04 juni 2011

Ji Diyarbekrê xatir dixwazim

Piştî çar rojên li Zinarcankê ez vegerîyam Diyarbekrê ba diya xwe. Ez çar rojan jî li Diyarbekrê mam û dû ra çûm Swêregê.

Ez Diyarbekrê nas nakim, nizanim lê bigerim. Min çend dost û heval dîtin. Ez û Vîldan Tanrikulu çûn Nexweşxaneya Alman ser Ekrem Karahan, me ew zîyaret kir. Bi vê serdanê ez pir kêfxweş bûm. Ji ber ku dû ra Ekremê jî ji nava me koç kir, emê hew kanibin hevûdu bibînin.

Diyarbekir weke xwe ye. Tiştê nuh îcar meş û çalakiyên siyasî pir in. Gelekê caran kuçe û kaolan ji wasiteyan ra girtîne.

Ji ber ku dem dawiya nîsanê ye dinya ne germ e, meriv nakele, meriv dikane bi çakêt bigere.

Roja berî ku ezê biçim Swêregê, Paşa Uzun hat Diyarbekrê, hat parkê ba min. Mala xweha wî nêzî mala diya min e, em bi hev ra çûn mala wî. Me li wir çayek vexwar û dû ra xatir ji hev xwest.

Roja din serê sibê ez çûm Swêregê, ba Îzet Kandemir.

Îzet Kandemir hevalekî min ê ji dema DDKD yê pir hêja ye. Cara berê jî min, xanimê û zarokan me riya xwe bi wî xistibû û li wî bexçê wî yê xweşik bi xwişka wî ya kibar û hurmetkar ra çay û qahwe vexwaribû.

Îcar jî ez bûm mîvanê wî. Em bîstekê li nava Swêregê û ”Şeytan Kuçesî”yê geriyan, me bi hev ra nanek xwar.


Min ji Îzet ra got, ez dixwazim Mahmût Çikman bibînim. Cara berê fersend çênebû.

Çikman, hevalekî me yê kevn e, di heqê wî da gelek tişt tên gotin. Hinek dibêjin bûye dîncî û nimêjê dike, hinek dibêjin rî berdaye bûye sofî.

Welhasil di heqê wî da min gelek tiştên negatîf bihîstine. Loma jî min got ya baş ew e ez wî bi çavê xwe bibînim û bîstekê pê ra sohbet bikim.

Îzet got, weleh numra telefona wî li ba min tuneye û êdî naçe dikanê jî. Li gorî dibêjin wer li mal e. Lê ez kanim telefonî birayê wî bikim, bira ew daxwaza te jê ra bibêje. Heger qebûl kir emê herin bibînin.

Min got baş e û Îzet rabû telefonî birayê wî kir, daxwaza min jê ra got.

Birayê wî camêr got, ew li mal e, ezê nuha telefonî wî bikim û bibêjim Zinar hatiye dixwaze te bibîne. Heger dîtina we qebûl kir ezê li we bigerim û dema qebûl nekir ez li we nagirim. Wê demê hûn zanin naxwaze.
Me wisa li hev kir û ez mam li bende telefona wî. Lê birayê wî  telefonî me nekir. Maneya xwe camêr nexwest min bibîne. Ji xwe Îzet jî bawer nedikir qebûl bike. Îzet jê ne razî bû.

Heta sala 1980-î ji qezayên em lê herî xurt bûn, yek jî Swêreg bû, li Swêregê bi sedan endamên me û bi hezaran jî dost û hevalbendên me hebûn.

Lê îro bêyî Îzet Kandemir hevalekî me jî tuneye. Hevalekî ku hîn kurd maye û kurdayetiyê dike û nêzî hevalên me ye.

Loma jî Îzet digot li Swêregê ew tenê ye, kesê ku here ba û pê ra hevaltiyê, sohbetê bike tuneye.

A ji ber vê yekê jî bêyî Îzet min kesekî din jî nedît.

Ji Swêregê ez çûm Rihayê, ba pismamê xwe Ekrem.

Ez îcar sê rojan li Rihayê mam. Min Dr. Îbrahîm Otkunê surûcî dît. Em li derekê bîstekê bi hev ra rûniştin û çay vexwar û bîstekê jî sohbet kir.  Me bi riya facebookê hevûdu naskiribû.

Hevdîtineke tesadufî û xweş bû.

Ez ji xortaniya xwe da diçim Rihayê û têm, bi sedan car ez çûme Rihayê û lê mame.


Lê ev cara pêşîye ez Rihayê hewqasî ji nêz ve dibînim û nas dikim. Ekrem van hersê rojan ez li Rihayê baş gerandim.

Bi taybetî jî li xanên Rihayê. Gumruk Xana Rihayê restore kiribûn pir xweş bû, muhteşem bû.

Em çûn gelek mizgeft û ziyaretan, ciyên dîrokî, em li gelek taxên Rihayê geriyan.

Riha pir xweş bûye, meriv ji dîtina wê têr nabe.

Li Rihayê, ji ziyaret û serdana min ya herî xweş dîtina Emîn Aslan bû. Emîn Aslan hevalekî min ê kevn e. Ev 35 sal bûn me hevûdu nedîtibû.

Par dema ez çûm min ji bîr kir lê bigerim.

Îsal min lê pirsî, gotin li Rihayê dimîne û nexweş e. Piştî gelek lêpirsîn min telefona wî bidest xist û telefonî wî kir. Dema min navê xwe hilda matmayî ma, bawer nekir ku ez im.

Ez, pismamê min Ekrem û Ahmet Yakici em çûn mala wî. Bi dîtina hev em herdu jî gelkî şa bûn. Digotin nexweş e lê min nizanîbû nexweşiay wî hewqasî giran e, tiştê min dît pir xerab bû, ez bêhêvî ji balê rabûm. Min zanîbû mirinê bela xwe jê veneke.

Lê pir baş bû ku piştî hewqas sal me hevûdu dît, ew jî ji bo me herduyan jî nebû derd.

Pêr min telefon kir, xanima wî bersîv da, got wele îcar qirîza dil derbas kir, ev hefteyeke li nexweşxaneyê ye û halê wî ne baş e.

Min silavên xwe jê ra şandin. Lê min fêm kir ku êdî dawî ye, ewê nikanibe ji nexweşxaneyê bi saxî derkeve.

Mixabin tirsa dilê min rast derket, Emînê wek lokekî qemer, futbolciyê Wêranşarê yê herî jêhatî vê serê sibê li Rihayê teslîmî mirinê bû û ji vê dinya ronak koç kir.
Bira serê zarok û malbata wî sax be, ji xanim, zarok û hemû malbata wî ra sebir û tehamulê dixwazim.
Sibe ez rêwiyê Wêranşarê me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE