21 juni 2011

Şerê şêr û berêz

Havîn bû, rojeke pir germ bû, qijala nava rojê bû. Şêrek û berazek(xenzîrek) çûn ser çemekî ji bo ku avê vexwin û têr tîna xwe bişkînin. Her du jî pir tî bûbûn û lema jî dixwestin yek berî yê din avê vexwe.

Berêz ji nişka ve riya şêr birî, xwe xist ber şêrû jê ra got:

 - Xwe di ber min ra meke! Ez berî te hatime ser avê, lema jî dora min e. Li bende dora xwe be !

Şêr bi van gotinên berêz pir qeherî, xurrrînî pê ket û bi hêrs ji berêz ra got:

- Ez serdarê hemû lawiran û daristanê me. Lema dor tim ya min e. Ez nikanim bi tu hawî qebûl bikim tu têkevî pêşîya min û bi wê totika xwe ya pîs ava min şolîn bikî.

Serhişkiya berêz pê girt û dîsa li hember şêr rabû û got:

-Ez tu serdar merdaran qebûl nakim û dora xwe jî nadim kesî. Dor ya min e, ezê berî te vexwim. 

Yek ji wî, yek ji wî, xwe çindî hev kirin, li hev xistin. Û hev û du gerandin û gerandin, heta ku her du jî ji hal da ketin.

Bi helkehelk û bi halekî perîşan dest ji hev berdan û xwe dan hember hev.  Piştî bîstekê westa xwe girtin, şêr dîsa êrîşî berêz kir û li hustiyê wî suyar hat û ew di erdê da, bi vî alî û wî alî da li erdê vegevizand.

Di vê hereşanê da ji nişka ve çavên şêr bi zinarê hember ket. Şêr  bala xwe dayê refên sîsark, qijik û qertelan li ser zinarê hember bûne rext û li şerê wan temaşe dikin. Şêr hema di cî da hustiyê berêz ber da û jê ra got:

- Hela carê bala xwe bide zinarê hember!

Berêz berê xwe bi zinêr da kir.

Şêr domand, got:

- Ez bawer dikim ev qijik û qertelên hember, li bende ne ya berata min, ya jî ya te bixwin(bixun). Ji me kî zora kê bibe, ji bo wan qet ferq nake. Çimkî dawiya dawî, ji me yekê ji wan ra bibe berate. Û jixwe ji bo wan ya muhîm jî ev e. Yanî berate ye.

Berêz careke din berê xwe da teyrên hember, hinekî bi wan da tima bû û dû ra jî ji şêr ra got:

- Birakê şêr, tiştê tu dibêjî rast e. Îcar piştî ku wiha ye were em dev ji şer berdin û bibin dost û hevalên hev.

Şêr got:

- Dibê em wer bikin. Yan na, ya ez ya jî tu, emê ji wan ra bibin berate û di nav çend saniyan da ewê hestiyên me rût bikin û berdin. Û          jixwe ava çem jî heta û hetayê têra me herduyan jî dike. De îcar şerê me ji bo çi ye?

Piştî van gotinên şêr, hevdu himêz kirin, êdî bêyî şer û teşxele ava xwe vexwarin...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE