07 juni 2011

Ker û siya wî

Ji rojan rojeke havînê ya gelkî germ bû. Xortekî gundî li bajêr ji ba qantirçiyekî ji xwe ra kerek kirê kir, ji bo ku pê here mal. Tiftarên, tiştmiştên li bajrê kirîbûn lê kir û kerê xwe da ber xwe û berê xwe da gundê xwe. Xwedîyê ker jî peyatî bi teqala wî ket.

Dema bû danê nîvro dinya pir germ bû. Xort ji xwediyê ker ra got:

- Dinya pir germ e. Were em bîstekê bîna xwe bigrin. Piştî dinya hinekî
hênik bû emê bi rê kevin.

Xwediyê ker got baş e û ker kişand kêleka rê. Barê ker danîn. Li wan der û doran tu dar -mar tunebûn here di bin siya darekê da rûnin û ji xwe ra westa xwe bigrin. Lema jî xortê gundî hema di ber siya ker da xwe bera erdê da û rûnişt.

Xwediyê ker dema dît xort li ber siya kerê wî rûnişt gelkî hêrs bû û ji xort ra got:

- Ji wir rabe ser xwe! Siya kerê min e, ezê li ber rûnim.

Xort got:

- Heyran ma ne min ker heta gund ji te kirê kiriye?

Xwediyê ker lextek da Xort û got:

- Erê rast e, te kerê min heta gund kirê kiriye, lê ne siya wî. Siya wî ya min e. Lema jî ezê li ber siya kerê xwe rûnim. Tu jî here ji xwe ra li dereke din rûne.

Xort ji serhişkî û ji lextdana xwediyê ker gelkî aciz bû û wî jî lextek dayê, ew ji ber siya ker wê da tahm da. Mêrikdîsa xwe tevê kir.
 
Welhasil yek ji wî, yek ji wî, herduyan destpêkirin tep û rep li hev xistin. Hev û du birin û anîn, lê yekî jî ji ber yê din danexwar û nehîşt li ber siya ker rûne. Wî yagot sî ya min , wî got sî ya min e.

Şerê wan hewqasî gurr bû, hewqasî gurr bû, gava sî ji ba wan dûr ket yek jî pê nehesiya.

Hew carê bala xwe danê ku wa ye kerê wan daye lotikan û ji wan bi dûr dikeye. Di cî da dev ji şer berdan û bi pê ker ketin, gotin:

- Meçe, me li vê çola Xwedê nehêle! Di vê kelekela rojê da emê li vir perîşan bibin.

Lê ker nesekinî, bi bayê bezê çend zîtikên xwe avêtin û got:

- Siya min e, lê yên li ser li hev nakin û pevdiçinin hûn in. Hûn ji xwe ra li ser siya xwe pevçinin çêtir e. Ezê siya xwe bi xwe ra bibim ciyekî bê şer û bê teşxele.

Û dûra jî bi çargaviyê ji mitê (girekî biçûk e) xwe bera jêr da û ji ber çavên wan wenda bû, hew li wan vegeriya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE