27 juni 2011

Serpêhatiya şêr, gur û rûvî

Dibêjin hebû tunebû, şêrek hebû. Rojekê şêr ji nişka ve nexweş ket. Çend rojan wer li erdê ma û naliya. Lawirên daristanê giş çûn serdana wî, li halê wî pirsîn, xwestin jê ra bibin alîkar.

Lê kesî nikanîbû tiştek bikira, jê ra dermanek bidîta. Serdarê daristanê di qulika xwe da(lanê xwe da) roj bi roj xerabtir dibû û diheliya.

Rojekê gur jê ra got:

- Serdarê mezin, ez nizanim bala te kişandiye ya na, lê tu dibînî heta nuha rûvî yek carê jî nehatiye serdana te û li halê te nepirsiye. Diyar e ew qet guh nade siheta te. Esas dema tu sax bû jî hurmeta wî qet ji te ra tunebû. Ew tu carî te weke serdarê xwe qebûl nake. Ji ber vê yekêye nayê li halê te napirse.

Tam di wê bîstikê da rûvî ji wir dibihurî. Dengê gur çû ket guhê rûvî. Rûvî riya xwe dagerand û çû ket qulika şêr. Dema gur rûvî li hember xwe dît matmayî ma, hinekî şeqizî.

Rûvî got:

- Serdarê mezin, dengê gur hat min, ez bawer dikim haya wî baş ji meselê tuneye. Dema dibêje ez li ber nexweşiya te nakevim, qet ne xema min e, rast nabêje, buhtana li min dike. Ya rast ez ji her lawirî bêtir bi nexweşiya te diêşim û gelkî jî xemgîn dibim. Gur hatiye li kêleka te rûniştiye, tenê dipeyive, paşgotiniyê û fêsadiyê dike. Naçe li dermanekî, li hekîmekî nagere.
Lê ez?
Ji roja ku cenabê te nexweş ketiye û heta îro, min nig di bin xwe va nekiriye, ez bi şev û roj wer li hekîmekî baş û li dermanan geriyame. Ez bi şev û roj hewqasî gerîyame, gerîyame êdî nikanim li ser xwe biedilim.

Şêr gotina rûvî birrî, got:

- Ê te tu derman dît?

Rûvî got:

- Erê, min dît. Ez nuha ji ba hekîmekî pir baş têm. Ji min ra got, here ji serdêr ra bibêje, bira postê gurekî nuhkuştî li xwe bipêçe û du rojan tê da îsrehet bike. Got bêyî postê gur tu derman û tiştekî din nikane wî ji mirinê xelas bike. Dermanê vê nexweşiyê tenê postê gur e.

Berî ku gur firsendê bibîne û li hember van gotinên rûvî tiştekî bibêje, şêr yek nekir dudu û xwe avêt ji ser da û dev kir gewriya gur. Çavên gur li hewa zoq bûn.

Rûvî keniya, di guhê gur da got:

- Bira ev ji te ra bibe ders, ji bo ku careke din tu fesadiyên weha nekî...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE