08 juni 2011

Qirik çawa reş bû

Dibêjin berê, di wext û zemanekî pir kevn da çûk û teyrên dinyayê hemû wek berfê sipî boz bûn. Lema jî kesî nikanîbû ew ji hev bigerandana. Çimkî rengê hemûyan sipî bû. Hema ji hemûyan ra, bi çûk, mezin digotin çûk.

Hezretî Silêman rojekê rabû hemû çûk vexwendin ba xwe (ezimandin mala xwe), ji wan ra got:
- Hûn hemû wek berfê çîk sipî ne. Lema jî meriv nikane we ji hev bigerîne. Gelekên we ji vê yekê gazinan dikin û dibêjin em dixwazin em rengorengo bin, bira rengên me cihê bin.
Min jî ev gilî û gazin di cî da dîtin, lema jî min biryar da dibê hûn hemû xwe boyax bikin. A ji we ra heft reng boyax û herin xwe boyax bikin. Dilê kê çawa xwest, ji kîjan rengan hez kir, bira xwe wer boyax bike

Çûkan ev pêşniyara Hezretî Silêman di cî da dîtin û pê gelkî jî kêfxweş bûn. Gişan rabûn rahîştin boyaxên xwe û li gor dilên xwe, xwe rengorengo boyax kirin.

Hinekan xwe sor kirin, hinekan xwe zer kirin, hinekan xwe reş sipî kirin, hinekan wek ordegê xwe kesk û sor û hişîn kirin. Hinekan jî tew xwe rengorengo, heft reng kirin.

Qirik (qijik) ma dawiyê. Wê xwe ji hemûyan jîrtir û biaqiltir dihesiband. Ji ber vê yekê jî dixwest ew ji hemû çûkên din xweşiktir û delaltir be.

Lema jî rabû her heft rengên boyaxê kişandin bin guliyê darekê û dû ra jî dest pê kir yeko yeko di xwe da. Berê rengê zer di xwe da, dûra yê hişîn. Dûra jî sor û kesk û dûra jî tûtik û gewez.

Welhasil ji çavnebarî her heft reng jî bi dor di xwe dan.

Îcar ji ber ku reng hemû tevlihev bûn, loma jî wek qitranê reş bû, yanî rengê wê bû qirik û çû.

A dibêjin ji ber vê yekêye jî qirik(qijik) îro ne çûkeke rengîn û xweşik e, ew qûl reş e û lema jî navê wê QIRIK e. Yanî pir reş e.

Lê dibêjin dîsa her çiqas qirik îro ne çûkeke rengîn û xweşik be jî, lê rengê reş bi saya serê wê hatiye dîtin. Heger qirikê xwe reş nekira ewê îro rengê reş tunebûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE