16 juni 2011

Li ser ehmeqî û biaqiliyê

Azîz Nesîn çend salberê gotibû ku ji sedî heftêyê tirkan ”ehmeq” in, tenê ji sedî 30-ê wan biaqil in…


Wê demê gelek tirkên nîjadperest û faşîst xwe gelkî aciz kiribûn û êrîş biribûn ser Azaîz Nesîn.


Azîz Nesîn jî bersîveke xweş dabû wan, gotibû ”ehmeqno”, min negotiye ji sedî sedê tirkan ”ehmeq” in, min gotiye ji sedî 70-ê. Heger hûn ne ehmeq in, xwe di nava ji sedî 30 biaqilan da bihesibînin, çima hûn xwe di nava ji sedî heftêyî ”ehmeqan”da dibînin?


Ev bersîva Azaîz Nesîn bû sebebê ku kesên ehmeq jî xwe di nava ji sedî 30-ê biaqilan da bihesibînin.


Bi vî  bi milyonan ”ehmeq” û biaqil tevlihev bûn, bû gêrmiya gavan e û ser meselê hat girtin.


Lê piştî hilbijartinên 12-ê hezîranê di nava tirkan da ev tespîta Azîz Nesîn dîsa aktuel bû.


Lê reqem hat guhertin.


Li gorî îdîa hin tirkan, êdî tirkên ”ehmeq” û ”biaqil” bi qasî hev in.


Di vî warî da tu lêkoklîn û belgeyeke ilmî nîşan nadin, tenê îdîaye…


Û îdîa jî dikane ne rast be.


Li gorî rojnamevanekî tirk, li Tirkiyê hejmara ”ehmeq” û ”biaqilan” êdî bi qasî hev e, yanî weke berê ne ji sedî heftê, êdî tenê ji sedî 50-ê tirkan “ehmeq” in û ji sedî 50 jî biaqil in.


Û camêr vê reqemê jî li gorî netecîceyên hilbijartinên dawiyê dide.


Ji ber ku di hilbijartinên 12-ê hezîranê da ji her du hilbijêran yekî, yanî ji sedî 50-ê hilbijêran ray dane AKP-ê.


Efendî, li gorî wî aqilê xwe yê biçûk, vî nîvê civatê  weke ”ehmeqan” dibîne, bi nîvhenek wisa îma dike


Heger em vê reqema nuh, yanî îdîaya ji sedî 50 ”ehmeq” û ji sedî 50 ” biaqil” qebûl bikin, wê demê jî problema ji sedî ”kîjan 50” ehmeq e û ji sedî ”kîjan 50” biaqil e?


Her çiqas camêr bi rengekî sergirtî ji sedî 50-ê ray dane AKP-ê îma bike jî, kes vê îdîayê qebûl nake, ew jî eksê wê dibêjin, dibêjin ku kesên ray dane CHP û MHP-ê nebiaqil in.


Li gorî wan jî yên raya bidin qatilan, çeteyan, berdevk û nûnerên Ergenekonê û generalên darbecî netemam in, bi gotina Azaîz Nesîn, ”ehmeq” in.


Axir bi kêmasî mesele pir tevlihev e û jê ra delîl û îspat dibê.


Ji ber ku li eniya kesî ”ehmeq” nanivîsîne.


Ehmeqê herî ehmeq jî piştî temiya Azaîz Nesîn, êdî ew jî xwe di nava biaqilan da dihesibîne.


Û ev jî dibe sebebê gelş û aloziyeke mezin.


Nuha merivê çawa û bi kîjan metodê bikanibe ”ehmeq” û ”biaqilan” ji hev bigerîne?


Pîvan çi ye?


Cimkî weke min got, li eniya kesî “ehmeq” ya jî “biaqil” nanivîsîne ku meriv weke golikên beş û ne beş ji wan ji hev bigerîne, bibêje tu ”ehmeq” û tu jî ”biaqil” î…


Gelo biaqil her tim biaqil û ehmeq jî her tim ehmeq in?


Ma ehmeq û biaqil qet cî bi hev naguherînin?


Li ser vê mijarê ez gelkî firkirîm, lê min tu rê û metodeke maqûl  û pêbawer nedît.


Heger hin xwendevên di vî warî da xwedî zanîn û tecrûbe bikanibin bi min ra bibin alîkar ezê kêfxweş bibim.


Pîvan û nîşanên “ehmeqiyê” û biaqiliyê çi ne?


Meriv “ehmeq û “biaqilan” çawa ji hev digerîne?


Zanîna vê yekê ji bo me kurdan jî gelkî girîng e. Çimkî “ehmeq” ne tenê di nava tirkan da, di nava me kurdan da jî pir in, belkî jî ji yên tirkan jî zêdetir bin.


Loma jî heger em bikanibin wan zû nas bikin ji bo me ewê gelkî baş be....






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE