28 juni 2011

Tûtî û pisik

Dibêjin yekî ji xwe ra tûtîyekî(papaxanekî) pir xweşik kirî û bir mal. Ji dêlî ku tûtî têxe qefesê, ew di hundur malê da serbest berda û lêxist û çû ser karê xwe.

Bi vê serbestiya di hundur da tûtî gelkî kêfxweş bû, ji odeyekê firiya odeyeke din, ji derekê û çû li ser dereke din venîşt.

Ji kêfa nizanîbû çi bikira, geh difiriya, geh vedinişt. Û wer jî dikir qîjewîj û qerepere.

Dawiya dawî çû li ser refekê danî û dest bi xwendinê kir.

Pisika malê heta wê gavê bi hawakî bêdeng û matmayî li tûtî temaşe dikir, êdî hew xwe ragirt, awirekî tûj da tûtî û bi hêrs pê da qîriya, jê ra got:

- Kurro tu kî yî û tu li vir çi digerî? Ji vêsê da ye bi wê qîjewîja xwe te ez ji guhan kirim. Dengê xwe bibire, ji qîje wîja te ez nikanim rakevim...

Tûtî jî awirekî tûj da pisikê û got:

-Ez tûtî me û nuh hatime vê malê û heta dilê min bixwaze jî ezê bikim qîjewîj. Çimkî karê min ev e. Heqê te tuneye tu emir bidî min, ji min ra bibêjî "devê xwe bigre !"

Li hemberî vê bersîva tûtî, pisik hinekî şeqizî, got:

- Tu tûtî yî, çi yî, baş guh bide min! Ez pisika vê malê me û jiyana min hemû li vê malê bihuriye. Diya min her tim şîret li min dikir, digot, li vê malê dibê meriv tim bêdeng be û rehet bisekine.

Tûtî mizicî û got:

- Ê wê gavê ji kerema xwe ra şîreta diya xwe bi cî bîne û nepeyive û emir nede xelkê. Lê belê herçî ez im, yê min wezîfa min cihê ye. Dibê ez tim bixwînim û bikim qîjewîj. Ne ku wek te tim rakevim û bikim pixe pixxx. Çimkî malxuyê malê ne ji bo raketinê, ji bo vî dengê min ê xweş ez kirî me. Lema jî dibê ew têr li dengê min guhdarî bike û pê dilşa bibe.Te fêm kir?

Pisikê bi hêrs û bi awirekî tûj, di bin çavan ra li tûtî nêrî, lê dengê xwe nekir, dîsa serê xwe da ser pepikên xwe û bû pixîna wê, raket…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE