12 juni 2011

Serkeftina kurdan ya dîrokî pîroz be!

Li Tirkiyê gel careke din nîşan da ku ew raya nade partiyên dewletê û berdevkên dewleta kûr.


Sêyemîn car qezenkirina AKP-ê, û him jî bi zêdekirina ji sedî 5-ê dengan îspata vê israra milet e.


Gel raya xwe nade çete û girtiyên Ergenekonê, ji mecbûrî dide Tayyip Erdogan û AKP-ê.


Hedefa CHP-ê û Kiliçdaroglu îktîdar, ya jî bi kêmasî ji sedî çelê dengan bû.


Ev xeyala Kiliçdarogluyê heramzade pûç derket.


Tiştê Kiliçdaroglu li CHP-ê zêde kir, milyonek rayên elewiyên kurd e. Heger ne Kiliçdaroglu bûya ne mikmkûn bû ku CHP-ê ji elewiyên kurd hewqas ray bigirta û ji Dêrsimê jî du parlamenterên bêşexsiyet û dijminê kurdan derxista.


Ji bo dêrsimiyan ji Dêrsimê derxistina van herdu parlamenterên heramzade ku ji xwe kurd qebûl nakin û ji xwe ra dibêjin ”ew tirk lawê tirka” şerm û rûreşiyeke  pir mezin e.


Demêg pêşverûtî, şoreşgerî û çepîtiya piraniya dêsimiyan herî zêde kemalîzim e, hevalbendiya qatilên Seyid Riza û bav û kalên wan e.


Bi kurtî, piraniya kurdên elewî û bi taybetî jî elewiyên dêrsimî careke din nîşan dan ku elewîtiya wan ji kurdayetiya wan girîngtir e.


Diyar e ji bo guherandina vê şêla elewiyan û dêrsimiyan hîn xebateke dûr û dirêj lazim e.


Bêyî Dêrsimê Rihayê û bi taybetî jî bajarê min Wêranşarê ez hinekî xeyalşikestî kirim. Texmîn û hêviya min ew bû ku li Wêranşarê rayên ji bo kesên serbixwe ewê ji yên AKP-ê zêdetir bin.


Lê li gor netîceyên heta nuha li Wêranşarê rayên namzedên serbixwe ji sedî 38, 32 û yê AKP-ê jî ji sedî 51 e. Min eksê vê hêvî dikir.


Lê li Wêranşarê ji berê da ye piraniya ereban rayên xwe nadin kurdan. Ez bawer dikim ku di vê hilbijartinêda jî wissa bûye.


Lê Swêregê pîroz dikim.


Li Swêregê namzedên serbixwe ji sedî 41-ê dengan girtiye, yanî ji Wêranşarê zêdetir ray girtine.


Her bijî Swêreg!


Lê wekî din bi giştî meriv dikane bibêje ku kurdan îro bi rayên xwe derseke pir baş û pir mezin dan AKP-ê û dewleta tirk û hemû dost û hevalbendên neyarên xwe.


Li gor netecîyên netemam kurdan heta nuha li dora 35-36 parlamenteran derxistine. Ev jimar dikane yek kêm ya jî zêde bibe.


Ez miletê kurd yê bi xîret û hemû xebatkar, endam û namzetên BDP-ê ji bo vê serkeftina dîrokî ji dil û can pîroz dikim.


Di vê serkeftinê da bêguman rol û tesîra tifaqa di nabêna kurdan da pir mezin e. Heger kurdan di nabêna xwe da ev tifaq çênekira nemimkûn bû ku vê netîceyê bidest xin.


Ev destpêkeke pir baş e, dibê ev tifaq ne tenê dom bike, dibê berfirehtir jî bibe. Dibê bibe xwedî programeke siyasî ya çareseriyê


Kurd li welatê xwe gav bi gav partiyên dijmin ji Kurdistanê davêjin û dibin nûnerên gelê xwe yên siyasî.


Dema ku kurd li Kurdistanê bi rayên gelê xwe bibin partiya yekem, êdî ”meşrûîyeta” îşxala tirkan ya qanûnî jî namîne, dibê dev ji siyaseta înkarê berdin û bi nûnerên kurdan yên rastî û demokratîk ra rûnin.


Serkeftina kurdan ya vê hilbijartinê ji nuha û pêva ewê vê mijarê aktueltir bike, herin bi nûnerên miletê kurd ra rûnin…



1 kommentar:

  1. Mamo,

    Li Wewerege Bucak 19 000 hezar deng girtine ma tu wan ji ji kurdan re dihesibini?

    SvaraRadera

PARVE BIKE