, bi îhtîmaleke mezin ewê rast be.
Lê artêşê vê yekê dîsa têxe hustuyê gerîlla û ewê bibêjin gerîlla ew kuştin.
Diyar e civîna îro ya di nabêna Gul, Erdogan û serokerkan Koşaner da ji ber vê meselê bûye.
Lê leşker ji teref gerîlla da hatibin kuştin jî mesûl û qatil artêş bi xwe ye. PKK, her roj dibêje operasyonan rawestînin lê artêş nasekine û li her derê êrîşê dibe ser gerîlla.
Di rewşeke wiha da helbet gerîlla jî ji mecbûrî ewê xwe biparêzin. Ji ber ku yên diherin ser gerîlla gul û çîçeken dirêjî gerîlla nakin, gule û bombeyan bi ser wan da dibarînin.
Loma gerîlla jî mecbûr dimîne bersîvê bide êrîşkaran.
Heger artêş dixwaze leşker neyên kuştin dibê berî her tiştî operasyonan rawestîne. Heta ku operasyon berdewam bin, bûyerên wiha xemgîn ewê tim biqewimin.
Û berpirsiayrê van bûyeran jî artêş û hukûmet e.Tiştekî pir ecêb e, her cara ku mesela kurd berbî çareseriyeke siyasî ve diçe, ya jî di nabêna hukûmetê û kurdan da danûstendin dest pê dikin bûyerên wiha derdikevin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE