19 juni 2011

Ji devê da ketine ji hophopa xwe namînin

Bifikirin ku antrenorek 35-40 salî antranoriya taximekî futbolê bike lê tu carî nikanibe taximê xwe bi pêş xe, mezin bike û bike şampiyon, heta ji lîga yekem yanî ji super lîgê daxîne lîga sêyem û dîsa jî bibêje ez antrenorê herî baş im û rabe antrenorên ku taximê xwe ji lîga sêyem derxistine lîga yekem rexne bike, bibêje hûn nezanin, mamostetî û antrenorî wiha nabe…


Di rastiyê da li cîhanê tiştekî wiha ne mimkûn e, kes antrenorekî wiha bêqabîliyet û serneketî 35-40 salî li ser serê taximê xwe nahêle.


Salek, du sal, miheqeq ewê wî biguherînin û ji xwe ra antrenorekî hîn baştir, hîn jîhatîtir bibînin.


Ji xwe tiştekî dûrî aqilan e ku antrenorekî ku taximê xwe ji lîga yekem daxîne lîga sêyem bibêje ez antrenorê herî baş im.

Lê li Kurdistanê mixabin hin "antrenor" hîn jî di vê îdîayê da ne.


Bifikirin ku tucarek 35-40 salî tîcaretê bike û tu carî bi ser nekeve, tu carî dewlemendtir û mezintir nebe, rewşa wî sal bi sal xerabtir bibe, di dikana wî da du qalib sabûn jî nemîne û di ser da bibêje ku ez tucarê herî baş û ji tîcaretê baş fêm dikim.

Bifikirin ku siyasetmedarek 35-40 salî serokatiya partiyekê bike, lê belê partiya xwe roj bi roj biçûktir bike, bîne rewşeke ku nav wê hebe lê ew bi xwe tunebe û dîsa jî bibêje ez ku ez siyasetmedarekî herî baş im û rabe aqil bide siyasetmedarên ku partiyên xwe ji çend endamên xort kirine partiyeke xwedî kîtleyeke bi milyonan.


Li Ewrûpayê gava partiyek di hilbijartinekê, duhilbijartinan da rayên xwe kêm bike serokê wê, miheqeq îstîfa dike, dibêje weleh ez ne serketîme, loma jî dibê hûn ji xwe ra serokekî din bibînin.


Ew tu carî ji serokê partiya xurtbûyî, partiya biserketî û rayên xwe zêdekirî ra nabêje tu nezanî, aqil nafroşe xelkê.


Lê li Kurdistanê dibêjin û gav û saetê jî aqil difroşin xelkê, dibêjin siyaset ne wiha, lê wiha çê dibe…

Li gel ku wan di siyasetê da top avêtine, ketine rewşeke wiha ku êdî zarok û xanimên wan jî ne bi wan ra ne, lê dîsa jî yê herî biaqil, jîr û zana ew in.


Li Kurdistanê hin serok û siyasetmedarên ku ev serê 40 salî ye bi ser neketine, kilît li deriyê partiyên xwe xistine û ketine rewşeke wiha ku bi kevir û daran ve zeliqîne, lê dîsa jî xwe yê herî biaqil û siyasetmedarên ku partiya xwe kirine partiyeke milyonan kêmaqil û nezani dibînin.


Dema ez nivîs û beyanên van celep kesan dibînim kenê min tê.

Ez ji xwe ra dibêjim, yarebî, van kesan çawa dikanin ji halê xwe, ji perîşaniya xwe, ji rastiya heyî hewqasî bêhay bin?


Nuha heger piştî 40 sal siyaset gava meriv bi ser neket, xurttir nebû, nebû partiyeke milyonan dibê meriv êdî qebûl bike ku di siyaseta meriv da kêmasiyek, şaşiyek, çewtiyek heye.


Yanî dibê sebebekî vê sernektin û têkçûnê hebe.

Ya em siyasetê baş nizanin ya jî em baş naxebitin.


Ne xwe tu sebeb tuneye ku li Kurdistanê meriv xurt nebe û nebe hêzeke kîtleyî…


Na heger em kêmasî û şaşiyê di xwe, di dîtin û xebata xwe da nebînin wê demê kêmasî di milet da ye…


Dibê meriv bibêje ku ev milet "kêmaqil",  me fêm nake.

Çimkî riyeke din yuneye, problem ya ji me ya jî ji milet e...


Lê ”kêmaqil” be jî miletê me ev e, em nikanin miletê xwe bi miletekî din biguherînin. Ji xwe siyaset ew e ku meriv nezanan zana, û ”kêmaqilan” jî biaqil bike û bikşîne ba xwe...


Ji ber ku hin kesan ev milet bi siyaset û xebata xwe kirine hevalên xwe.

Tenê me nikanîbûye.

Wê demê kêmasî ne ji milet, ji me ye.


Wek min li jor jî got, li Ewrûpayê gava partiyek di hilbijartinekê, du hilbijartinan da bi ser nekeve serokê wê tavilê îstîfa dike, kêmasî û qusûrê ne di milet da di xwe da dibîne...


Gava antrenorê taximekî salekê, du salan taximê xwe pêş da nebe, her maçê wenda bike hîn jî nabêje ez antrenorê herî baş im û aqil nade antrenorên taximên serketî.


Dibê serok û siyasetmearên derî PKK-ê jî qebûl bikin ku kêmasî di wan da ye, di dîtin, fikir û siyaseta wan da ye.


Heger ne wiha be, wê demê dibê bibêjin, ji bo çi PKK, BDP roj bi roj xurt dibin û ew jî roj bi roj dihelin û namînin?


Di siyasetê da dema meriv bi pêş neket, yekê meriv nebû dudu dibê meriv qebûl bike ku di siyaseta meriv da kêmasî û çewtiyeke heye.


Lê yê hin siyasetmearan sedê wan bûye sifir, lê hîn jî bi çavê "hamîhaman xwediyê aqil û fahman li xwe dinêrin…"

Lê tişt bi gotinê nabe, îş emel e, ka çend kes li dû we hene, ka li pirêza we çi heye?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE