31 juli 2011

Qumsêrê tirk û Mewlûda Kurmancî

Mahmûd Lewendî do ji Kurdistanê vegeriya û îro jî li Stockholmê li Federasyona Komeleyên Kurdistanê şîna bavê xwe çêkir.

Mecbûrî ez ketim rê, tep û rep, min berê xwe da ciyê şînê...

Mala min li başûrê Stockholmê hema hema li nuxteya herî dawî ye û ciyê şînê jî li bakurê Stockholmê bû.

De îdî hesab li ba we ye.

Navê Kemal Bûrkay bi tunebûna "pisikeke" wî derketiye, lê yê min jî piskilêteke min jî tuneye, bes dîsa jî kes qalê nake û nabêje, li vê darê dinyayê "piskilêteke" Zinarê Xamo jî tuneye.

Ez serê we neêşînim piştî guherandina 3 wasiteyan û du saet rêwîtî e ez gihîştim ciyê şînî.

Gelek dost û heval li wir bûn.

Xwedêgiravî min makîna risman jî bi xwe ra biribû ku risman bikşînim, lê bi dîtina Lewendî û hin hevalan aqil li serê min nema û min kişandina risman ji bîr kir.

Lewendî merivekî xweşsohbet e, min jê pirsî, min got:

”Lewendî piştî 31 sal surgûnî tu çûyî welêt û hatî, ma di vê çûna xwe da tiştê herî xweş yê hat serê te çi ye?”

Lewendî wekî hertim keniya û got:

”Zinar, bi Xwedê tiştekî pir xweş di şînê da het serê min. Qumsêrekî tirk ê AKP-yî jî hatibû şînê û li kêleka min rûniştibû. Piştî hatina wî bi çend deqîqeyan mele dest bi xwendina Mewlûda Kurmancî kir. Îcar min di jiyana xwe da tu carî xwendineke hewqas xerab nedîtibû, tew min nizanîbû çi dibêje. Piştî qedandina mewlûdê min ji qumsêrê tirk ra got: Zimanê wî pir giran bû, te jê fêm nekir çi dibêje ne wisa ?”

Li ser vê pirsa Lewendî qumsêr dibêje:

”Ferq naqe, mewlûd mewlûd e, bi kîjan zimanî jî be meriv lê guhdarî dike…”

Lewîndî got, piştî vê bersîva qumsêr, min bi destê xwe hefsa Diyarbekrê nîşanî wî da(mala wan nêzî hefê ye)û jê ra got:

“Di vê hefsa hember da bi îşkencê û lêdanê bi sedan marşên tirkî bi însanên ku yek gotin jî bi tirkî nizanîbûn didan ezberkirin. Îcar te bê lêdan û îşkence guhdarî kir. Yê te dîsa ne tiştek e, xêra Xwedê ye...”

Piştî vê ”heneka” (!) Lewendî, qumsêre tirk reng davêje lê tu bersîvê nade.

Min got, Lewendî weleh serpêhatiya te entîke bû, bi destûra te ezê îşev qala vê serpêhatiya te bikim.

Camêr destûr da min û got tu serbest î. Yanî ”întîhal” tuneye, min destûr girtiye û lihevragirtin jî sedîsed keda min e.

Dibe ku hûn ketibin meraqa vegera min.

Weleh di vegerê da kabê min mîr hat û mala Osman Aytar ava be, camêr qedir da rîsipîtiya min û nehîşt ez dîsa têkevim wan riyan û bi saetan rêwîtiyê bikim. Ereba kişand ber nigê min û got fermo, mala wî ava di nava şend deqîqeyan da ez gîhandim mal.

Ji xwe heger ne ev camêriya wî bûya, belkî minê îşev pê ra negîhanda ku ji we ra qala vê serpêhatiya Lewendî bikira.


Gur û bizin

Dibêjin rojekê bizinek hilkişyabû ser qotê zinarekî pir asê  û bilind û li wir diçêriya. Gurekî birçî jî derketibû nêçîrê û ji binê zinêr derbas dibû.

Gur bala xwe dayê ku wa ye bizinek li ser zinêr diçêre. Gur hema di cî de tahma devê xwe xweş kir û di dilê xwe de got, wele va ye Xwedê qismetê min şandiye ber nigê min û dû ra jî dest pê kir, bi zinêr de hilperikî.

Lê ji ber ku zinar gelkî bilind, asê û şematok bû, lema jî gur kir nekir, nikanîbû pê da hilperikiya û xwe bigîhanda bizinê.

Dema dît ku nikane xwe bigihîne bizinê, îcar xwest bi hawakî wê bixapîne û daxîne jêr. Ban kirê got:

- Bizina şîrîn, ma tu çima hilkişyayî ser qotê wî zinarî? Zû ji wir dakeve, wira gelkî tahlûke ye. Xwedê neke tu dikanî bişemitî û xwe seqet bikî. Û jixwe gîha jî pir li wir tuneye, giş sinc û gongil in. Wek tu dibînî li vê jêrê gîha û nefel li çongê ye, çêra vir wek şekir şîrîn e. Li vir tu yê zûtir zikê xwe têr bikî.

Bizin kaliya û got:

- Te bê wê derê gotiye birako, bi van gotinên xwe yên xapînok tu nikanî min bixapînî. Bi serê te, kevir jî bibare ez ji vir danakevim! Ez baş dizanim dema ez ji vî diyarî dakevim, ezê ji te re bibim xwarinek baş. Tu ne ji bo min, ji bo xwe dixwazî min ji vir daxînî. Lê ez danakevim.

Û dû ra jî hinekî din jî bi zinêr da hilkişiya û çû jor.

Gur bala xwe dayê ku bizin naxape û ji ser zinêr danakeve. Ji mecbûrî rabû dêla xwe kir nav nigên xwe û ji wir bi dûr ket.


Bûrkay bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkrin

Siyasetmedar, nivîskar û serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK) yê berê Kemal Bûrkay piştî 32 salên jiyana li surgûniyê do vegeriya Tirkiyê.

Burkay li balafirxaneya Stembolê ji alî qelebalixeke mezin ya dost û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin…

Çapemeniya tirk jî eleqeyeke pir mezin nîşanî vegera Bûrkay da.

Kemal Burkay, li Otêla lê dima civîneka çapemeniyê çêkir û ji bo vê pêşwîzîkirina kîtlewî û germ kêfxweşî û sipasdariya xwe anî zimên û got ew ne li bende pêşwazîkirineke hewqasî germ bû.

Bûrkay, di axaftina xwe da bi dîtina min tiştên gelkî maqûl û realîst gitin, dijminatiya PKK-ê, BDP-ê, DTK-ê û Abdullah Ocalan nekir û got ew dikane bi BDP-ê û DTK-ê ra jî hevdîtina bike, di nabêna wî berpirsiyarên DTK-ê da xwîn tuneye.

Li gorî nivîs û beyanên Burkay yên berî çûyinê, bi xwe min bawer nedikir ku ew di heqê PKK-ê, BDP-ê û DTK-ê da tiştên hewqasî nerm û ji diyalogê ra vekirî bibêje.

Li gel gelek pirsên rojnamevanên tirk yên provakatîv, nêtxerab û xayinane, Bûrkay weke rîsipeyekî kurd û siyasetmedarekî xwedî tecrûbe nehat lîstika wan û bersîvên pir maqûl xweş dan.

Ji ber ku tirk dixwazin hêzên kurd û siyasetmedarên wan bînin hemberî hev ji bo ku ew jî ji vê berberiyê feydeyê bibînin.

Lê Bûrkay ev hesab û hêviya tirkan pûç kir.

Ez hêvî dikim ku Bûrkay vê şêl û siyaseta xwe ya nerm û netewî di rojên pêş da jî bidomîne.

Bûrkay li Stenbolê ji alî bi sedan, belkî jî bi hezaran kesî ve bi rengekî pir germ hat pêşwazîkirin.

Pêşwazîkirineke bi vî rengî nabe nesîbê her siyasetmedarî.

Gelek siyasetmedarên kurd bi dizî çûn û bi dîzî hatin, bêyî malbatên wan belkî haya îstîxbarata Tirkiyê jî ji çûyin û hatina wan çênebû.

Loma jî Bûrkay di vî warî da yekî pir bi şans e, heftxwezî bi dilê wî ku ew bi vî rengê kîtlewî hat pêşwazîkirin û keda wî nebû keda ”bersîs” û gelê wî ew bi tenê nehîşt…

Ez hêvî dikim ku Bûrkay jî weke gelek siyasetmedar, ronakbîr û serokên kurd, Stenbol û Anqerê ji xwe ra neke war, here welatê xwe, li bajarekî Kurdistanê bicî bibe û weke mezin û siyasetmedarekî xwedî tecrûbe di nava gelê xwe da bijî…


30 juli 2011

Rûviyê qol

Dibêjin carekê rûviyek ket feqa nêçîrvanekî û dêla wî tê da asê ma. Ji bo ku xwe ji feqê xelas bike pir li ber xwe da. Dawiya dawî, bi zahmetiyeke pir mezin xwe ji feqê xelas kir lê dêla wî di ber boçikê da qut bû.

Di destpêkê da pir guh neda dêla xwe ya qol, gelkî kêfxweş bû ku ew ji mirinê xelas bûbû. Lê dû ra fikirî û ji xwe ra got:

- Hema ez bimrama ji vê qolbûnê çêtir bû. Bi vê dêla xwe ya qol ezê çawa herim nava heval û hogiran? Hemû ewê bi min bikenin, ewê nav û nîçokan[1] li min kin, ewê ji min ra bibêjin qolo.

Lê dû ra fikrek hatê. Rabû ban hemû rûviyên din kir, got werin meseleyeke pir mihîm heye, dibê ez we jê agahdar bikim.

Tavilê hemû rûvî hatin û li dora wî kom bûn. Gişan dêlên xwe yên mezin û xweşik kirin kilor û wek doşegan kirin bin xwe û li ser rûniştin. Dû ra rûviyê me yê qol bi awirekî ciddî dest bi peyvê kir û got:

- Ez zanim qoliya min bala we gişan kişandiye. Û nuha hûn giş meraq dikin û ji xwe ra dibêjin, gelo bê dêl ez çawa dikanim debar bikim. Jixwe min jî ji bo vê yekê ban we kir. Heger ez ji we ra rastiyê bibêjim, nuha rewşa min ji berê gelkî çêtir e. Ez nuha gelkî siviktir û çapiktir im, tu carî strî, qirş û qal bi dêla min ve nazeliqin û ez di tu feqan da asê namînim. Çimkî ez ji wê dêla dirêj xelas bûme.Ya din jî, wek hûn jî dizanin dêl ji bo me giraniyeke mezin û barekî giran e. Gelek caran dibe bela serê me û em pê tên girtin û di feqan da asê dimînin. Lema jî ya çêtir ew e ku em hemû rûvî bê dêl bin. Ji ber vê yekê jî  pêşniyara min ew e ku divb hûn jî wek min dêlên xwe jêkin û xwe qol bikin. Dema we xwe qol kir hûnê bibînin ku jiyan çiqasî xweş û rehet e. 

Piştî van gotinên wî, rûviyekî kal û rîsipî hêdîka hêzî ser xwe kir û got:

- Zêde dirêj neke, heger te kanîbûya dêla xwe paş da bigirta, ez bawer nakim ku te nuha ji me ra bigota, hûn jî herin dêlên xwe jê kin û xwe qol bikin. Tu qol î, tu dixwazî me jî qol bikî. Lê em bi derewên te naxapin û xwe qol nakin.

Û dû ra jî hemû rûvî belav bûn û qoloyê me tenê qol ma...





 




[1] Nav û nîçok: Bernavk, nav û nûçik, leqep.

Biryara şêr

Dibêjin stirîyekî wek şûjinê ketibû nigê (ling) şêr, janek mezin didayê, ji ber êşê nikanîbû ji ciyê xwe bilebitiya.

Gur ji wir derbas bû, şêr ban(g) kirê, li ber geriya, got law guro, were vî stirî ji nigê min derxe, min ji vî ezabî xelas bike. Gur got:

- Wele ez ji te ditirsim, ez newêrim xwe têxim nav lepên te. Heger tu bihêlî ez nigê te girê bidim, ezê biwêribim stirî derxim.

Şêr ji bêçaretiyê daxwaza gur qebûl kir. Gur piştî ku stirî ji nigê şêr derxist, nigê wî venekir, lê xist û çû.

Bîstek di ser ra çû, rûvî ji wir derbas bû. Şêr îcar ban rûvî kir, piştî hezar û yek ricayê nigê xwe pê da vekirin. Û dû ra jî çû ji jin û zarokên xwe ra got:

-Zû xwe tev bikin, emê ji vî warî koç bikin.

Jin û zarokên wî gotin:

-Çima?

Şêr got.

-Warê ku gur min lê girê bide û rûvî jî min azad bike,  ez hew li wî warî dimînim.





Têkoşîna kurdan artêşê tîne rê

Do danê êvarê li Tirkiyê bûyereke pir mezin, bûyereke di tesîra erdhejekê da qewimî û Tirkiye hejand.

Serokerkanê artêşa tirk Işik Koşaner û 3 serokqumandarên din, serokqumandarê hêzên bejahiyê Erdal Ceylanoglu, yê hêzên hewayî Hasan Aksay û yê hêzên deryayî Eşref Ugur Yigit bi hev ra ji wezîfeyên xwe îstifa kirin.

Xebera îstifeya herçar generalan weke bombeyekê teqiya û li Tirkiyê olaneke mezin derxist. Lê li gel vê jî hukûmetê xwe ne tertiland û kirîz tavilê bi cesaret berteraf kir.

Serokkomar Abdullah Gul di cî da îstifayên herçar generalan qebûl kir û dû ra jî ban serokwezîr Erdogan kir û pê ra civiya. Di civînê da ji dêlî libergera generalan, herdu seriyan jî daxwazên wan yên teqawîtiyê qebûl kirin.

Çimkî daxwaza wan jî ne îstifa, teqawitî bû.

Piştî qebûlkirina îstîfeya herçar genaralan, Gul û hikûmetê serokqumandarê hêzên cendirmeyan Necdet Ozel kirin serokê hêzên bejahiyê û wekîlê serokerkaniyê.

Helbet îstîfa serokerkan Koşaner û hersê qumandarên din bûyereke mezin e, lê di dîroka Tirkiyê da cara pêşî naqewime, berê jî di dema Ozal da orgeneral Necîp Torumtay jî di sala 1990-î da ji serokerkaniyê îstîfa kiribû.

Dîsa di dema Ozal da serokerkan Necdet Urug û serokqumandarê hêzên bejayiyê Necdet Oztorun jî ji alî Ozal ve ji wezîfeyên wan hatibûn girtin.

Yanî bûyera do ne cara pêşîye li Tirkiyê diqewime, nimûne berê jî heye û pêşengê vê gava cesûr jî Turgut Ozal e…

Piştî îstîfayê, serokerkanê tirk Işik Koşaner bi mesajeka kurt giliyê hukûmetê bi bi gel kir û got ji ber ku ”173 jê wezîfedar û 77 jî teqawidbûyî, li ser hev 250 general û efserên tirk bêyî ku ceza li wan hatibe birîn ji doza Ergenekonê, doza Balyozê û dozên din demeke dirêj e ku di girtîgehê da ne û ew wekî serokerkan nikane tiştekî ji bo wan bike. Loma jî ew dest ji karê xwe berdide.”

Serokerkanê tirk Işik Koşaner, di mesaja xwe da rexne li guhnedana hikûmetê ya daxwazên wan digre û dibêje ” hêzên çekdar yên tirk bi zanîn û bi plan wekî ”rêxistineka tawanan” têt lansekirin” û loma jî ne mimkûn e ku e di bin van şertan û mercan da ew bikanibe wezîfeya xwe bidomîne.”

Heta nuha îktîdara rastîn di destê artêşê da bû, hukûmetên siwîl reben û pepûkên ber destên wan bûn.

Cara pêşî di dema Ozal û nuha jî di dema AKP-ê da artêş ji siyasetê tê dûrxistin…

Heta nuha artêş guh ne dida qanûnan û ne jî huqûqê, dilê wan çawa bixwesta wer dikirin.

Dilê wan tehhdît bixwesta tehdît dikirin, darbe bixwsta darbe dikirin. Lê hêdî hêdî ewê werin rê û tehamulî demokrasiyê bikin.

Artêşa tirk bêyî karê xwe yê esasî leşkeriyê, tevî her babet sûc û qetlê bûne, bi hezaran kurd kuştine.

Wiha bûye ku artêş bi piraniyeke mezin, bi taybetî jî di dereceya rutbeyên bilind da bûye rêxistineke sûc, çeteyan û qetlê.

Xwstine serokkomar û serokwezîran bikujin, darbeyan bikin, ji bo kaosê derxin bi sedan zarokên xelkê bikujin.

Welhasil di gelek sûcî geriyane, loma jî yek general û zabitekî paqij di vê artêşê da hema hema tuneye, hemûyan jî pir hindik gelek bêqanûnî û sûc kirine.

Loma jî esas ya herî rast ew e ku weke artêşa Îraqê, artêşa tirk jî ji binda were belavkirin û artêşeke nuh û paqij were avakirin.

Çawa ku bi asprînê nexweşiya şêrpençe tedawî nabe, her wisa bi teqîtkirina çend generalan jî av artêşa çete rast û paqij nabe, jê ra operasyoneke pir mezin û radîkal lazim e.

Lê gaveke wiha îro ne pir zahmet e, hukûmeta AKP-ê ne mimkûn e ku tiştekî wiha bike.

Ji ber ku Erdogan naxwaze sîstema kemalîst ji kok da biguherîne, mafê gelê kurd bidê û Tirkiyê bike welatekîtam demokratîk. Ji dêlî vê, Erdogan dixwaze sîstema kemalîst û hemû dezgehên wê, artêş jî di nav da li gorî menfaatên xwe rewîze bike û têke bin kontrola xwe.

Yanî guherandin û demokrasiya Erdogan dixwaze bi dîtinên Erdogan yên îslamî û panturkîst ve sînorkirîne, azadî deokrasiyek ji bo her kesî û hemû netawan tuneye.

Lê li gel vê yekê jî ev teslîmbûna artêşê pêşketineke baş e. Bes dibê kes vê ”teslîmbûna” artêşê bi ”qehremaniya” Erdogan tenê girê nede. Hêza ku artêşa tirk anî vê nuxteya teslîmbûnê tevgera kurd ya netewî ye, bahoz û tazyîqa tevgera kurd e.

Lê hukûmetê jî şertên der û hundur baş xwend û loma jî weke hukûmetên berê zû teslîmî leşkeran nebû û tîk sekinî.

Lê ev sekna hukûmeta AKP-ê dibê tu carî tesîr û tazyîqa tevgera kurd ya netewî bi me nede ji bîrkirin.

Esas li Tirkiyê hemû guherandinên pozîtîv û berbî demokrasiyê ve bi zor, tesîr û xebata miletê kurd bûye.

Tevgera miletê kurd ya salan general ji desthilanîn da xistin, anîn nuxteya ”teslîmiyetê” û siyasetmedar jî cesûr kirin

Bêyî têkoşîn û liberxwedana kurdan ya bi bedelên pir mezin ne mimkûn bû ku Erdogan îro biwêrîbûya ev gav bavêta.




Erdogan li pey qirkirina kurda ye

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di vegera xwe ya ji Azerbaycanê da dîsa got operasyon û ”şer” û ne tiştekî din.

Erdogan got, ”di micadeleya li hemberî terorê da pûlis û cenderme ewê hîn aktîftir werin bikaranîn û dema walî hewce bibîne Hêzên Bejayîyê yanî leşker
jî ewê têkevin dewrê.”

Bi van beyanên xwe Erdogan nîşan dide ku ew naxwaze mesela kurd bi riyeke siyasî û aştiyane hel bike.

Ew ”şer” dixwaze, dixwaze çend hezar xortên din werin kuştin.

Erdogan dixwaze li hemberî kurdan dest bi şerekî hîn mezintir bike, hemû îşeret vê yekê nîşan didin.
Erdogan çima û ji bo çi ji ni nişkave hewqasî bû merivekî şerxwaz ew jî tiştekî pir xerîb e.

Ne mimkûn e ku li Farqînê kuştina 13 leşkeran bûbe sebebê vê şêla Erdogan.

Herçiqas Erdogan bûyera Farqînê weke sebeb nîşan dide jî lê di rastiyê da ev mahneye.

Hukûmeta AKP-ê berî hilbijartinan, heta meriv dikane bibêje bi tewqîfata KCK-ê dest bi vê ”stratejiya xwe ya nuh” û vî şerê xwe yê mezin yê ”qedandina terorê” kir.

Yanî berê bi tasfiyekirina kadroyên bajaran dest pê kirin û nuha jî di rojên pêş da ewê dest bi êrîşên leşkerî bikin.

Heta meriv dikane bibê ji di vî warî da di nabên wan û Îranê da jî hevkariyeke xurt heye.

Yanî Erdogan ewê tiştên heta nuha gelek caran hatine ceribandin careke din jî biceribîne.

Li ser pirsa rojnamevanekî, ”hûnê midaxeleyî Qendîlê jî bikin?”, Erdogan gotiye:
”Dibê em vî karî ji erbabê wan ra bihêlin. Li hemberî nêta xerab nêta pak êdî ewê tunebe. Stratejiyên pir cuda ewê werin bikaranîn. Bedeal wê çi dibe bila bibe. Di vî warî da em dikevin nava merheleyeke nuh. Dibê medya li ba me be.”

Ji van gotinên Erdogan meriv wisa fêm dike kuew dike weke Seddam Husên li hemberî kurdan emrê qetlîameke mezin, emrê bikaranîna çekên kîmyayî bide.

Ya jî derên ku tevgera netewî lê xurt e bi darê zorê vala bike û hemû kurdên ku ray dane BDP weke êrmeniyan ji Kurdistanê derxe…

Ji ber ku Erdogan, bi dengekî pir bilind û ji xwe bawer qala”hin stratejiyên nuh û şerekî hîn mezintir dike”, dibêje ”bedelê ”şer dibe bila bibe” ewê vê ”stratejiya nuh” têxin praktîkê.

Û di vî warî da ew ketine ”merheleyeke nuh”, loma jî dixwaze ku di vî ”şerî” da çapemenî jî li ba wan be.

Yanî dema ew dest bi êrîş û qetlîaman bikin, dibê çapemenî jî kirinên wan îfşa û rexne neke û piştgiriyê bide wan.

Kurd, PKK û BDP diyalogê û çareseriyeke siyasî dixwazin, lê Erdogan û hukûmeta AKP-ê naxwaze.
Loma jî şerê demeke din jî berdewam be…

28 juli 2011

Gur û Rûvî

Dibêjin carekê gur û rûvî bûn destbirakên hev û biryar dan ku bi hev ra bijîn. Lê di rastiyê da nêta gur tiştekî din bû, ew ji xwe ra li dû xizmetkar û xulamekî bû.

Rojekê herdu bi hev ra derketin nêçîrê. Ji berbanga sibê heta êvarî vir da çûn, wê da çûn lê tiştek bi ber qîlên wan neket. Gur him pir birçî bû û him jî ji hal da ket. Hema yekser berê xwe da rûvî û jê ra got:

- Ez êdî hew dikanim bigerim. Zû ji min ra tiştekî xwarinê bibîne, ya na ezê te bixwum.

Rûvî bala xwe dayê ku gur henekan nake, bi rastî jî ewê wî bixwe. Ji mecbûrî got:

- Li vî gundê jêr, li mala muxtêr du berx hene, heger tu bixwazî  ez dikanim herim ji te ra bînim.

Kêfa gur gelkî ji vê pêşniyarê ra hat. Got:

- De rabe here zû bîne.

Rûvî rabû çû bi dizîka ket koza kahr û berxan û bi rastî jî berxekî biçûk ji kozê derxist û bir danî ber gur.

Gur ket ser berxê xwe, giş xwar û dora devê xwe alast.

Lê têr nebû, xwest berxê din jî bixwe. Bes ji dêlî ku dîsa ji rûvî ra bibêje, here berxê din jî ji min ra bîne, lêxist ew bi xwe çû.

Lê ew wek rûvî ne jîr û ne jî kone bû, ehlê malê û kûçik tavilê pê hesiyan û tu nemabû ku wî bikujin. Bi zor û bi halekî xerab xwe ji nav lepên wan xelas kir û vegeriya ba rûvî. Rûvî di dilê xwe da bi halê wî keniya lê eşkere tiştek negot.

Roja din gur dîsa got ez birçî me û dîsa doza xwarinê li rûvî kir.

Rûvîyê reben ji bêçaretî dîsa rabû çû ji gundekî din, îcar jî du mirîşk dizîn û anî dan gur. Gur ew jî bi derbekê da xwarin.

Lê wek roja din, dîsa têr nebû û xwest ku ew bi xwe here çend mirîşkên din jî bîne û zikê xwe baş têr bike.

Lê xwediyê malê zû pê hesiya û dîsa baş lê dan, ew kût kirin, ji halekî derxistin kirin halekî din. Bi zûrezûr û bi ax û of xwe gîhand ba rûvî.

Roja sisiyan gur dîsa çû bi gewriya rûvî girt û jê ra got:

- Zikê min ji birçîna dike qurequrr, dibê tu herî ji min ra tiştekî xwarinê bînî, dema tu neynî ji dêlê va ezê te bixwim.

Rûvî ji bêçaretî hustiyê xwe xwar kir û got:

- Ez malekê dizanim, wê rojê golikek şerjê kirin û goştê wî kirin qelî. Ezê herim ji te ra hinekî bînim.

Gur got:

- Na, ya baş ew e ku ez bi te ra werim, zikê xwe li wir têr bikim çêtir e. De zû bide pêş min, ez hew debar dikim.

Bi rastî jî mexzena malê tije xwarin û kûp jî tije qelî bû. Her du bi kêfa dilên xwe ketin ser qelî. Lê serê carê rûvî tim diçû xwe di teqa (paca) ku tê ra ketibûn hundur ra dikir û dihat, ji bo ku bizanibe ew zêde qelew nebe û bikanine dîsa ji wê qulikê derkeve.

Vê yekê bala gur kişand û ji rûvî pirsî, got:

- Birakê rûvî, ji bo çi tu tim diherî der û tê?

Rûvî got:

- Ez çavdêriyê dikim, hela ka kes tê ya na.

Gur got:

- Baş e, bira çavê te li der be. Ez bi xwe nigê xwe ji vir navêjim der heta ku vî qelî gişî neqedînim.

Tam di wê bîstikê da deriyê mexzenê got çîrk û vebû û xwediyê malê ket hundur.

Rûvî bi yek çindikê ra got xişt û di teqê ra baz da û xwe xelas kir.

Gur jî da dû, lê ji ber ku wî pir xwaribû, zikê wî bûbû def û lema jî di teqê da asê ma û nikanîbû bireviya.

Xwediyê malê xwe gîhandê û ew di teqê da girt...

Lê rûvî reviya, çû xwe gîhand daristanê. Ew gelkî kêfxweş bû ku wî xwe bi vî hawî ji destê gurê zalim xelas kiribû.

Ûjdan û xîreta min qebûl nake bi tirkî binivîsînim

Ev du sê roj in ez bi xortekî merivê xwe ra bi riya facebookê sohbeteke xweş dikim.

Em ji berekê û gelkî nêzî hev in.

Ez xort û bavê wî wek şexs nas nakim. Ji ber ku dema ez ji welêt derketim bavê wî belkî 9-10 salî bû.

Û di van herdu çûnên xwe da jî ez rastî wan nehatim, belkî wê rojê ne li gund bûn, ya jî min bavê wîdît lê nayê bîra min.

Lê ez kalikê wî û bavê kalikê wî, ku birayê kalikê min e jî baş nas dikim. Em bi hev ra mezin bûne.

Heta sala 1980-î ji bera me Xamoya, çar birayên min û zarokên apê min Hecî Emer tenê diçûn mektebê û ji wan hinekan xwendina xwe didomandin.

Bêyî zarokên van herdu malbatan, ji bera me Xamoya ne ji kesên li bajêr û ne jî ji kesên li gund yek kesî jî mektem nexwendibû û nediçû mektebê.

Wê demê li gund li dora 12-13 malan hebûn., nuha belkî bûne 30-40 mal û hewqas jî ketine bajêr û li hin bajarên Tirkiyê dijîn.

Yanî ji 12-13 malan ez bawer dikim zêdeyî 100 malî çêbûne…

Berê li gund ne dibistan hebû ne jî mizgeft. Nuha him dibistan heye û him jî mizgeft.

Belê, ew gundê ku berê yek kesî jî jê nexwendibû îro hema hema hemû zarokên wan xwendine û dixwînin.

Û zarok jî maşelah pir in, ez kesî nas nakim. Carnan bi riya facebookê hinên wan bi min ra dikevin têkiliyê.

A weke min li jorê got, ji van xoratên Xamoya yek jî ev çend roj in di facebookê da bi min ra sohbet dike.

Ew xortekî 19 salî ye û di mektebeke dînî da dixwîne. Ez bawer dikim ewê ya cimata ”Gulan” be…

Me ji hev ra çend tişt nivîsîn. Ez dixwazim bersîva xwe ya dawyî bêyî ku navê wî bidim, îşev biweşînim.

Di bersîva xwe ya dawî da ji min xwestiye ku ez bi tirkî binivîsînim. Loma jî min jê ra got, “îcar te eyb kir!”

Kerem bikin bersîva min ya dawî bixwînin.

“...hêja, îcar te eyb kir!

Em herdu jî kurd in, merivên hev in û zimanê diya me jî kurmancî ye îcar ji bo içi emê bi hev ra bi tirkî ”şora” bikin?

Bi qasî ez gtexmîn dikim diya te yek gotinê jî bi tirkî nizane, lê tu ji min ra dibêjî ”apo” bi tirkî binivîsîne.

Ûjdan(wijdan, ûcdan) û xîreta min qebûl nake ku bi te ra bi tirkî bipeyivim û binivîsînim.

Ma te qet dîtiye ku xortekî tirk ji ”apê” xwe ra, ji yekî tirk ra bibêje, "ez pir bi tirkî nizanim", bi min ra bi tirkî nepeyive?

Li gorî baweriya te, Xwedê teala tu wekî kurd aniye dinyayê, zimanê diya te û miletê te jî kurdî ye.

Loma jî li ser te şert e ku tu berî tirkî, zimanê diya xwe yanî kurdî bizanibî.

Ma qey dema tu diherî Malwêrîn tu bi dê bavê xwe, bi merivên xwe ra bi tirkî dipeyive?
Tiştê ez dizanim jinên Malwêrîn yekî du gotin tirkî nizanin.

Û zanibin jî ne rast e ku tu bi merivên xwe, bi kurdan ra bi tirkî bipeyive.

Tirkî, meriv bi tirkan ra dipeyive, ne bi ”apê” xwe ra…

Ma qey tu yê ji  miletê kurd ra meletiyê bi tirkî bikî?

Heger tu wiha difikirî ev felaket e.

Wê demê tu dixwazî miletê xwe, dê û bavê xwe asîmîle bikî, bikî tirk...

Tu bi kurdî nizanî binivîsîne fêr bibe.

Ezê alîkariya te bikim. Kes di zikê diya xwe da fêr nabe.

Çima tu wekî lawekî kurd tirkî fêr dibî, lê tu naxwazî nivîsîna kurdî fêr bibî?

Ma te qet dîtiye ku melayekî tirk ji tirkan ra bibêje ez bi tirkî nizanim?

Ji bo çi xortekî kurd û him jî gundiyekî ji Qerejdaxê ji ”apê” xwe ra dibêje ez bi kurmancî nizanim?
Heger bi rastî jî nizanibe, ji bo çi ew ketiye vî halî?

Xorto, tu dibî çi bibe, dixwazî rast ya jî çep bî, dixwazî dîndar ya jî ne bawermend bî, lê yê miletê xwe be.

Mele û alimê kurd be, ji miletê xwe ra û bi zimanê miletê xwe xizmetê bike...

Bi baweriya min ji xortekî wekî te kêmasî û şermeke pir mezin e ku bi zimanê diya xwe nizanibe û vê yekê jî ji bo xwe weke kêmasiyekê nebîne…

Careke din ji te ra serkeftinê dixwazim û bimîne di nava xêr û xwşiyê da….”

27 juli 2011

Şêr û kîroşk

Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da şêrekî gelkî mezin û hêrsokî hebû. Ji ber ku ew pirr mezin û pir xurt bû, lema jî li hemû lawirên daristanê çavsorî dikir. Tim dixwest hemû lawir bi emrê wî bikin.

 Rojekê rabû ban hemû lawirên daristanê kir û ji wan ra got:

 - Ji îro û pê ve ez mezin û serdarê we me. Bi bihîstina dengê min ra dibê hûn bi dor xurînî, navroj û şîva min ji min ra bînin. Dema hûn neynin ezê we ceza bikim.

Hemû lawir ji tirsan qutifîn. Çeqel hema di cî da xwe avêt ortê û dest bi şalûziyan kir, got:

- Ey serdarê mezin, tu dixwazî şîva te tim çi be?

Şêr got:

 - Ez rojê tamekê, xwarineke cihê dixwazim. Her roj ez eynî xwarinê qebûl nakim. Dibê rojekê goştê ga be. Roja din yê pezkûvî ya jî yê xezalekê be. Dibê hûn têkevin dorê. Lê bi bihîstina dengê min ra dibê şîva min hazir be, ya na hûn dizanin ezê çi bînim serê we!

 Û dû ra jî dêla xwe wek qamçiyekî,rast û çep li erdê xist û xofeke mezin xist dilê wan û

got:

- De zû herin haziriya xwe bikin!

Çeqelê devbelaş dîsa xwe avêt ortê û got:

- Hahoo, weleh mala me şewitî!

Helbet tu lawirekî jî nedixwest xwe bike qurban û ji şêrekî ra bibe şîv. Çeqel got:

- Êmê çawa bikanibin yekî ji nav xwe hilbijêrin û jê ra bikin şîv?

Gamêşekî gelkî mezin dengê xwe bilind kir û got:

- Pir hêsa ye. Emê ji yê herî biçûk dest pê bikin û ber bi jor ve herin, heta ku dor digihîje yê herî mezin.

Bi van gotinên gamêş ra, hemû lawirên mezin li dora xwe mêze kirin û dû ra jî gişan bi hev ra çavên xwe bera kîroşkê dan.

Kîroşkê fêm kir ku nêta wan çi ye, lema jî bi xurtî berê xwe da wan û got:

- Baş e. Heger ewê kîroşkek berî we hemûyan bibe qurban, wê gavê bira ew jî ez bim. Lê ez zarok û neviyên xwe yên biçûk yekî jî nakim qurban, dibê hûn vê yekê baş bizanibin.

Û bi vî hawî biryar hat dayin ku dema şêr bixurre û dengê wî bê bihîstin kîroşkê here bibe şîva wî. Roja din bi hilatina rojê ra xurrîniyeke mezin hat bihîstin, deng di nava daristanê da olan da:

- Xuuurrrrr!

Kîroşk hemû şiyar bûn. Lê Pîra Kîroşkê got:

- Hîn zû ye, ne wexta rabûnê ye. Ji xwe ra rakevin.

Û hemû kîroşk dîsa raketin. Bîstek derbas bû, dîsa xurrîneke mezin hat. Lê ya îcar hîn bilindtir û hîn dirêjtir bû. Digot:

XUURRRrrrrrr!

  Hemû kîroşk ji xewên xwe yên şîrîn veciniqîn û rabûn ser xwe. Lê belê kîroşka pîr dîsa got:

  - Guh medinê û qet jî netirsin. Wa ye roj hilatiye, rabin xurîniya xwe bikin.

 Û hemû kîroşk zû zûka, li pel û pincarên der û dorê belav bûn û zikên xwe têr kirin. Bîstek din derbas bû, roj bejnekî din hilat, dîsa xurrînîyek hat bihîstin. Lê ya îcar hewqas pir bû ku erd û asîman dihejand, digot:

- XUURRRrrrrr! XUURRRrrrrrrrr! XUURRRrrrrrrrrr!

Hemû lawirên daristanê ji tirsan biziyan. Lê Pîra Kîroşkê qet guh nedayê û çêra xwe domand. Ew hîn ji xwe ra wiha hêdî hêdî diçêriya, hew carê bala xwe dayê ku ji her alî da lawir ber bi wê ve dibezin. Fîl, gamêş, mihî, bizin, pezkûvî, gakûvî û çeqel û yên din hatin li dora wê kom bûn. Hemû lê rabûn û pê da qîriyan, jê ra gotin:

  - Şêr pirr qeheriye. Ji serê sibê ve ye li benda te ye. Zû here zêde wî neqeherîne.

  Pîra Kîroşkê bi dengekî sakin got:

  - Erê erê ezê niha herim. Min ji bîr nekiriye. De bi xatirê we. Bîstek din emê dîsa hev û du bibînin

  Wiha got û ji ba wan da rê û çû.

Çeqelê ku tu carî bi zimanê xwe nikanîbû, serê xwe hejand û got:

  - Ev kîroşka zir dîn e. Dike here bibe şîva şêr, dibêje emê bîstek din dîsa hev û du bibînin. De were memre, de were meteqe!

  Kîroşka me pir çû, hindik çû, bi rê da rastî bîreke pir kûr hat. Çû li ser devê bîrê sekinî û li jêr mêze kir. Dema sûretê xwe di avê da dît, guhên xwe mûç kirin, bi pepikên xwe serê xwe hinekî xurand û ji xwe ra got, a nuha ez dizanim ezê çi bikim. Û dû ra jî da çindikan û dîsa riya xwe domand.

Çer şêr ew dît, xurrînî pê ket û bi hêrs jê ra got:

- Tu pir dereng mayî!

Û dû ra gava fêm kir ku şîva wî ev kîroşka biçûk e, tew bi carê da azirî, bi hêrseke mezin got:

- Tu pir biçûk e! Tu ji min ra nabe pariyek jî. Ma ezê çawa têr bixwim?

Pîra kîroşkê bêyî ku xwe bitertilîne[1] got:

- Ey serdarê hemû lawiran, ez dizanim ku ez biçûk im û tu nikanî bi min têr bibî. Lê ji ber ku ez ji bo şîva te ya îşev hatim hilbijartin lema ez hatim. Esas ezê hîn zûtir bihatama, lê bi rê da şêrekî din bera min da, xwest min bixwe. Lê heta ji min hat min baz da û min bi zor xwe ji nav lepên wî xelas kir.

Şêr bi hêrs got:

- Kîjan şêr bû? Zû ji min ra bibêje!

Pîra kîroşkê got:

- Heta nuha min qet ew li van deran nedîtiye. Lê yekî gelkî mezin bû. Ji te jî mezintir bû.

Li ser vê bersîva kîroşkê xurrînî bi şêr ket û got:

- Te got ji MIN jî mezintir?

 Kîroşkê got:

- Dibe ku jî li ber çavên min wer mezin xuya dikir. Lê belê yekî pir hêrsok û êrişkar bû.

Şêr bi hêrs, dêla xwe wek qamçiyekî, paş da û pêş da li erdê xist û got:

- Were zû wî nîşanî min bide. Dibê ez vê yekê ji wî ra nehêlim!

Pîra kîroşkê bi zanetî hustiyê xwe xwar kir û got:

- Ew şêrekî gelkî mezin û stûr e, ez ditirsim ku te biêşîne.

Li hember van gotinên kîroşkê, şêr tew bi carê da dîn bû û got:

- Te got ewê MIN biêşîne?! De zû bide ber min! Li ber çavên te, dibê ez îro wî perçe perçeyî bikim!

 Kîroşk ket rê û şêr jî da pê wê. Çûn, çûn heta ku li ser devê bîrekê sekinîn. Kîroşkê bi pepikên xwe yên biçûk binê bîrê nîşanî şêr da û got:

- Ew di hundurê vê bîrê da ye.

Dema şêr xwe bi ser bîrê da xûz kir û li jêr nêrî, ji nav avê şêrekî jî paş da li wî mêze kir. Li ser vê, şêr gelkî qeherî, bijî li dora hustuyê wî tîk bûn û bi xurrîniyeke mezin diranên xwe qîç kirin.

Li jêr bijiyên şêrê din jî eynî wek yên wî tîk bûn û wî jî diranên xwe qîç kirin. Şêr heta jê hat bi şêrê di bîrê da xurriya:

- XXUURRR!

Dengê wî di hundur bîrê da olan da û wek ku şêrê din jî ji binê bîrê lê vegerîne û bibêje:

- XXUURRR!

Li ser vê, şêr hewqas qeherî ku hema got gurm û xwe avêt ji ser sûretê xwe yê di avê da. Ser serî çû ket binê bîrê. Dema çû ket binê bîrê, dît ku şêrekî din li wir tuneye. Ew tenê sûretê wî bi xwe bûye.

Piştî wê, kîroşkê rabû bi lez û bez berê xwe da mala xwe. Dema zarok û neviyên wê, ew li hember xwe dîtin gelkî dilşa bûn û hemû li dorê civiyan.

Wê jî rabû ji wan ra qala serpêhatiya xwe kir û bi serbilindî got ku wê çawa şêr xapandiye û xistiye bîrê.

Hemû zarok û neviyên wê bi cesareta pîrika xwe serbilind bûn û ew pîroz kirin.

Dema lawirên din bihîstin ku Pîra Kîroşkê çi aniye serê şêr, hemû matmayî man. Çeqelê ku tu carî bi zimanê xwe nikanîbû, dîsa xwe avêt ortê û got:

- Min zanîbû ev kîroşkeke dekzan e!

Û helbet çeqel di vê gotina xwe da ne neheq bû jî. Çimkî Pîra Kîroşkê bi cesaret û dekên xwe him zora şêr bir û him jî xwe û gelek lawirên din ji mirinê xelas kir.





[1] Xwe tertilandin: Xwe tevdan, xwe tevlivandin.

Hukûmet li hemberî kurdan haziriye şerekî mezin dike.

Hin siysasetmedarên kurd him berî hilbijartinan û him jî piştî hilbijartinan ji AKP-ê û Erdogan hêviyên hewqas mezin dikirin ku li gorî wan ”vebûna demokratîk” ewê berdewam be û di mesela kurd da jî hukûmetê li gel hertiştî hin gavên pir girîng bavêjin.

Herçiqas şêla Erdogan ya nîjadperst ya berî hilbijartinan û îcraat û operasyonên li hemeberî BDP-ê hêviyeke wiha nedida, lê dîsa jî hin siyasetmedarên kurd debarê siyaseta hukûmeta AKP-ê da mişt hêvî û pir optîmîst bûn.

Lê hêvî tişteke û rastiya heyî û bûyer tiştekî din in.

Siyaset ne li ser hêviyan, li ser faktan û şertên heyî tê kirin.

Ji hilbijartinan virda ye hemû bûyer û pêşketin û beyanên Erdogan nîşan didin tu ”açilim maçilimên kurd ” yên nuh di rojeve  hukûmetê da tuneye, ji dêlî vê, ewê şerê li dijî PKK-ê û BDP-ê bi hemû îmkan û hêza xwe gurttir bike.

Heta nuha min tim ev texmîn kir û nuha jî ez hîn di wê baweriyê da me.

Bêguman min gelkî dixwest ku ev texmîna min ya pesîmîst şaş be û hukûmet ji dêlî siyaseta şer, siyaseteke aştiyê û çareseriyê bide ber xwe.

Lê şêla hukûmetê, bûyerên heta nuha qewimîne û bi taybetî jî beyanên Erdogan û yên berdevkên wî nîşan didin ku hukûmetê ne riya çareseriyeke aştiyane, riya şer hilbijartiye û di viya da jî pir bi israr xuyaye.

Wisa xuya dike ku hukûmetê çareseriya mesela kurd ya bi riya siyasî ji binda daye aliyekî û xwe konsantreyê şerekî hîn mezin û hîn berfireh kiriye.



Erdogan, îro berî ku here Azerbaycanê li Balafirgehe Esenbogayê civîneke çapemeniyê li dar xist û bersîva da gelek pirsên rojnamevanan.

Derbarê ”Xweseriya Demokratîk” û daxuyaniya parlementerê BDP-ê Bengî Yildiz ”Emê bacê nedin hukûmetê”, Erdogan bi tehdît got:

”Kesên ku li vî welatî bacê nedin ewê bedelê wê bidin. Tirkiye yekperçeye. Bira kes nekeve nava hewildanên perçekirinê.”
Cîgirê serokwezîr Atalay jî derbarê ”xweseriya Demokratîk” da beyanên pir sert da û got:
 “Xweserî û dewletek cuda xeyal e. Em aşkere dibêjin ku xweserî û dewleta ku ew dixwazin, xeyal e. Ew bixwe jî bi vê bawer nakin, lê ji bo tevliheviyê çi ji destê wan tê dikin.”

Yanî meriv di beyanên Erdogan û cîgirê wî Beşîr Atalay da tu sinyaleke hîvîdar nabîne, herdu jî qebûlkirina mafên kurdan yên netewî ji bin da red dikin û kesên qala van mafan dikin jî tehdîd dikin.

Li gorî Erdogan û Atalay, wan her tişt dane kurdan û bi qanûna esasî ya nuh jî ewê van mafên ferdî hinekî din jî zêde bikin.

Lê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û qebûlkirina nasnameya kurdî dibê kurd ji bîr bikin, ewê tu carî tiştekî wiha qebûl nekin.

Yanî bi kurtî şêla hukûmeta AKP-ê îro ev e.

Û meriv ji beyanên Erdogan û Atalay jî fêm dike ku hukûmetê bi xurtî biçe ser wan kesên ku li dijî vê siyaseta wan derkevin.

Loma jî di pêşerojê da îhtîmala şerekî berfirehtir ji ya çareseriyeke siyasî mezintir xuyaye.

Ahmet Altan jî ji van kesên ”pesimîst” yek e, wî jî weke min hêviya xwe ji hukûmetê biriye.

Ew di nivîsa xwe ya îro da seneryoyeke pir xerab û tahlûke texmîn dike û dibêje, ”mesela kurd derdikve derî qada siyasî” û dîsa ewê sîleh bipeyivin.

Altan bi pêkenîneke lazan dest bi nivîsa xwe kiriye.

Temel ji bo ku di riya hesin da bibe meqesçî ketiye îmtîhanê.

Jê pirsîne:

”Du trên tên hemberî hev, tu yê çi bikî?”

”Ezê meqesê biguherim.”

”Meqes xerabeye.”

”Ezê li zengil xim.”

”Nabihîzin.”

”Ezê ala sor li ba kim.”

”Nabînin.”

”Ezê ban Fadîmê kim.”

Heyeta îmtîhanê şaş maye, gotiye:

”Ma Fadîme ji meqesvaniyê fêm dike?”

Temel gotiye:

”Naaa, lê madem ku trên ewê li hev biqelibin bira ew jî lê temaşe bike.”

Piştî vî pêkenînê Altan gotiye:

”Bi min wisa tê ku dema bankirina Fadîmê nêz dibe…”

Bi rastî jî texmîneke rast e, çimkî hukûmet guh nade kesî û ewê dest bi şerekî nuh bike.

Esas hukûmetê berî hilbjartinan biryara xwe ya gurkirina şer dabû û loma jî hemû kurdên ku kanîbûn li dijî siyaseteke wiha derketana hemû tasfiye kirin, yek jî ne kirin parlamenter û ne jî wezîr.

Ji Kurdistanê kesên wisa pepûk û ji hestên kurdayetiyê dûr niqandin ji bo ku hukûmet li hemberî kurdan çi bike jî dengê xwe nekin.

Yanî ew operasyona berî hilbijartinan ya li hemberî kurdên di nava AKP-ê da ne belasebeb bûye, armanceke wê hebûye.

Li gorî Altan, heger mucîzeyek nebe ”herdu trên” ewê li hev biqelibin.

Lê di vê lihevqelibandina îcar da zirar û zayiat ewê pir mezi be.

Hukûmetê bi qanûna esasî ya nuh belkî hin mafên ferdî bide kurdan, lê li alî din jî ewê him li hemberî PKK-ê û him jî li hemberî BDP-ê dest bi şerekî pir mezin bike.

Ewê bi cendirme û hêzên pûlisên nuh yên profesyonel bajon ser kurdan û bixwazin wan bişkînin.

Parlamenterên girtî ewê bernedin û heta belkî çend hebên din jî ji parlamenteriyê bixînin.

Nivîskarê rojnameya Zamnê Hueseyin Gulerce ku merivekî pir nêzî AKP-ê û Erdogan e, di nivîsa xwe ya îro da gefan li kurdan dixwe û sînyala şerekî hîn mezin dide.

Gulerce dibêje, piştî referandûma 12-ê îlonê û  hilbijartinên 12-ê hezîranê êdî her tişt hat guhertin û wiha didomîne:

”Ji ber vê yekê di tekoşîna li hemberî terorê da êdî demeke nupûnuh heye. Tirkiyeyanuh ewê pişta teroro îcar bişkîne. Îcar selahiyet, berpirsiyarî û însîyatîf ewê ya hukûmeta siwîl be. Li hemberî terorê, cara pêşî ewê tekoşîneke layiqî Tirkiyeya mezin were dayin. Bi xebata bi aheng ya polîs, cendirme û yekîneyên leşkerî yên taybet ya di bin kontrola îradeya siwîl da çi tê çêkirin çi nayê çêkirin dot û dijmin her kesê bibîne.”

Ahmet Altan, ji bo ku herdu trên lihev neqelibin pir bêhêvî xuyaye, dibêje ya emê di deqîqeya dawî da li bende mûcîzeyekê bin, ya jî ”emê ban Fadîmê bikin û welatek bi kurd û tirkên xwe ve çawa perîşan dibe pê bidin temaşekirin.”


26 juli 2011

Tajî û nêçîrvan

Dibêjin hebû tunebû, nêçîrvanek û tajiyekî wî yê pîr hebû. Tajîyê wî di wext û zemanê xwe da,tajiyekî pir jêhatî û pir baş bû.

Di nêçîrê da tu tajî nikanîbû bi teqala wî keta. Ew ji hemû tajiyan bezatir û jêhatîtir bû. Tu carî nêçîr ji ber wî xelas nedibû.

Bida ser pişta kîjan xezalê, kîjan pezkûvîyî miheqeq ew digirt, heta nêçîra xwe negirta venedigeriya ba xwediyê xwe. Lema jî nêçîrvan di nav hemû tajiyên xwe da herî bêtir ji wî hez dikir.

 Lê sal û zeman derbas bûn, rojek hat ew jî wek hemû benderuhî pîr bû û ji hêz û taqet da ket. Êdî wek berê baş nikanîbû bibeziya û nêçîr bikira.

Rojekê li nêçîrê dîsa da ser pişta nêriyekî xezalan. Ha li vir, ha li wir piştî demek dirêj bi zor xwe gîhand nêrî û xwe çindî ser hustiyê wî kir. Ji par ra dev li hustu kir û xwest ku nêrî bavêje ji erdê da.

Lê nêrî, nêriyekî ciwan û gelkî bi qewet bû. Nêrî bi mêranî li ber xwe da û neket erdê. Herduyan hev û du pir gerandin, tajî çiqa zor da xwe jî pere nekir. Nêrî bi seriyan û bi wan quloçên xwe yên mezin tajî kel û kûtî kir û ji hêz da xist.

Tajî herçiqas li ber xwe da û xwest nêrê bavêje ji erdê da û têkeve ser, heta ku nêçîrvan were, lê hêza wî têrê nekir. Dawiya dawî mecbûr ma ku nêrî berde. Dema nêçîrvan çû xwe gîhandê û dît ku wa ye tajî nêçîr berdaye pir qeherî. Bi hêrseke mezin êrîş bir ser tajîyê li erdê û çend şiv daweşandinê.

Tajiyê reben ji bezê û ji leca bi nêrî ra bi hawakî bînçikyayî li erdê dirêj bûbû û helkehelkeke mezin jê dihat.

Tajî awirekî tûj da nêçîrvên û jê ra got:

- Li min mexe! Çi ji destê min hat, min kir, lê hêza min têrê nekir. Ew ji min gelkî xurttir bû û lema jî ji nav lepên min xelas bû. Heta niha min ji te ra gelek nêçîr kir û min tu carî jî tu nexapand. Ez tim sadiqê te mam. Lê îro ez pîr bûme û êdî weke berê nêçîr ji min nayê. Îcar dema nêçîr ji min neyê, ma tu yê rabî li min xî? Bîne bîra xwe, berê ez çawa bûm, ne ku nuha ez çawa me. Û ji bîr neke tu yê jî rojekê kal bibî û wek min ji hêz û taqet da bikevî.



Li hember van gotinên tajî, nêçîrvan ji kirina xwe gelkî fedî kir, bêyî ku tiştekî bibêje berê xwe da mal û çû.

25 juli 2011

Kûsî û qertel

Rojeke havînê ya pir xweş bû. Kûsiyekî xwe hêdî hêdî bi erdê ra dikikişand û ji xwe ra li qûtekî digeriya. Ji nişka ve çavên wî li hewa bi qertelekî ket.

Qertel li hewa geh bilind û geh jî nizm dibû, geh hildikişiya jor û geh jî xwe bera jêr dida, carnan bilind difiriya, carnan jî nizm.

Kûsî bîstekê bala xwe da fira qertêl û dû ra jî  hêdîka di ber xwe da got:

- Ez bawer dikim dibê ez jî xwe fêrî firê bikim! Gera li asîmanan gelkî xweş xuyaye. Hela çaxa dinya jî wiha xweş be, êdî ji wê xweştir tu kêf tuneye.

Roja din rabû çû ser zinarê ku hêlîna qertêl li ser bû. Xwe gîhand ba qertel û jê ra got:

- Birakê qertel, ma tu nikanî xêra xwe min fêrî firê bikî? Ez jî dixwazim wek te bifirim.

Qertel keniya û got:

- Firê? Yanî nuha bi rastî tu bawer dikî ku tu yê jî kanibî wek min bifirî?

Kûsî bi awirekî cidî got:

- Helbet ez bawer dikim, çima tu dikanî bifirî, çima ezê nikanibim?

Qertel dîsa keniya û got:

- Bira, tu kûsî yî û ez jî teyr im. Yên min per û baskên min hene, lê yên te tune ne. Lema jî tu nikanî bifirî.

Li ser van gotinên qertel, kûsî got.

- Haha rast e! Perên min tune ne. Dibê ez ji perr û baskan ra çareyekê bibînim.

Kûsî rabû ji ba qertel bi rê ket û rasterast berê xwe da daristanê. Berê çû di koka darekê da hinek şîrêz peyda kir. Û dû ra jî rabû ji wê şîrêzê hinek di laşê xwe da. Piştî ku laşê xwe baş mezeloqî kir û şûn da, rabû ban hemû hevalên xwe yên çûk kirin:

Ji çikçiko bigre heta bi tîtî, ji etetokê bigre, heta bi kevokê, beytikê, hechecikê, qijikê û dîksilêman û gelek çûkên din, giş çûn gazî û hawara kûsî û li ber wî rêz bûn. Kûsî ji hemûyan ra yeko yeko got:

- Heger hûn dost û hevalên min in, hûnê her yek perekî xwe bidin min!

Û her çûkekê rabû perek da kûsî. Kûsiyê me rabû perên xwe giş bi xwe va zeliqandin û dû ra jî ket rê, çû bi zinarê qertêl ve hilperikî. Piştî gelek zahmetî xwe gîhand ba hêlîna qertêl û jê ra got.

- Te digot perên te tune ne, nuha va ye min ji xwe ra per jî peyda kirin. Êdî tu dikanî min fêrî firê bikî!

Qertel keniya û got.

- Birakê kûsî, per tenê têr nakin! Ji ber ku laşê te ne li gor firê ye. Tu top û girover î, bi vî laşê xwe tu nikanî bifirî.

Kûsî mirûzê xwe tal û tirş kir û got:

- Vana gotinên vala ne! Çima tu dikanî bifirî, çima ezê nikanibim? Heger dilê te naxwaze ew tiştekî din e.

Qertel serê xwe hejand û got:

- Heyran ne ku ez naxwazim, nabe, ne mimkûn e, lema ez dibêjim na. Lê heger tu bixwazî, ez dikanim carê te li pişta xwe kim û bibim hinekî li hewa bigerînim.

Kûsî bi vê pêşniyara qertêl gelkî kêfxweş bû û got hema em dikanin nuha dest pê bikin. Qertel rabû xwe hinekî xwar kir û kûsî hilkişiya ser pişta wî. Xwe li ser pişta qertel baş bi cî kir û got:

- Ez hazir im, nuha tu dikanî bifirî.

Qertel baskên xwe baş vekirin û dû ra jî wek tîreke ji kevan bipengize, got pirr û bi hewa ket. Û bilind bû û bilind bû, heta ku di nava ewran da wenda bû. Geh wek tîrekê, digot guj û xwe bera jêr dida, û geh jî bilind dibû, bi asîmanan diket.

Kûsî ji kêfan nizanîbû çi bikira, hema digot:

- Haho çi xweş e! Di seranserê jiyana xwe da min tu carî tiştekî wiha xweş nedîtibû!

Qertel demeke dirêj kûsî li hewa gerand û kêfa wî baş anî cî û dû ra jî çû li ser hêlîna xwe danî.

Kûsî got:

- Wey mala te hezar carî ava be! Ez bawer dikim viya dersa pêşî bû. Dersa duduyan tu yê kînga bidî min?

Qertel di bin çavan ra li kûs nêrî û dû ra jî keniya û got:

- Baş e, sibe jî ez dikanim bîstekê te bigerînim. Lê divê tu dîsa di vê seetê da werî. Ku tu dereng werî ez nikanim li benda te bim. Çimkî karê min pir e.

Roja din kûsî dîsa eyn di wê seetê da çû ba qertel. Qertel rabû dîsa ew li pişta xwe kir û têr gerand. Bi vî hawî çend rojan li ser hev ew tim çû ba qertel û dersên firê jê girtin. Piştî hefteyekê kûsî got:

- Birakê qertel, ez bawer dikim dersên ku heta nuha min girtine têra min dikin, êdî ezê kanibim bi tena serê xwe jî bifirim.

Qertêl got:

- Ê baş e, tu yê çawan bi hewa kevî?

Kûsî got:

- Ez zanim bi hewaketin zor e, ez bi tenê nikanim. Ez difikirîm ku tu yê hinekî alî min bikî, yanî min ji erdê bi hewa xî.

Qertel got baş e, were li pişta min siwar be. Kûsî rabû careke din li pişta qerte siwar hat û her du tîk bi hewa ketin. Piştî ku gihîştin nava ewran qertêl got:

- Birakê kûsî, ez dixwazim careke din ji te bipirsim, tu baş fikirî ye ku tu dixwazî bi xwe bifirî?

Kûsî got:

- Helbet ez baş fikirîme. Û baweriya min jî baş bi min heye ku ezê bikanibim bifirim. Ez hazir im.

Dema kûsî got “ez hazir im” qertel hema hêdîka xwe da alîkî û ew ji ser pişta xwe bera jêr da. Kûsî got guj û herikî û herikî…û gindor bû û gindor bû.
Dema gindorî jêr dibû ew perên ku bi xwe va zeliqandibûn her yek bi aliyekî ve difiriyan. Ji bo ku bikanibe bifire, pepikên xwe wek baskan li hev didan, serê xwe vir de û wê de li ba dikir û  boçika (dûv) xwe ya biçûk jî tim dihejand.

Lê her ku wî pepikên xwe li hev didan, serê xwe li ba dikir û boçika xwe dihejand ew hîn bêtir wek gilokekê gindorî jêr dibû. Bi vî hawî gindor bû, gindor bû û dû ra jî wek kundurekî got GURM û li ser piştê li erdê ket.

Heger ne xêra qalikê wî yê hişk bûya ewê bibûya nanik û biçûya. Ew wer li ser piştê li erdê ma, heta ku qertel hat li kêleka wî danî û ew rast kir. Piştî ku ew rast kir jê ra got:

- Tu çawa yî, maşalê tu pir neêşiya?

Kûsî bi hawakî ne poşman got:

- Na na, ez zêde neêşiyam, tenê madê min li hev dikeve û gêja min dihere.

Qertel îcar hinekî bi hêrs got:

- Min ji te ra got, lê neket serê te. Min zanîbû tu yê nikanibî bifirî.

Kûsî jî îcar hinekî dengê xwe bilind kir û got:

-Çawa min nikanîbû! Ma te nedît demeke dirêj ez firiyam! Fir jî bi qasî ketinê hêsa ye. Lê venîştin…ew hinekî zor e. Te ez fêrî firînê kirim, lê te ji bîr kir ku min fêrî venîştinê bikî. Û ev jî kêmasiya te ye, ne ya min e.

Qertel keniya û keniya. Ji ken nikanîbû gotinek jî jê ra bigota.

Lê ji wê rojê û vir da ye kûsiyekî din tu carî hewil nedaye ku bifire.


"Meşhûrî" û hestên sûcdariyê

Ev serê saet û nîvekê ye min kompîtora xwe vekiriye ji bo ku nivîsa xwe ya îşev binivîsînim, lê wextê nabînim dest pê bikim.

Şirove û meylên facebooka malxerab nahêlin ez dest bi nivîsa xwe bikim. Ez bersîva meylekê didim, yeka din tê.

Ez bersîva wê didim, îcar yeka din tê…

Û bi vî hawî dom dike û dor nayê nivîsandinê.

Yaho ev ”meşhûrbûn” jî belaye bavo, min nizanîbû teşxeleya meşhûrbûnê hewqasî zêde ye….



Qatil û faşîstê Norweçî Anders Behring Breivik, îro li Osloyê derxistin hemberî hakim.

Dadgehê teqrîben 35 deqîqeyan ajot.

Dadgeh ji çapemeniyê ra girtî hate kirin û ji bo ku fikrên wî li cîhanê belav nebin ji nuha û pê va jî ewê dadgehkirina wî di pişt deriyên girtî da dom bike.

Di dadgehê da qatil her du êrîş jî qebûl kirin lê dîsa jî got ku ew bêsûc e.

Anders Behring Breivik gotiye, ”ji bo ku Ewrûpayê ji îşxala misilmanan rizgar bike wî ev yek kiriye.”

Û ji ber ku ”Sosyal Demokrat bi siyaseta xwe îxanetî Norweçê dikin” loma wî êrîş biriye ser kampa xortên Sosyal Demokrat.

Yanî bi gotineke din, ji bo ku ”min û zarokên min”, hemû misilmanan ji Ewrûpayê derxe qatil ev cînayet kiriye.

Sed xortên bûn hedefa guleyên vî qatilê xedar, ji ber ku kesên demokrat û humanîst bûn, ji ber ku dilê wan ji yê qatil gelkî mezintir bû loma hatin kuştin, loma Anders Behring Breivik ji wan nefret dikir û ew dan ber gulan.

Yanî hinekî hewqas xort di ruyê ”min” da, di ber ”min” da, ji bo ”min”, ji ber ku ne li dijî misilmanan bûn di temnên xwe yê xortaniyê da jiyana xwe ji dest dan.

Loma jî ji roja îniyê da ye ez jî hinekî xwe sûcdar dibînim…

Ez dibêjim ”ez” û zarokên min, yanî em kesên misilman û ji Asya û Afrîkayê nehatatana Norweçê, Swêd û Ewrûpayê, em li welatê xwe bûna ewê ev qetlîam nebûye, ewê ev canawar ji civata Norweçê derneketa.

Sebebê vê qetlîma mezin hebûna me ya li Ewrûpayê ye.

Xwezî em nehatana Ewrûpayê, xwezî me bikanîbûya nehatana….

Esas li Swêd, li Norweçê, li Danîmarkayê, li Almanyayê yanî li hemû Ewrûpayê bi hezaran kesên weke Anders Behring Breivik difikirin hene û dixwazin eynî tiştî bikin.

Lê ya baş ew e ku nikanin, çap û zanîna wan têra qetlîameke hewqas mezin nake.

Heger ji destê wan bê ewê bikin.

Lê xwediyên vê îdeolojiyê ne Anders Behring Breivik tenê ye, pir in, bi sedhezaran e.

Dibê hemû misilman û efrîqî bizanin ku ew li Ewrûpayê nayên xwestin, em cuhûyên sedsala 21-ê ne, Ewrûpa dixwaze ji me xelas bibe...

Çend salên din ez dikanim birevim û ezê birevim jî, lê zarokên min ewê çawa bikin, ezê wan kuda bibim?

Ji ber ku ew zarokên vê civatê ne…

Bi tu hawî ew nikanin bindestiya tirkan qebûl bikin, ji wan ra welatekî azad lazim e…

Dibê em kurd vî welatî miheqeq çêkin, ji bo ku em ji Tiriyê û ji Ewrûpayê bikanibin vegerin welatê xwe...

24 juli 2011

Rûvî û quling

Dibêjin rojekê rûviyekî rabû qulingek ezimand şîvê. Berî ku xwarinê bîne ortê ji quling ra got:

 - Birakê quling, ez hêvî dikim ku tu yê li qusûra min nenêrî. Min pê ra negîhand, ya na minê gelek tiştên xweş çêkira.

Quling got:

- Ma ne eyb e tu vê gotinê ji min ra dikî. Hema malhazirî çi hebe emê wê bixwin.

Rûvî çû lengeriyek tije pelok anî danî nabêna xwe û quling û dû ra jî ji quling ra got:

- De kerem bike!

Qulingê feqîr dema çav li lengeriyê ket, fêm kir ku rûvî dixwaze çi pîncîtiyê (heramiyê) bike, lê di heynê xwe dernexist. Çend caran nikilê xwe yê dirêj li lengeriyê xist, lê bê feyde bû, tiştek neket dev.

Lengerî pahn bû û pelok jî rohn bû, dikir nedikir, tiştek bi ber nikilê wî nediket. Lê rûvî bi wî zimanê xwe yê dirêj  çelpeçelpa wî bû û ketibû ser pelokê.  Û di nabênê ra jî tim ji quling ra digot:

- Birakê quling, ez rica dikim tu yê fedî nekî û têr bixwî.

Quling dizanîbû ku rûvî kêfa xwe pê diqewitîne, lê nedida der.

Qulingê reben tî û birçî rabû berê xwe da malê. Lê belê bi lîstika rûvî gelkî êşiya û ji xwe ra sond xwar ku dibê ew heyfa xwe ji rûvî bigre.

Çend roj bihurîn îcar quling rabû rûvî ezimand. Jê ra got:

- Birakê rûvî, îcar dora min e, dibê tu îşev bibî mîvanê min û du parî xwarin li mala min bixwî

Rûvî hema di cî da dora devê xwe alast û bi kêfxweşî vexwendina quling qebûl kir.

Êvarî rûvî bû mîvanê quling. Quling dano çêkiribû û kiribû şerbikekî devdirêjî wek misînekî. Şerbik anî danî orta xwe û rûvî û dû ra jî jê ra got:

- Birakê rûvî, de kerem bike.

Rûvî devê xwe çend caran li dora devê şerbik bir û anî, lê devê wî negihîşt tiştekî. Çimkî dano di şerbik da bû şerbik jî kûr bû. Tenê bîna dano diçû rûvî .

Lê quling ketibû ser dano û bi kêfa dilê xwe dixwar. Û her cara ku nikilê xwe yê dirêj bera şerbik dida ji rûvî ra digot:

- Birakê rûvî, ez rica dikim tu yê fedî nekî û têr bixwî lo... 

Dema quling wiha digot, rûvî ji qehra diteqiya, lê nikanîbû tiştek bigota. Quling dixwar û wî jî lê mêze dikir.

Piştî ku quling xwarin qedand, rûvî rabû tî û birçî berê xwe da malê. Bi rê da ji xwe ra got:

- Dibê ez gazinan nekim, min çi anî serê wî, wî jî eynî ew tişt anî serê min. Lema jî heq û misteheqê min e.

Min jî li vîdeoya wahşeta tirkan temaşe kir

Hevalê min Mistefa Ozçelîk, ji min ra vîdeoya "5 nolu Cezaevi/ Girtîxaneya 5 noli" bi meylê şandiye. Min nuha lê temaşe kir.

Min ev xebat bihîstibû lê heta nuha li fîlm temaşe nekiribû. Fîlmekî belgesel e.

Beşê min lê temaşe kir hevpeyvînên bi hin girtiyên wê demê ra ne. Ji Nûretin Yilmaz, Paşa Uzun, Zulfukar Tak û Ferîdûn Yazar bigre heta bi Adnan Ozbilgol û Tarik Ziya Ekîncî ygelek kes in.

Piştî temaşekirinê laşê min tevizî û hêrseke pir mezin di dilê min da peyda bû û hinekî din jî fêm kir ku dijminê me çiqasî tirsonek û însanên pir adî ne.
Piştî ku guhdarîkirin hewqasî zor bû, gelo ew kesên ku ev heqaret û îşkence dîtin çawa deyax kirin û nuha çawa dijîn?
Bi gotinê îzahkirina zulm û wahşete li zindana Diyarbekrê bûye pir zahmet e.

Esas ne rast e ku meriv ji van kesên ku ev zulm li me kirin ra bibêje însan jî. Ji ber ku yê însan be û piçek însaniyetî pê ra hebe vê zulmê li însanan nake.

Lê pir baş e ku neviyên me ewê vê zulma li bavê wan, li xweşik û birayên wan hatiye kirin bibînin.

Dibê zulma li Zindana Diyarbekrê li kurdan hate kirin tu carî wenda nebe, neyê jibîrkirin, weke belgeyeke dîrokî bête parastin.

"Diyarbakir 5 Nolu Cezaevî", di dîroka tirkan da dibê weke lekeyeke reş heta û heta bimîne.

Gelek sipas ji kesê ku ev belgesel amade kiriye, gelek sipas ji bo hemû kesên ku di fîlm da dipeyivin û vê wahşet û nemiroviya tirkan dikin belgeyeke dîrokî.



Erdogan îcar jî dixwaze ”gazê” û hêzeke nuha li hemberî kurdan biceribîne

Erdogan wê rojê gotibû ku li hemberî "rêxistina terorê ewê hin stratejiyên pir cihê, hin îcraatên pir cihê" têxin dewrê."

Bi rastî jî wa ye hin "îcraatên nuh" dest pê kirin. Wa ye ji zindanên Diyarbekrê û Mêrdînê girtiyên kurd bi darê zorê surgînî Trabzon, Rîzê û hin bajarên ji Kurdistanê dûr in dikin.

Vana bajarên wisa ne ku him him dûrî Kurdistanê ne, him faşîst lê xurt in û him jî weke gel dijminatiya kurdan e dikin.

Li gorî çapemenî dinivîsîne, di zindanan da zulm û zorê û îşkenceyê dîsa dest pê kiriy. Û kesên li dij radibin jî bi lêdan surgûnî bajarên tirkan dikin.

Ji bo ku bi vî hawî him girtiyan ji ber hev da bixînin û him jî çûn û hatina malbatên wan zahmettir bikin.

Û ya din jî di nava tirkan û faşîstan da wan ji pertav û desthilanîn da bixînin.

Ev îcraat û stratejiya Erdogan ya zîndanan e, me ew fêm kir.

Û "îcrat û stratejiya" li der ve jî siyaseteke bêtir sertî, bêtir girtin û bêtir operesyon û kuştin e.

Li bajaran terorîzekirin û provayên lînckirinên kurdan dîsa dest pê kirin. Hukûmet, kurdên li xerbê li hemberî tevgera kurd weke şantajê bikar tîne, dixwaze pê kurdan bitirsîne.

Mesela ev çend roj in li Zeytûnbûrnuya Stenbolê û li gelek bajarên din faşîst û gel bi hev ra êrîşê dibin ser kurdan, ser mal û karên wan. Lê ne serokwezîr û ne jî wezîrê hundur heta nuha yek beyan jî di heq van êrîşan da nedane.

Êrîşkar her roj qefle bi qefle bi dar û kêr bi hev dikevin kurdan terorîze dikin. Her tişt vekirî û li ber çavê pûlisan dibe, çapemenî risim û fîlmên êrîşkaran belav dike, lê dîsa jî kes nayê girtin.

Heta li gelek deran faşîst ji hêzên ewlekariyê alîkariyê digrin û bi hev ra êrîşê dibin ser kurdan.

Yanî bi kurtî "açilm a" Erdogan ya piştî hilbijartinan li hemberî kurdan bêtir teror, bêtir girtin û kuştin e....

Û vê yekî jî ewê bi hin wasite û înstrumentên nuh biceribînin...


Heger em ji zimanê xwe hez bikin asîmîle nabin
Nivîsandin û axaftina bi kurdî dibê em ji xwe ra bikin adet, tore, baş xerab tu carî dev jê bernedin.
Ji xwe tore, adet û tradisyon ji îstîkrarê çêdibe, meriv di tiştekî da israr bike, ew tişt bi demê ra dibe adet, tore, kultura civatê û milet.
Zarok û biçûk li mezinên xwe dinêrin, dema mezin bi tirkî bi wan ra bipeyivin ew jî wan texlît dikin.
Mesala di van herdu gerên min da kesên herî kurdînezan jî bi min ra bi kurdî dipeyivîn.

Çimkî wan dizanîbû ku ez ji tirkî hez nakim û bi kesê kurdîzan ra bi tirkî napeyivim.

Bi rastî tiştê bi min herî zor tê, bi kurdekî ra axaftina bi tirkî ye. Gava ez bi kurdekî kurdînezan ra ji mecbûrî bi tirkî dipeyivm, bi min wisa tê ku tirkan yek ji me kuştiye û kiriye tirk.

Yanî di şer da me wenda kiriye û wan qezenc kiriye û ez jî vê serdestiya wan qebûl dikim.

Yanî teslîm dibim.

Ev yek bi min pir zor tê.

Heta sala 1980-î dewletê ji bera Xamoyan yek kes jî teslîm negeritbû û nekirbû ”tirk”.

Lê piştî 1980-î mixabin dewletê ji malbat û nera me jî çend kes ”şehît” kirin, yanî asîmîle kirin.

Ev jî nîşan dide ku di şerê helandinê da em tim zayiatê didin, em kêm û ew jî zêde dibin.
Di herdu gerên min da jî wiha bû ku her civata ez lê bûma ziman miheqeq bi kurdî bû.
Ez li Kurdistanê, heta li gelek derên Stenbolê jî çûm kîjan aşxanê, qahwê, pastexanê tim bi kurdî peyivîm.


Yanî dibê meirv ji xwe dest pê bike û di şêla xwe da xwedî îstîkrar be, bi kesê kurdîzan ra tu carî bi tirkî nepeyive.

Ev 31 sal in ez di vê xeta xwe da israr dikim. Ez bawer dikim hindik be jî min tesîrek li der û dora xwe kirye…

Bi dîtina min her kurd dikane eynî tiştî bike...


Terorîst û cenawarê norweçî heyranê Ataturk bûye
Anders Behring Breivikê norweçî yê ku du roj berê li Norweçê qetlîameke mezin kir, derket ortê ku rasîstekî pir mezin e.

Di îfadeya xwe gotiye, ji bo ku ew bikanibe rê li ber hatina xerîban ya Norweçê bigre wî ev qetlîam kiriye.

Tiştê balkêş, vî rasîst û qatilê mezin di nivîseke xwe da pesnê Ataturk daye, gotiye heger Ewrûpa bikanibe yekî weke Ataturk derxe, wê çaxê ”li Ewrûpayê pirkulturî dikane bibe” ya na felaket e.

Yanî ancax yekî weke Ataturk dîktator dikane însanên ji gelek kultur, ziman û miletên cihê bihelîne û bike yek milet…

Mêrik rast gotiye…