26 juni 2011

Rûvî û mirîşk

Dibêjin rojekê rûvî bi dizîka çû ket hewşekê, bi hêviya ku ji xwe ra qûtekî bibîne û pê zikê xwe têr bike.

Hewş xalî bû. Rûvî çavê xwe gerand, bala xwe da der û dora xwe, dît wa ye mirîşkek bi tena serê xwe li ser dîwarê hewşê lûsiyaye.

Dema çavên rûvî li mirîşkê ket gelkî kêfxweş bû, tahma devê xwe xweş kir, bi hêviya ku ewê mirîşkê bixwe.

Lê dîwarê mirêşk li ser lûsiya bû pir bilind bû, rûvî nikanîbû xwe bigîhanda mirîşkê. Lema jî xwest fenekê li mirîşkê bike û ji ser dîwêr daxîne jêr. Bi zimanekî nermik û şîrîn ji mirîşkê ra got:

- Êvar baş mirîşka delal!

Mirîşkê got :

- Êvar baş, mamê rûvî.

Rûvî peyva xwe domand û got:

-Wele min got ez seriyekî bidim te, li halê te bipirsim, hela ka tu çawa yî, halê te çi ye? Hêvî dikim siheta te li cî ye...

Mirîşkê got:

-Mala te ava mamê rûvî, ez baş im, îdare dibe...

Rûvî got:

-Bi qasî ku min bihîstiye tu hinekî nesax î. Loma jî min got ez werim saxtiya te bikim. Tu zanî em rûvî ji bav û kalan da bijîşk (tuxtor) in û ji hemû nexweşîyan baş fêm dikin. Îcar ka ji kerema xwe were jêr ji bo ku ez te baş miayene bikim. Hela ka nexweşîya te çi ye? Û dûra jî ezê dermanekî bidim te. Tiştê ji vir ji min ve xuya ye tu pir nexweş î û halê te tuneye. Dibê ez dermanekî bidim te, hîngî nexweşî li te girantir nebûye.

Mirîşkê xwe ji ciyê xwe nelivand, bi rûkenî got:

-Mala te ava mamê rûvî. Ez zanim bijîşkiya we rûviyan pir nav û deng e. Ez hewqasî nexweş im ku ez nikanim xwe ji ciyê xwe jî bilivînim.
Ez baş zanim dema ez dakevim jêr, tu yê di cî da min bixwî. Bijîşkiya te ev e, xwarina mirîşka ye. Ji ber vê yekê jî bi riya xwe da here. Ez bi van derewên te naxapim…

Piştî vê bersîva mirîşkê, rûvî fêm kir ew nikane mirîşkê bixapîne. Ji hêrsan diranên xwe qîç kirin û di ser xwe ra nexel nexel(xayin xayin) li mirîşkê nêrî.

Lê tiştekî bikira tunebû. Lema jî lêxist çû. Û mirîşk jî êdî ji xwe ra rehet lûsiya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE