13 juni 2011

Rûvî û êzingvan

Dibêjin rûvî rojekê dîsa çû diziya mirîşkan. Lê kûçikên malê zû pê hesiyan û rûvî paşda reviya.

Kûçik sê çar hebên gurxenêq bûn, gişan bi hev ra dan ser piştê. Rûvî baz da û kûçik li dû bûn şirît.

Ha li vir, ha li wir, rûvî bi halekî pir xerab xwe gîhand nav daristanê. Rûvî bala xwe dayê wa ye yekî êzingvan, bivirê wî di destan da û êzingan hûr dike. Rûvî hema rast çû ba êzingvan û ji hewla ruhê xwe jê ra got:

- Birakê êzingvan, ez ketime bextê te û Xwedê, zû min veşêre! Keriyek kûçik û gundî li pey min in, heger min bigrin ewê min ji hev zîfêl zîfêlî bikin!

Êzingvan got:

- Metirse, hema xwe di bin koma van êzingan da veşêre. Li vir te nabînin.

Rûviyê reben jixwe ji tirsan berê qutufîbû, hema zû zûka çû xwe rada bin koma êzingan.

Tam di wê taftafê da kûçikan jî bi helkehelk, xwe gîhandin ba êzingvan û jê pirsîn, gotin:

- Ma te nedît tu rûvî ji vir derbas bûn?

Êzingvan bi dengekî ne ji dil got:

-Na, min tu rûvî nedî.

Lê di eynî wextê da jî bi destê xwe koma êzingan, ew ciyê rûvî xwe tê da veşartibû nîşanî kûçikan da. Fena ku ji kûçikan ra bibêje, wa ye di wir da ye. Lê şansê rûvî hebû, kûçikan îşareta êzigvan fêm nekirin û bi bez, dan pey hev û çûn.

Piştî kûçik baş ji wir bi dûr ketin, rûvî hêdîka ji ciyê xwe derket û bêyî ku ji êzingvan ra gotinekê jî bibêje, ket rê û çû.

Êzingvan li hember vê şêla (tevger) rûvî him şaş ma û him jî gelkî aciz bû, bi qîrîn deng li rûvî kir û got:

- Ma li hember vê çêya min qey malavayî jî tuneye birakê rûvî? Ma ne min tu ji mirinê xelas kir? Heger min tu veneşarta nuha tu hatibû kuştin. Qe nebe bibêje mala te ava û dû ra here.

Rûvî keniya, got:

- Ez nabêjim mala te ava be! Çimkî min her tişt bi çavê serê xwe dît. Erê rast e, te bi gotina xwe ez xelas kirim, lê te bi destê xwe jî ciyê min nîşanî kûçikan da. Lê kûçikan fêm nekirin. Yanî te durûtî kir. Ji ber vê yekê jî ez nabêjim mala te ava û xatir jî ji te naxwazim.

Rûvî wiha got û dûra jî lêxist û çû. Deng ji êzingvan derneket, zanîbû tiştê rûvî dibêje rast e, bi rûvî ra bêbextî kir, lê kûçikan fêm nekir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE